Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
pêşniyazên duçerxeyan j'bo rêwîtiya dirêj - tirşik
pêşniyazên duçerxeyan j'bo rêwîtiya dirêj
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. J'bo nezanekî weke min re pêşniyazên girîng in. Min hinekî lêkolîn kir lê zehf bisiklêt hene. Nizanim kîjan çêtir e. Tabi f/p jî girîng e.

Pêşniyazên xwe kerem bikin tirşikvanno:



12.05.2018 12:48 | gumgumok

2. Ew lawikek tirk heye, hasan söylemez.
Bi bisikletê afrikayê digere.
Bisikleta wî baş e. Here lînkê



12.05.2018 19:27 | cinorek

3. berî her tiştî duçerxe/99550
pêşniyara herî girîng diyarkirina armancê ye. di peyama xwe de ya ku min li jor lînka wê da, min behsa cûreyên duçerxeyan kiribû.
di vê mijarê de behsa rêwitiya dirêj tê kirin lê ma gelo wê ev duçerxe di bajêr de neyê bikaranîn? an jî wê rêwitiya dirêj, li ser asfaltê be an wê deşt û çiya bin?

li gorî bersiva van pirsan divê mirov ewil cûreya duçerxeyê hilbijêre:
- duçerxeyên rê/bajêr
- duçerxeyên pêşbaziyê
- duçerxeyên çiyê (mtb)

li gorî cûreyan tiştên ku diguherin ev in:
1- hebûna sûspansiyonê: hema bêje di hemû duçerxeyên çiyê de sûspansîyon hene. ji ber ku cihê ku lê tê ajotin ne asfalt e û xendek, kevir vs pir in. ger amortîsor tune be, wê zend û qûna mirov gelekî biêşe. lê ger mirov duçerxeyê tenê li ser asfaltê bi kar bîne wê demê sûspansîyon ne hewce ye û di ser de jî barê mirov bi qasê 1 kg zêde dike. û dema mirov ervazî diçe, beşek ji enerjiya mirov jî dimije û performansê kêm dike.
ji aliyê din ve êdî sûspansîyonên ku dikarin werin girtin/vekirin hene. lê dîsa jî giranîya sûspansîyonek nehewce, bela ye. (di vê navberê de ya min mtb ye û bi sûspansîyona tê girtin/vekirin e.)
girîng: ji ew duçerxeyên ku di nava bedena xwe de jî sûspansîyon dihewînin, bi çargavî birevin.

2- bagaj: di duçerxeyên rê/bajêr de bagaj û tûrik vs hene. ji ber ku di ajotina nava bajêr de carina pêwist e mirov tiştinan bi xwe re bive/bîne. û di rêwitiya dirêj de jî pêdiviyên mirov çêdibin: av, xwarin, çadir, cil û hwd. (li gorî dirêjahiya rê û programê)

3- sîstema frenê: ya min hîdrolîk dîsk fren e. gelek jê hez dikim ji ber ku mirov bi tilîyekî jî dikare tekerê rawestîne. û saxlem e jî. lê ji aliyê din ve ger xera bibe, tu nikarî bisekinî û bi tena serê xwe tamîr bikî. ger mirov here tûrek gelek dirêj û ji bajêr dûr be, ev yek dikare bibe problem. wê demê mirov divê v-fren bi kar bîne. (erzantir e, hêsantir e, tamîra wê karê zarokan e)

4- vîtes: ger di rotaya mirov de ervazî pir bin, vîtes wê gelek alîkarî bike. jixwe di hemû cûreyên duçerxeyan de vîtes heye. 21, 27, 30 vs.

5- giranî: yên profesyonel duçerxeyên xwe wisa optîmîze dikin ku giranîya wan bi qasê 7-8 kîlo ye, lê ger hûn niha herin ji duçerxeyeke ya çiyê bikirin bi bûhayê 1000-2000 tl, îhtîmalek mezin wê 15-17 kîlo be.

li gorî kalîteya sîstema fren û vîtesê û parçeyên din bûhayên duçerxeyan gelek diguhere. ji 400 tlyan fîlan destpê dike. lê ger tu bêjî ez ê bi rastî jî lê siwar bibim û heta ez ê herim riyên dirêj jî, mirov dikare bêje ku divê bûhayê duçerxeyê ne kêmî 1000 tlyan be.

ji xeynî van pêşniyarên ji bo rêwitiyê:
- berî her tiştî: kask, lepik, berçevk, kask, lepik, berçek, kask, lepik, berçek, kask, lepik, berçek...
- ger li ser rotaya we market, restorant hwd. tune bin, herî kêm 1 lt av divê kesîn hebe. hinekî çîkolata, gofret û tiştên wisa jî wê baş be.
- pêdiviyên ji bo tamîra duçerxeyê jî nebe nabe: seta alyanan, seta tamîra teqînên lastîkan (pîne, levyeyên plastîk, vezeliqoka wê vs. jixwe wek set tên firotin) an jî lastîka hundirîn ya yêdek û pompa.
- telefonek full şarjkirî û belkî powerbankek (ger wê rêwitî dirêj bidome)
- lembeyên pêşîn û paşîn. (ger wê bi şev jî wê were ajotin)
- tedbîrên ji bo kuçikan. (ger hûn ji kuçikan netirsin problem tune, lê ger tirsa we hebe an xwe hinekî hînî bikin û lêkolînê bikin di derbarê tevgerên kuçikan de an jî bi xwe re tiştekî bigerînin: ji bo revandina wan cîhaz hene, amûrên elektroşokê hene, an jî şivikek vs.)

welhasil, pêşniyarên min bi kurtî ev in. duçerxeya min jî kron xc-450 ye ev bi qasê 7-8 meh in bi kar tînim û bi qasê 400 km pê çûme. min ji amedê, ji xweha jina selahattin demirtaş kirîbû. lê wan dikana xwe girtin. wê demê 1750 tl bû. niha jî ewqas e.
di duçerxeyên navincî de (em bêjin yên di navbera 1000-2000 tl) markaya sîstema frenê û vîtesê bûhayê wê dîyar dike. mesele em bêjin vîtes shimano ye. lê kîjan modela wê ye? divê mirov van bide ber hev.



12.05.2018 21:44 ~21:51 | simurg56

4. (bnr: mosso cavalier 700 sora)

ji pisqilêtan zêde fêm nakim lê min bi qasê 250 km bikaranî. tu kêmasiya wî bala min nekşand. gelekî jê qayîl im. sivik û ergonomîk e.



25.02.2020 19:27 | brusk56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyazên duçerxeyan j'bo rêwîtiya dirêj
» j'bo
» rêwîtiya otobesê de ew bêhna ku ji paş ve tê
» dirêjkirina lînkan

Kategoriyên mijarê:: spor jiyan spor jiyan spor jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî