Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
nivîskarên ku ferqa stran û kilamê nizanin - tirşik
nivîskarên ku ferqa stran û kilamê nizanin
(9) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. Pirsgirêkek e û problema mirovên ku zimanê kurdî nizanin e. Yan jî pirsgirêka kesên zimanê dejenerebûyî bikartînin e.

Îroj di nava gelê me de bi taybetî jî hundirê gelê bakurî zimanê kurdî dejenere bûye ango wêran bûye û wekî bayê birûskê ber bi wêranbûnê ve diçe.

Ziman çawa wêran dibe?
Wek mînak,
Kilam ji zimanê erebî ji peyva kelamê tê, gava di zimanê de cihê peyva stranê digire ziman wêran dibe, dejenere dibe. Yekî nizane kîjan bikarwerîne.

Xirab ji zimanê erebî ji peyva xerabê tê, gava di zimanê de cihê peyvên pûç û şikîn û wekî wana digire ziman pûç dibe, dejenere dibe.

Fikirîn ji zimanê erebî ji peyva fikirê tê, kengî di zimanê de cihê peyva ramîn girt ziman wêran bûye, dejenere bûye nexwe.

Jixwe ev têkoşîna kurdan ku bi sedan sal e didome ji bo zimanê me ye. Ji bo gelê me bikaribê ku bêjê ramîn, stran, wêran. Ji bo ku nebêje fikir kir, xera kir, kilam got. Bi kurtî têkoşîn ziman e.

HEWCE nîn e ku em DÎQAT bin lê belê divê baldar bibin, hişyar bibin ku bikaribin zimanê xwe biparêzin. Zimanê xwe zelal bikin û xweş bikar werînin. Kilam çî ye ji bo xwedê.



20.06.2018 01:51 | bilbilê dilkul


3. Carekî min ji hevalekî xwe re ku yekî ereb bû û nû tirkî hîn dibû(ne dialimî ne jî fêr dibû) got çarşamba tê wateya roja çaremînê pêre min pêve kir, got lê belê wekî ku tu jî dizanî di tirkî de ji bo roja sêyemînê tê bi kar anîn hevalê min gotibû belê rast e û gelek keniya bû. Û me hinek li ser zimanan axivîn(ne qise kirin ne jî şitaxilîn).

Gava ku ji we pirsekî hat pirs kirin cewabê nedin, bersiv bidin. Ev tiştekî dijwar nîn e.

Kilaman mebêjin, stranan, goraniyan, gotinan, bêjeyan bêjin.

Di her zimanan de peyvên biyanî hene, cîh girtine. Lê belê dema ku li zimanan peyvên biyanî bibe peyvên sereke zimanan wêran dike. Wek mînak peyvên kurdî bikeve bin sîbera peyvên biyanî zimanê kurdî dejenere bûye, pûç bûye nexwe.

Çima ezê bêjim difikirim, fikir kir, fikiriyam. Ezê bêjim diramînim.

Çima ezê bêjim qise bikim, biştaxilim, xeber bidim. Ezê bêjim biaxivim, bipeyivim.

Peyvên ku kurdiya wan hene çima ezê yekî biyanî bikar werînim li cihê û xwe bidim kenînê. Ezê ro bi ro kurdiya xwe zelal bikim hê çêtir.

Nizanim,
qebul kir, nekir
Zorlanmîş bûm, nebûm,
Texmîn dikim, nakim,
Batmîş bûm, nebûm,
Yardimcî bûm, nebûm,
Seyr dikim, nakim.

Ew çi ne yabo!
Kurdî kengî wilo wêran bû.
Peyvên xwe li ser piyan bihêle ku zimanê te jiyan bibîne. Bê peyvan ziman nabe, ji peyvên biyanî zimanek dernaye.



21.06.2018 04:16 ~04:19 | bilbilê dilkul

4. Yaw çi eleqeya wê heye, polîsên gramerê niha bêjin eleqe nîne heval gerê te bigota "pêwendî" filan û bêvan. Bîna Kemalîstên tirk nekin "güneş dil teorisiya" wan li ser me ferz nekin, miletê kurd bira ji zimanê xwe haqa sar nebe. Kalikê min û kalikê wî negotiye stran, gotiye kilam ewana carek jî neçûn mektebê qey wana li kû dejenere bûn, gelo li dinyayê de zimanekî têkiliyên wê hevûdu re nekiribin heye, hebe jî gelo çi halê de ye, pûç û zeîf nîne.

Min piştî 25 salê xwe zanî ku wek peyveke "stran" heye, erê stran ne peyveke çêkirî ye lê hêla Serhedê, Qefqasê tune ye, hebe jî parîkî heye.

Heke zimanek li kolanan de nayê xeberdan gelo hezaran ferhengên xwerû kurdî hebin kêrî çi tên,

50 sal ewil Radyoya erîwanê çaxa lê dida hemû kurd jê fehm dikir, dilên wan pê re diavêt niha ajans û bernameyên televîzyonên kurdî weşanên xwe keno xwerû bi kurdî dikin, îja zimanekî çêkirî, li labarutawaran de hatiye afirandin xelkê bînin ber çend kes hene jê fehm dike. Ez li ba diya xwe bixwe wekî kesekî kurdî Nizane dihesibînim lê em bi hev re rûdinin ew ji min re dibêje "ewana çi dibêjin gelo?" Gelo diya min ê qe mekteb nexwendî dejenere bûye yan ez?

Werin nivîsên feqiyê teyran, Ehmedê Xanî, baba Tahirê uryan hwd binêrin ji nivîsên wan peyvên erebî, farisî derxin ji sedî çend kurdî dimîne ji me re. Werin kitêbên erebê Şemo, Qanatê Kurdo, Emerîkê serdar, Ordîxanê Celîl, Celîlê celîl, fêrîkê ûsiv binêrin gelo kê dejenere bûye ewana yan em?

Wekî mînak li romana ewil ya kurdî binêrin: şivanê kurmanca/68956 gelo bavê romana kurdî Erebê Şemo li kû dejenere bûye.



21.06.2018 21:40 ~21:39 | mîr

5. Kurd çiqas dizanin tiştan ajîte bikin. Niha jî bi helbestvanan ajîtasyon dikin.

Şêx ehmedê xanî, melayê cizîrî, hemedanî ewana hemû mirovên gelekî hêja û bihagiran in. Çar pênc ziman dizanin. Edebîyat dizanin. Zanista îslamî-olî dizanin. Stêrezan in, mela nin, pisporê gelek tiştan in ku em navê wana jî nizanin.

Îro helbestekî ehmedê xanî bixwînin di navê de hevokekî jî nikarin bigirin. Divê ferhengekî vekin ku bigihijin wateya hevokekî.

Helbestvan û helbest cuda ye, helbest huner e. Ziman jiyan e. Huner çiqa şox û şeng bê, wurşedar bê, dûredest bê ew qas bihadar e. Lê belê ziman çiqa asan û resen bê ewqas birûmet e.

Sed bavê min jî bibêje' min fêm kir' ez ku hetanî destê min tê nabêjim 'min fêm kir'. Ez bibêjim 'min gihişt, gihîştim, têgihaştim...'.

Nexwe min bigota 'min anlamîş kir' hêj hêsan e. Heke wilo çêbûba tirk jî û ereb jî dikarin heta dawiya şevê kurdî 'xeber bidin!?'. Ha eremancî ha tirkmancî. Tirkmancî hêj gorî berjewendiyê min e vê rojana.

Bi zimanekî hêsan û vekirî hîn tiştan ravedikim lê mirov zehf tewizî bûne. Min negot di nav rojekî de emê ji xewê şiyar bin û hemû kes bi kurmanciyeke zelal û rast bipeyivin. Ez dibêm ro bi ro emê kurdiya xwe zelal bikin. Peyveke, gotineke ku kurdiya wî heye emê çima erebiya û tirkiya wî bibejin.

Eger kurdek wek şêx xanî û mela û hemedanî şareza bê heke dixwazê şanzdeh zimanan tevlîhev bikar werînê. Emê bi wî re tim serbilind bin.

Lê rastî wisa nîn e. Pêre yekî kurdîaxêw bibêje hespikê hesinê tu jî 'fam bike' heskê hesinê. Pêre em dejenere nebûne, bavê bavê min jî wilo 'xeber dida' filan û bêwan.

Xeberdan çî ye yaw. Çi komîk e. Xeberê çi didin? Tenê xeberdan hebûbana serçavan.
Qîmetdan, dersdan, kêfdan, hewldan, qewldan, qisedan, sozdan, tehmdan, terkdan, bextdan, cehddan, cewabdan, derbdan, plandan, qanûndan, qerardan, saloxdan, sewqdan, tixûbdan, kokdan, masûldan, mîsaldan, eleqetîdan, nimûnedan, dewamdan,

Dan û didan, hewîr û nan
'Xeber didan qurban heyran'
Peyv û gotin hemî biyan
mal mîrat û ziman wêran



22.06.2018 00:11 | bilbilê dilkul

6. Nivîskarên ku heqê wana dardakirin e : ))

(bnr: nivîskarên divê bi şiva terr li wan were xistin)



23.06.2018 00:59 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên mêr ên tirşikê
» ferqa îcad û keşîfê
» stranên lezkirî
» kilamên kurdî ên tirşikvan herî zêde jê hez dikin

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn zimanpeyv ziman jiyan perwerdehi muzikstrn zimanpeyv ziman jiyan perwerdehi muzikstrn zimanpeyv ziman jiyan perwerdehi kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî