Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 73 peyam
evdirehmanê dêrşewî - tirşik
evdirehmanê dêrşewî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. dengbêjekî botanê ye. demek dirêj li ber mala dengbêjan a Cizîrê ma. gelek vîdyoyên wî li ser YouTube'ê û twitterê belav bûn. lê hê ti qeydên wî yên profesyonel derneketine.

Kilamên wî yên heyran jaro û Narînê zêde belav bûne.

evdirehmanê dêrşewî - heyran jaro:



evdirehmanê dêrşewî - narînê:



evdirehmanê dêrşewî - sê biskên yarê:



19.06.2018 00:57 | xendekî

2. dengbêjê ku stranên govendî jî dibêje, vîdyoyek wî ya nû hate ber destê min, min deşîfre kir û li asoyê bar kir, kerem bikin:





Leylê
leylêo leylêo wax leylê
leylêo leylêo ax leylê

pelik ewrê çila* wax leylê
pelik ewrê çila ax weylê

barana şîtêo leylê wax leylê
barana şîtêo leylê can weylê

wez dey dikim deyn nakim wax leylê
wez dey dikim deyn nakim can weylê

kofya şimşit şil nakim wax leylê
kofya şimşit şil nakim can weylê

we'l vî gundî mêra nakim wax leylê
we'l vî gundî mêra nakim can leylê

dilê lawa qul* nakim wax leylê
dilê xorta qul nakim can weylê

wez dey dikim deyn dikim wax leylê
wez dey dikim deyn dikim can weylê

kofya şimşit şil dikim wax leylê
kofya şimşit şil dikim can weylê

we'l vî gundî mêra dikim wax leylê
we'l vî gundî mêra dikim can weylê

dilê lawa kul dikim wax leylê
dilê xorta kul dikim can weylê

leylêo leylêo wax leylê
leylêo leylêo can weylê


Fatimê
hêê de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê
de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê

delala mela îsa, delala mela îsa
çepûta serê kîsa, çepûta serê kîsa

te hestûkê min heland, goştê min kir helîse
te hestûkê min heland, goştê min kir helîse

de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê
de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê

delala* mela elî, delala mela elî
delala mela elî, delala mela elî
pepûka'l serê kelî, pepûka* serê kelî

te hestûkê min heland, goştê min kir bo qelî
te hestûkê min heland, goştê min kir bo qelî

de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê
de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê

fatima mela hemed, delala mala hemed
kevoka'l ser heleme, kevoka'l ser heleme

te hestûkê min heland, goştê min kir melheme
te hestûkê min heland, goştê min kir melheme

de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê
de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê

tîtote* hêlîn çêna, tîtote hêlîn çêna
pehîna xwe lê da, te'w enîşka xwe lê da

tîto* ket hewşê de, hewşa mala melê de
ez ketim ser singê'w de, ketim xêra xwedê de
e'ketim ser singê wê de, ketim xêra xwedê de

de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê
de lê lê de lê lê, de lê'w lê fatimê lê

Deşîfrasyon: R. Xendekî

ASOYA HELBESTA KURDΰ
18ê Hezîrana 2018an



19.06.2018 01:09 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» evdirehmanê dêrşewî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî