Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
sabah kara - tirşik
sabah kara
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar û şaîrekî kurd e. ji nisêbîn ê ye. yek ji damezrênerê kovara nûbihar ê ye. bi çar pênc zimana dizane. li derveyî welêt dijî.



berhemên wî:



wergera dûbeytîyên baba tahîrê uryan

rûbaîyatên omer xayyam

çağdaş îran şiîr antolojîsî

çarîn



û gelek wergerên ji farisî û zimanên dın



09.09.2013 18:56 | seydayê_peyvan

2. herwiha wergêrrek baş û jêhatî û serkeftî ye.. çarînên baba tahîrê uryan ji lorî wergerandiye kurmancî.. yanî ew çarînên ku kurdên me hetta êvarî li ser facebook û twitterê parve dikin . yên wekê delal her du çavên te qera min in filan ewî li ber bejna kurmancÎ kiriye.. û wekê din camêr bi kurmanciyek xweş û sade helbesta meşhûr ya şairê tirk sezai karakoç jî bi zimanek sivik û sade wergerandiye kurmancî.. (bnr: monna rosa).. lê kêmasiyek ya vê camêrî heye tehemûl û toleransa wî gelekî kêm e û wekê kela nîskê zû dikele û difûre û hildiperişke ser serûçavên xelkê.. filan..



09.09.2013 19:03 | endazer

3. ger ez dewlemend bûma minê hemû perê ji bo tedawîya wî bida... divê bê rehabilitekirin...



27.01.2014 10:37 | jajî

4. ez nizanim bû çend meh e ku berabar ketiye ser û hemû çapameniya sosyalê li me aniye tamaşe.. niha jî ketiye etra kadrî yildirim û dibêje kadrî dizek rovî ye.. xwedê paşiya wan xêr bike



27.01.2014 18:11 | ferhenga şikestî

5. çarîneke wî ya wiha heye, demekî li ser facebookê pir belav bibû;



Tu ne ji heq fêhm dikî, ne ji daxwaz û lavlava

Tava jîna me bi xem û kul û keder çû ava

Ro bi ro xwezî bi do, sal bi sal xwezî bi par

Te jîn li me kir zîndan, dewlet mala te ne ava.



-Sabah Kara-



19.04.2016 12:19 | xendekî

6. (bnr: nûbihar)



19.04.2016 20:57 | kezebmonitor

7. Pelê teqwîmê diweşin sê-çarek liser daran
Rojeke sar î zivistanî li pişt pencereya xwe
Min li jiyanê nihêrt mîna çiyayê dûr ên bi berf
Ricifi dilê min şikestî ji hemû tiştan
Her tişt parçe parçe zêde dike xema min
û pelê teqwîmê diweşin sê-çarek li ser daran

_sabah kara-



15 roj berê 19:42 | derdxane

8. Nizanim gelek dibêjin sabah kara bajarî, mihelmî ye. Lê keda wî li ser helbesta Kurdî, zimanên Kurdî, berhemên wergera zimanê Kurdî geleke.



3 roj berê 19:14 | derdxane

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» sabahattin çelik
» karabêtê xaço

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî