Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ber bi vejetaryanbûnê ve çûn - tirşik
ber bi vejetaryanbûnê ve çûn

Navê mijarê ya ewil ev bû:ber bi vejetaryenbûnê ve çûyîn
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Tişta ku van rojan hîs dikim.
Piştî vê roja ku min mirîşk dikeland û xwîn di ser de dît, min ferq kir ku êdî nikarim goşt bixwim, jixwe wê rojê jî min ew mirîşk nexwar, dilê min xeliya. Va bû çend roj ku nikarim goşt bixwim hema weke ku tehma goşt xaf be.



10.05.2018 19:52 | gulêê

2. Çûyîneke ne baş e! Divê mirov zanibê go j'bo tendûristiyê goşt(tiştên ji ajalan) û nebat pevre lazim in.



11.05.2018 01:43 | gumgumok

3. sala ewil ku ez hatibûm zanîngehê li malê cara ewil bû ku min destê xwe dabû goştekî. li ser goşt xwîn tunebû lê dîsa jî dilê min li hev ketibû. lê meriv hîn dibe ez jî hîn bûm. aniha goştê bixwîn jî bidî ber min dilê min li hev nakeve.

eger ya we jî cara ewil be ev hestekî normal e. lê eger her car wisa be, bihêlin bila hevaleke/î we ji we re bipêjîne.



11.05.2018 14:55 | sloujouc

4. Ji wî jî wêde ber bi estî kojtinêve diçe xwedê dawiya we bixêr bike * wan mirovxura îmana milletê çikandine xwedê bela wan dide wan



11.05.2018 20:49 | telebê hz mêdî

5. dema meriv ferq dike ku ew tiştê her kes jê re dibê "goşt" û bi coşî dixe devê xwe laşê/bedena giyandereka din e, ew jî wekî mirovan zindî ye, dixwaze bijî êdî pêvajoya vejetaryenbûnê/giyaxuriyê dest pê kiriye. Xêr û bimbarek bê!



12.05.2018 02:03 | jifêzagorda

6. dema mirov ji hebûna goşt, şîr û penîrên çêkirî hay dibe, û dibîne ku tahma wan bi awayekî balkêş weke goştê ye, weke penîrê ye, vê çaxê mirov dibêje, "haaaa, willeh ez nizanibûm endustriya xwarinê çiqas pêş ve çûyiye" û mirov hêdî hêdî ber bi vejetaryênbûnê ve diçe.

(bnr: soya meat)
(bnr: soya milk)
(bnr: soya cheese)

vê demê mirov nikare qasî berê goşt bixwe (1).

ji xwe re dipirse: “heyfa heywanan nine, em her ro hezaran, milyonan ser jê dikin û dixwin? ma mirov mecbûr e ewqas goşt bixwe?” vê demê mirov xwarinê goştê hinekî din kêmtir dike (2).

... filan û bêvan.

(3) jî heye, (4) jî heye, (5) jî heye.

ber bi vejetaryênbûnê ve çûyîn, bi vî awayî pirr hêja ye, ji ber ku xwediyê bingehê ye û bihişmendî ye. tiştekî trend nine.



12.05.2018 12:13 ~12:19 | mirovekirind

7. Di nava Kurdan de zêde nayên dîtin lê Van salên dawiyê de bûye mode, li Tirkiyê de meriv Ji ber zêdebûna fiyetên goşt jixweber ber bi vejetaryenbûnê ve diçe, tiştekî ne zehmet e...



12.05.2018 23:47 | mîr

8. Carinan dilê min jî ji goşt dixelehê.
- piştî dersa anatomiyê em diçûne ser xwarinê. Ew goştê qedavra û yê dinav xwarinê de weke hev bûn. Dilê min nediragirt go hingî gişt bixwum.

- di ameliyatê de, dema bi koterê goştê nexweş tê şewitandin bêhna kizîra goşt wê kêlîkê mirov ji mangalê sar dikê.

Wekî dî xwarina go qetên heywanan têde, bi şertê go baş kelî bê, xweştir e *



13.05.2018 01:17 | gumgumok

9. pêvajoyek wijdanî ye.
bi ya min ya rasttir ew e ku şert û mercên xwedîkirin û serjêkirina heywanan were başkirin. yanî divê heywan di şert û mercên xwezayî de werin xwedîkirin û dema werin serjêkirin jî divê êşê nekişînin û serjêkirina hev û din nebînin hwd.

xwarina goşt ji bo tendûristîya mirovan pêwist e. mirov çi jî bike nikare cihê pêdiviyên ku ji goşt û hilberînên din yên heywanan tên standin, tije bike. helbet îlaç mîlaç hene lê ev ne xwezayî ne û têrê nakin.

mirov parçeyeke ji xwezayê ne. berî her tiştî divê em vê ji bîr nekin. ger em vê ji bîr nekin, wê demê em ê bajaran nekin %98 beton, em ê mirîşkan di 45 rojan de mezin nekin û heywanan mîna konserveyan bi makîneyan parçe nekin... lê ger em xwe ji xwezayê bêtir jî îzole bikin, normal e ku em êdî heywanan mîna fîlma matrixê, wek kidadkan(karik) mezin bikin.

di xwezayê de heywan hev û din zindî zindî jî dixwin, mirov her roj bi antîbîyotîkan bi trîlyonan bakterîyan dikujin, dema mişk vs bikeve malê, kes tune ku wan jehrî neke an jî dafikan li ber wan venede, dema dimeşî bi hezaran mêwî û kêzik mêzikan dikujî, dema 1000 km rê diçî, esseh bi hezaran mêş dimînin cama erebeyê ve û gelek caran çûk jî li erebê diqelibin û dimirin û hwd. welasil heta ku mirov xwe ji vê dinyayê îzole neke û di keştiyeke fezayî de nejî, nikare xwe ji ketina gunehê heywanan xelas bike.

li gorî hemû baweriyan xwarina heywanan helal e.
li gorî zanistê pêdiviyên gelek girîng hene di xwarina goşt û hilberînên heywanî de.
li gorî teorîya werarê jî jixwe mirov piştî dest bi xwarina goşt kiriye, bûye mirov û jixwe anatomî û fîzyolojiya mirov jî li gorî wê guherîye.

welhasil vê gavê vejeteryanbûn an jî veganbûn erê tiştekî wijdanî ye û mirov dikare çepik jî bike lê bingeha wê ne di wê astê de ye ku rexne li yên goşt-xwar bike û wan bi xwarina goşt sûcdar bike. divê rexneya herî giran li şertên xwedîkirina heywanan be. wê demê wê eniya şer jî firehtir bibe.



13.05.2018 09:29 ~09:29 | simurg56

10. He ve bû çend mehe ku ez vejeteryan im. Ewil mîna bi awayek dûrê wijdanê serjêkirina heywîn ji min re bû derd (çi ji pirtûk û belegfilman min dît çi jî tiştinên min çû li mezbexaneyan bi çavê serê xwe dîtin û çi jî li mal hema me ji lingek karikê girt û avêt giliya darekê û li gel karekar û warewar û zarezara vê rebena han serjêkir) û mawayek dirêj li ser vê tevgerê fikirîm. Min ji kîjan aliyê bigirta bi dest min ve dihat, dilê min ne di cih de bû. Baş bû, gava gişt bi awayek hazir dihat pêşberî min hema helahop min daduqurtand lê dema rastî dihat bîra min, min hewcehî bi jiyanek dîtir hîs dikir. Li gel ku çendî caran min vejeteryanî ceriband hemberî bertekên derdorê hew min debar kir û ne ji bo xwe lê ji bo wan min dîsa dest bi xwarina goşt kir (niha ez qebûl dikim ev jî ji be lawaziya îradeya min bû). Dem û dewran derbas bû, dîsa ev hesta han li min tîr bû min li dor xwe nihêrt ez bi serê xwe dijîm, ew bertekên min ji vê biryarê dagerîne nemane û ez fikirîm ez ji malbatek kesîb û feqîr têm, hema goştê mirîşka jî ji bo me nîmetek mezin bû. Ji ber nebûna goşt, pirbûna xwarinên ji giha û beqliyatan li ba me dê minê zêde zor nedîta. Min ev jî rêkûpêk kir şûn de sibehekê rabûm û min hênaseyek kûr kişand şûnde min got ew roj ev roj e heyran, ez vejeteryan im êdî!

Yanê ez li ser navê xwe qise bikim mesele ne meseleya madlihevketin û dilneçûnê ye. Meseleya min jêkirina heywanan bi xwe ye. Şikl û şêwaza serjêkirinê çendî nerm bikî û biguherînî jî ew heywana feqîr dê her wê jan û êşê bikêşe. Wê qorrek merî rabin bêjin "nexwe em heywana bi derzî û îlacan bitevizîne û pûç bikin û jêkin?", na dayka min na bavê min, mafê jiyîna wan heye. Em herçiqas bêjin mirov perçeyek jiyanê ye jî em ne kêmaqil û bê aqil in, xwedê mêjiyek daye me da em bihizirin li ser tiştinan(ne ku qetqetîbûn û cûdahiya me jî ji vir tê). Ji ber vê ye hin kare ji nav me rabe û bêje "ez bi dorê em çima zilmê bi van heywanan bikin, ka werin em bêyî canê kes û kûsan bişewitînin zikê xwe têr bikin. Werin em bêyî zirar û xisarê bigihînin kesan tehm û lezetê ji dinê bigirin ." (Ku roja îro êdî ne kesek gelek kes vê dibêjin). Bereksê vêya heywanê din bêhtir bi xweajoyên xwe tevdigerin û ev di xwezaya wan de heye. Yanê şêrek ji nav koma şêran dê rojekê mîna me mirovan ranebe û nebêje "bes me goşt xwar, de ka em îja gîha bixwin.". Ku di zanistê de jî ev tê gotin, xwarina goşt piştî demekê çêbûye. Herçiqas li laş û sirûştê mirov piştî xwarina goşt guherîn û cûdabûn peyda bûye jî pêkane piştî nexwarina goşt jî guherîn û cudabûnên dîtir peyde bibe.

Mijarek din, dema ez ji kesekê/î re dibêjim ez vejeteryan im carekê de ji bo nêrîn û fikrê min pûç bike dibe zanyar, hewla wan ne ji bo fam kirin û meraqê ye û ka ez çi dibêjim. Ji bo henek û tiraneyên xwe bi min bikin li bendî malzemeyan in. Loma ye êdî min dev ji vegotin û aşkerekirina derdê xwe berdaye. Ez jî bi henek û tinazan ber bi wan ve diçim. Ji xwe qasê ez dibînim û şahid dibim jî kesên goştxur bêhtir belaya xwe bi vegan û vejetaryanan didin. Herçiqas eksê vêya were zanîn û gotin jî.

Ya axir û dawî fikrên min ji min re ye, çiqas bi mantiq û ne mantiq ev fikr û nêrînên min in. Ez têkilî kesên goştxur nabim û ji wan jî heman tiştî dixwazim. Û bi xatirê we, ya min êdî ber bi veganbûnê ve çûyîn e *



11.04.2023 21:11 ~21:13 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» berxweş
» çûna kar bi duçerxeyê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî