Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
biryara girtina spûtnîk kurdistanê - tirşik
biryara girtina spûtnîk kurdistanê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gor daxuyanîya xebatkarên spûtnîk Kurdistanê navenda Spûtnîkê biryar daye ku heta dawîya vê mehê beşa kurdî bê girtin. li gor min sedema wê ya bingehîn tikandinên kêm in. xebatkarên beşa kurdî bang li şopînerên xwe kiriye gotine, ji bo beşa kurdî neyê girtin ji navenda Spûtnîkê re emaîlan bişînin:

Silav û rêz

Dawiya vê mehê biryare Spûtnîk Kurdistan bê girtin. Ji kerema xwe nameya rûsî ya li jêr ji bo ajansa Spûtnîk Kurdistan ji aliyê Rûsyayê ve neyê girtin bişînin ji mailên li jêr hatine danîn re.


Li ser navê xebatkarên Spûtnîk Kurdistanê gelek spas...


*
msimonyan@rttv.ru

dip@mid.ru

pressclub@rian.ru


*

Me bihîst ku serwîsa Sputnik Kurdistanê ya bi Kurdî weşanê dike, ku bi ser Ajansa Nûçeyan a Navdewletî ya ‘'Rossiya Segodnya'yê ve ye, dê were girtin û em ji ber vê yekê gelekî xemgîn bûn. Îro bi taybetî di warê herêma Rojhilata Navîn de Rûsya çawa aktorekî girîng û sereke yê navdewletî ye, neteweya Kurd jî di warê herêmî de xwediyê mîsyoneke sereke û diyarker e. Rûsya jî baş dizane ku neteweya Kurd, yek ji neteweyên herî kevnare û qedîm ên herêma Rojhilata Navîn e. Bi heman awayî nabe ku neteweya Kurd were paşçavkirin, ji ber ku ew îro li Rojhilata Navîn xwediyê hêzeke mezin a siyasî, civakî, çandî, aborî û demografîk e.

Çawa ku Serokê Dewleta Rûsyayê birêz Vladimir Putin jî di gelek daxuyaniyên xwe de anî ziman, peywendiyên di navbera Rûsya û neteweya Kurd de bi awayekî dîrokî her tim xweş bûye. Îro jî çi di warê Birêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê de çi jî di warê Kurdên li Sûriyeyê pewendî û peymanên siyasî û aborî yên Rûsyayê ligel Kurdan hene û baş in. Dikare were gotin ku weşana Kurdî ya Sputnikê tevkariyê li van peywendî û peymanan dike û wan hîn xurt û geş dike.

Bidawîkirina weşana Sputnik Kurdistanê teqez dê bi awayekî cidî bandoreke neyînî li ser peywendiyên Rûsyayê û neteweya Kurd bike. Divê baş were zanîn ku bi girtina Sputnik Kurdistanê Kurd dê bi awayekî bibandor û lez ji agahdarbûna polîtîkayên neteweyî û navneteweyî yên Rûsyayê mehrûm bimînin û herwisa dê nikaribin qadeke xurt a medyayê bibînin ku fikr û ramanên xwe yên derbarê Rûsyayê de bînin ziman. Serwîsa Sputnik Kurdistanê ev nêzikî 3 salan e weşanê dike û bi weşana xwe rastî eleqeyeke xurt a neteweya Kurd hatiye û ji bo gelek saziyên medayê yên Kurd bûye alternatîf û çavkanî. Ji ber van sedeman em hêvî dikin Sputnik Kurdistan dê neyê girtin û ji bo Rûsyayê û neteweya Kurd bibe qadeke girîng a agahî û zanyarî û ragihandinê, lewma em naxwazin were girtin.

*


Директору Департамента информации
и печати Министерства иностранных дел РФ
(официальный представитель Министерства
иностранных дел Российской Федерации)
Марии Владимировне Захаровой

Главному редактору международного
информационного агентства «Россия сегодня»
и информационного агентства «Sputnik»
Маргарите Симоновне Симоньян


Нам, нижеподписавшимся, стало известно, что (до конца текущего месяца) будет ликвидировано вещание Международного новостного агентства Sputnik на курдском языке (входит в структуру МИА "Россия Сегодня"). Мы хотели бы довести до Вашего сведения о нашем глубоком сожалении по этому поводу.

В настоящее время в Ближневосточном регионе происходят важные события, протекают исторические процессы. Россия во всех этих процессах играет ключевую роль. В свою очередь, курды являются серьезным фактором, имеющим определяющее значение в рамках регионального баланса сил.

Как неоднократно упомянул Президент Российской Федерации Владимир Владимирович Путин, Россия исторически всегда имела хорошие отношения с курдским народом. Начало выпуска новостной ленты Sputnik на курдском языке стало важным импульсом для развития этих отношений. Ибо вещание было адресовано народу с 40-миллионным населением. Проект новостной ленты Sputnik на курдском языке стал хорошей площадкой для обсуждения социально-экономических и политических проблем курдского населения в регионе и вспомогательным инструментом развития отношений между Российской Федерацией и курдами (от Регионального Правительтсва Иракского Курдистана (КРГ) до курдов Северной Сирии - Рожавы).

Очевидно, ликвидация выпуска Sputnik на курдском языке не лучшим образом отразится на традиционно добрых отношениях между Россией и курдами. Курды отстанутся без средства получения объективной информации и голоса о международных и курдских проблемах, которые были возможными и доступными благодаря агентству.

Мы надеемся, что новостная лента Sputnik на курдском языке, которая за три года работы получила признание курдского населения и стала серьезной альтернативой и источником информации для многих других курдских новостных агентств, продолжит свое существование в информационном поле, особенно в эти исторически важные, непростые дни.b



14.06.2018 18:19 | xendekî

2. piştî polîtîkayên rûsyayê min dev ji şopandina vê malperê bedayibû ku ji aliyê nûçeyên wan ên teknolojî û heta radeyekê "înfografî"yên wan gelek kêfxweş bûm. ya rastî ev e ku niha ne xema min e girtin an berdewamiya wê. ber çavên min reş bûne. bira herin propagandayên xwe li cihekî din bikin. pix!



14.06.2018 19:29 | biruya hayao miyazaki

3. (bnr: erdogan feat putin)



14.06.2018 23:51 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» biryara dirêjkirina porê
» girtina fara erebeyê di rêya tarî de

Kategoriyên mijarê:: nuce malper nuce malper nuce malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî