1. dengbêjekî botanê ye. demek dirêj li ber mala dengbêjan a Cizîrê ma. gelek vîdyoyên wî li ser YouTube'ê û twitterê belav bûn. lê hê ti qeydên wî yên profesyonel derneketine. evdirehmanê dêrşewî - narînê: vîdyoyê veke evdirehmanê dêrşewî - sê biskên yarê: vîdyoyê veke |
|
19.06.2018 00:57 |
xendekî
|
2. dengbêjê ku stranên govendî jî dibêje, vîdyoyek wî ya nû hate ber destê min, min deşîfre kir û li asoyê bar kir, kerem bikin: Leylê leylêo leylêo wax leylê leylêo leylêo ax leylê pelik ewrê çila* wax leylê pelik ewrê çila ax weylê barana şîtêo leylê wax leylê barana şîtêo leylê can weylê wez dey dikim deyn nakim wax leylê wez dey dikim deyn nakim can weylê kofya şimşit şil nakim wax leylê kofya şimşit şil nakim can weylê we'l vî gundî mêra nakim wax leylê we'l vî gundî mêra nakim can leylê dilê lawa qul* nakim wax leylê dilê xorta qul nakim can weylê wez dey dikim deyn dikim wax leylê wez dey dikim deyn dikim can weylê kofya şimşit şil dikim wax leylê kofya şimşit şil dikim can weylê we'l vî gundî mêra dikim wax leylê we'l vî gundî mêra dikim can weylê dilê lawa kul dikim wax leylê dilê xorta kul dikim can weylê leylêo leylêo wax leylê leylêo leylêo can weylê Fatimê hêê de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê delala mela îsa, delala mela îsa çepûta serê kîsa, çepûta serê kîsa te hestûkê min heland, goştê min kir helîse te hestûkê min heland, goştê min kir helîse de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê delala* mela elî, delala mela elî delala mela elî, delala mela elî pepûka'l serê kelî, pepûka* serê kelî te hestûkê min heland, goştê min kir bo qelî te hestûkê min heland, goştê min kir bo qelî de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê fatima mela hemed, delala mala hemed kevoka'l ser heleme, kevoka'l ser heleme te hestûkê min heland, goştê min kir melheme te hestûkê min heland, goştê min kir melheme de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê tîtote* hêlîn çêna, tîtote hêlîn çêna pehîna xwe lê da, te'w enîşka xwe lê da tîto* ket hewşê de, hewşa mala melê de ez ketim ser singê'w de, ketim xêra xwedê de e'ketim ser singê wê de, ketim xêra xwedê de de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê Deşîfrasyon: R. Xendekî ASOYA HELBESTA KURDΰ 18ê Hezîrana 2018an |
|
19.06.2018 01:09 |
xendekî
|
duayên kurdî [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
femonasyonalîzm [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |