Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 48 peyam
f/p - tirşik
f/p
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: fiyat/performans)

Li gorî performans û bikêrhatîbûnê, fiyata herî lêhatî, îdeal.



12.05.2018 12:56 | gumgumok

2. rêjeya ku çiqas kêm/hindik be evqas baş e.
Gava biha'ya tiştekî bêhtir dibe ev rêje zêde dibe, performan çiqas baştir be ev rêje kêm dibe.
(bnr: kêrhatin/buha)
(bnr: performans/fiyat)



12.05.2018 22:30 ~22:31 | cûndûllah el-kurdî

3. termeke tirkî ye. weke li jor jî hatiye nivîsîn, wateya wê bûha/performans e.
hevokên mînak wisa ne:
- gelo di pîyasayê de komputera ku rêjeya f/p herî zêde kîjan e ku bikirim?

lê weke di peyama berî min de jî hatiye nivîsandin, ev bikaranîn şaş e. ji ber ku di eslê xwe de ev rêjeya f/p çiqas kêm be, ewqas baştir e. yanî lazim e mirov li bikeve li dû tişta rêjeya wê ya f/p herî kêm.
an jî divê mirov cihê wan biguhere û bêje rêjeya performans/bûha.
an jî em wê jî bikin kurdî û bêjin rêjeya kêrhatin-bûhayê

agahîya dîtir:
bi îngîlîzî dibêjin price–performance ratio (bûha-performans) an jî di cihên taybet de Benefit–cost ratio (feyde, kêrhatin-bûha).
her wiha bi îngîlîzî di cost effective jî tê gotin. wateya vê jî mesref-bandorkerî ye. yanî em bêjin we rezek heye, we traktorek kirî û her îşê xwe bi wê kir û we 15.000 mesref li traktorê kir lê wexta hilberînê hat û we tenê 16.000 tl fêkî çinî û ji te re tenê 1.000 tl kar me. wê demê mirov dibêje traktor ji bo karê me ne cost-effective e. yanî nahêje pereyê xwe.



13.05.2018 09:41 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» f/p

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî