Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
gogerçîn - tirşik
gogerçîn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navekê jina ye.

2-3 meh berê min nasnameya yekî de dîtibû navê diya wî usa hatibû nivîsandin, ew kes ji xelkê kopa mûşê ye. Gava min dîtibû bala min kişandibû, gogerçîn ji zimanê Tirkî ji peyva "güvercin" tê yan na nizanim belkî eleqeya wê hebe. Azerî jê re "göyerçin" teter jî "kügarçen" dibêje

Min îro di belgefîlma salih kevirbirî ya behsa kinyazê Îbrahîm dike sêr dikir. Min dît ku navê xanima wî jî gogerçîn e, Kinyazê Îbrahîm kurdên qazaxistanê ye ku ji yerîwana Ermenîstanê sirgûnê li wir kirine.

Weylê min ê Kurdo, Kopa Mûşê û Qazaxistan çiqas ji dûrê hev in jî ewqas nêzîkî hev in...



05.06.2018 11:44 | mîr

2. Navê hespa Evdalê Zeynikê ye. Weke ku hûn jî dizanin (heke hûn nizanin ji xwe ra hîn bibin) di destanên Kurdan da hesp xwedî ciheke taybet e. Leheng bi hespên xwe têne naskirin. Ji vana yek jî mîrê dengbêjan Evdalê Zeynikê ye û navê hespa wî jî Gogerçîn e.



26.03.2019 22:35 | deştî

3. Li hinek deveran kurmanc bo kevokê wê peyvê bikar tînin.
Peyvek ji zimanê moxolî derbasê kurmancî bûye.
Herwiha navê hespê evdalê zeynikê ye.



24 roj berê 13:45 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gogerçîn

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî