Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
popkurd - tirşik
popkurd
(15) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. e-kovareka kurdî ya çanda popûler e. hejmara xwe ya berî çend roja weşand. min di hundirê seetekî de hema bêje hemû xwend. du sê nivîsên li ser gerê hebûn xweş bûn. nivîsa esrakê ya bi navê "provaya mirina blogernan" zehf komîk û afrîner bû. di beşa poptweet'ê de tweetên kurdî yên popûler hatibûn civandin. nivîsek li ser derûdora beşên kurdolojîyê bi navê "bi vê quşê naçî mûşê" komîk bû.
hevpeyvînek bi mirady re hebû. ji bo fancluba mirady, divê bixwînin *
porteya ozlem belçim galip li hêvîya we ye.
û pirsek ji 10 kesan hatiye kirin, bersivên pirsê li hêvîya we ne: "Bi te kîjan Kurd dikare
Xelata Edebiyatê ya Nobelê bigre?
Bo çi?"

ji vir hûn dikarin herin bloga kovarê û ji lînka wir kovarê daxin: Here lînkê

an jî rasterast ji vir hûn dikarin daxin: Here lînkê



07.05.2018 11:02 ~11:15 | xendekî

2. min kovarê daxist û li çend mijaran mêze kir. baş e. bi xêr be! kêfa min ji hebûna kovarê hat. îro, sibe ez ê wê bixwînim, biqedînim.



08.05.2018 09:43 | mirovekirind

3. wek kovarekî baş dixuye. min duh hinekî çav lê gerand, tê de mijarên balkêş hebûn. lê min nekarî zêde bixwînim. îşelleh ez ê hemû nivîsan jî bixwînim hêdî hêdî.



08.05.2018 17:53 | simurg56

4. kovara ku îro jimara xwe ya duyem parve kir/weşand.
Naverok xweş û tije xuya dike.
Ser xêrê be *
hûn dikarin ji vê lînKê kovarê peyde bikin Here lînkê



12.09.2018 22:40 | gulêê

6. kovara popkurd îro hejmara duyem li ser malpera xwe weşand. nivîsên baş û mijarên xwes hene. Here lînkê



13.09.2018 01:22 | hesinkar

7. Hejmara wê ya sêyem weşandine. Here lînkê

Ku bi pere jî bibûya, min ê vê kovarê bi dilxweşî bikirriya.



24.12.2018 00:59 | mirovekirind

8. komarek e serkeftî ye. hejmara sêyem min hêj xilas kir. bi mijar û naverokên xwe yên cûrbecûr dewlemendiyek e ji bo komara kurdî,



24.12.2018 14:22 | xelîl

9. Kovarek dijîtal e, e-kovar.
Van rojan li ser hesabê xwe yê înstagramê weşanên zindî çêdikin. Bi rastî tiştekî xweş e, îşev bi kêfxweşî min li ganî mîrzo gohdar kir.
Ha a rast Pêşkeşvanên wan jî xwînşêrîn in.

Here lînkê



07.04.2020 23:09 ~23:09 | giyanstêr

10. pêşkeşvanê beşa ku li gel hevpeyvîna ganî mîrzo fatoş yildiz bû.
hinek bi kelecan bû lê xweş bû dîsa jî.

editt: belê weşan xweş bû*



07.04.2020 23:21 ~23:41 | de facto hozan

11. (bnr: zinarê xamo) beşdarî weşana wanî 4em bûye apê zinar qala salên xweyî berê dike. pir xweş bû gohdar kirina bîranînê wî.





08.04.2020 00:08 | f

12. Di hejmara xwe ya nehemîn de, di mijara duyemîn de qala tirşika me ya pîroz kirine.
Pîştî danasîna tirşikê, 5 nivîskarên tirşikê qala têkiliya xwe ya bi tirşikê re kirine ku bi xwendina gotinên wan hêviyê min ji bo pêşeroja zêde dikirin *
Nivîskar:
-berîjahr
-cinorek
-xwelî li ser
-biaqila malê
-biruya hayao miyazaki

Ji bo daxistinê:
Here lînkê



24.06.2021 00:32 | merwano

13. Di çapa 9 ê de Birûya Hayao Miyazakî, Xwelîlise, Biaqila malê û Cinorek her yek nivîsek derbarê tirşikê de danîne. Destê wan sax bi, serkeftin ji bo we hema hevalno.
Nîşe:
Hengî kêfa min hat wextî ez bifirim. Mala hevalan gişa ava bi ku we kovar jî danîye danegehê ku em dikarin bixwînin. Wekî din, we rûyê me spî kir Xwedê jî ê we hema spî bike.



26.07.2021 19:14 ~19:18 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» popkurd

Kategoriyên mijarê:: kovarweje kovar kovarweje kovar kovarweje kovar kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî