Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
ciwan haco - felek - tirşik
ciwan haco - felek
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. albûma nû ya ciwan haco ye. ciwan haco piştî çend salan mizgînîya albûmekê da û ev mehek zêdetir e li ser qenala YouTube'ê red music digital danasîna wê tê kirin.

di albûmê de 12 stran hene. yek ji bo şervana ypg'ê arîn mîrxan ku dema bêhn li kobanîyê çikayî xwe li ser girê miştenûrê di nava sedan daîşîyan de teqand û ew pêvajo bû veçerxa şerê kobanîyê. stranek ji bo rojnamevan şîfa gerdî ye ku dema li başûr dixebitî di encama êrîşeka daîşê de şehîd ket.

kekê ciwan dibêje ev albûma gelek cuda ye û di hevpeyvîna xwe ya bi avestakurdê re behsa vê yekê dike: “Gelek ciyawaz e. Her kes dê xwe têde bibîne, klasîk, modern, ji rîtmên erebesk, rock, pop, cazz, hemû têde hene.” hevpeyvîn "Albûma Ciwan Haco li ber derî ye": Here lînkê

ciwan haco dibêje wê albûm li ser înternetê bête belavkirin, ji ber wê wek cd neyê firotin tenê: “Em ê albûmê bi awayî dijîtal, bi rêya înternetê belav bikin. Ez ê tenê 500 heb CD kopî bikim, ew jî ji bo diyarî ye.”

ji bo hûn pêvajoyê bişopînin dikarin bibin aboneyê qenala wan a YouTube'ê: Here lînkê

ev jî teasera albûmê:



18.05.2018 12:33 | xendekî

2. albûma ku ev nêzikî mehekê ye li bendê me. ji hesaba youtube hema bêje heftiyê carekê beşên biçûçik jê tên weşandin.
bi qasê min dîtî, wê ne wek hêvîyên min be. lê dîsa jî em bi çar çavan lı bendê ne.



18.05.2018 23:39 | simurg56

3. weke kû ciwan haco bi vê albûmê wê vegere ciwantîya xwe. yan jî em wisa hêvî dikin. ka bira derkeve albûm, em ê bibînin.



19.05.2018 14:26 | parêzerê nîvçe

4. remezan olçen ji bo e-rojname'yê li ser albûma felek ya ciwan haco pê re hevpeyvînek kiriye. li ser albûmê hîn hûrgilîyên xweş hene, hûn dikarin ji vir bixwînin: Here lînkê



22.06.2018 15:56 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» ciwanro
» feleka bêbext

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî