Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kovara kund - tirşik
kovara kund
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kovara li ser pirtûkê ya kurdî ya ewil e. ji hêla koma xwendinê ya qezê ve tê derêxistin. edîtorê wê umran aran e; desteya wê ya weşanê bajar mîrzeman, burhan tek, xelîl semed û vecdi demir e; redaksiyona wê jî ji hêla burhan tek û xelîl semed ve tê kirin; sêwirandin û mîzanpaj jî sadil hangul û juji tasarimê çêkiriye. wê sê meha carekê derkeve. Here lînkê

mijara dosyeya bextiyar elî. ji bilî dosyeyê beşên wek: nivîsar, hevpeyvîn, bloggerî, komên xwendinê, weşanger, bîranîn, nivîsa yekem, çîrok, helbest, serpêhatî, nûçeyên edeb û hunerê, kitêba ber serê min, taybet hene.

nivîs hinekî hûr in, fonta wê hinekî dî mezintir ba belkî baştir ba. kovar timamî rengo rengo ye; bi vî şiklî bi mîzanpaj û sêwirandina ve di qada xwe de tenê ye.

hûn dikarin ji pirtukakurdi.com'ê sparîş bikin û dîsa ji pirtûkfiroşên kurdî jî peyda bikin.
pirtukakurdi: Here lînkê



08.05.2018 00:16 | xendekî

2. Kovara ku li ser twîtirê qanpanyaya rt kirina twîtên xwe dest pê kirî
Here lînkê



12.05.2018 23:33 | elîşêr

3. Serkeftin ji wan re. Anha min jî ji pirtukakurdî xwest. Pirr meraq dikim naverokê kovarê.



13.05.2018 13:46 | apê mihyedîn

4. kovara ku reklamê wê li ser instagramê baş tê kirin. Xwedê zane çend hes kene ku qet kovar nexwendibin jî; ji bo ku di çîroka hesabê kovara kund de derkevin di dest de kovar foto dikşînin. wilo nekin kurdno, kundno, eyb e ha!
(bnr: ew kesên ku dixwazin bibin populer)



21.05.2018 23:12 | gulêê

5. Tiştê ku wextek kovara bar kir ev jî dikin. kovara bar/101199



22.05.2018 03:44 | tizbîkêş

6. kovara ku ez edîtor/derhênerê wê bibînim ezê pîroz bikim ji bo nav dayîn a kovarê,gelek fikiriye gelo (welleh bê henek) an ji çi fikiriye???



01.08.2018 18:26 | qijakê gêj

7. Gelo çima wexta du-sê heb Kurmanç li hev dicivîn û kovarekê derdixin illem dosyeya Berken Bereh çêdikin?



11.08.2018 13:07 | bijîmillah

8. li ser twiterê gelek reklamên wê tê kirin. îro min li mephistoya kadikoyê çav lê gerand lê ne dît. qismet. (berga wan ên ku min li înternetê dîtiye, gelek amator xuya dike. lê dixwazim bikirim û bixwînim, ka hela naveroka wê çawa ye...)



12.08.2018 00:06 | biruya hayao miyazaki

9. Kovara pirtûk, hûner û çandê ye. Heta niha 4 heb hejmara kovarê çap bû. Di hejmara yekem de dosye li ser Bextiyar Elî, di ya duyem de Berken Bereh, di ya sêyem de Ferhad Pirbal, di ya çaremîn de dosye li ser Celadet Elî Bedirxan hatîye amadekirin.
Kovareke têr û tijî ye.



29.03.2019 00:31 | hesinkar

10. Bi rastî ez rêzek bê hempa ji celadet elî bedirxanre digrim ji bo wî ezê kovarê bistînim û bi vî rewşê ezê kovara kund jî bixûnim.Min ewilda bihîstî bû lê tu car waxt nedît , waxt hebû lê min xwe dixapand:(



29.03.2019 00:34 | brzn

11. Mîzanpaja hejmara dawî kê çêkirîye nizanim lê bi min ne serkeftî bû. Hin nivîs hûrik hin nivîs girs bûn standardeka wê tune bû.

Kovar ji ber kaxez û rengînîya xwe balê dikêşe. Ez bi meraq wê dişopînim.



29.03.2019 11:59 | henûn

12. Min hejmara yekemin û dûyemin xwand. Tiştekî bala min bikşîne zêde tê de tinne bû. Grafîk li erdê ye.



29.03.2019 13:08 | azîzko

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara helale
» kundirokî

Kategoriyên mijarê:: kovarweje kovar kovarweje kovar kovarweje kovar kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî