Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 66 peyam
rewşan çeliker - tirşik
rewşan çeliker
(2) (0) ecêb (0) (9)
di mijarê de bigere

1. jinekê xweş e, dengê wê jî qasî wê xweş e. dengê wê mîna çîrokbêjan e. Min got çîrokbêj lê min tu çîrokbêj nedîtiye. ax lê wesê-ya wê favoriya min e. ximximê torevanê û lo berde jî xweş dibêje.



2018.06.28-12:52 [guhertin:2018.06.28 12:52]| biruya hayao miyazaki

2. Piştî ku me ewqasî gilî gazin dikirin digot; "belê êdî hin kesên bi kurmanciya serhedê dinvîsin henin lê mixabin ew awazê berê winda dibe" Rewşen Çelîker derket. Belê dengê wê gelekî xweş e lê ji hemû tiştan girîngtir awazê wê kurmancîye, kurmancîyeke qedîm û xas e. Xwe ji dengê wê yî xas-kurmancî bêpar nehêlin.



2018.06.28-14:55 | jifêzagorda

3. min ew stranbej niha ditiye. stranbeje gellek xweş xuya dike û awaye xwe gellek cuda ji guhen min re tê. him jî pir qeşenge *



2018.11.01-16:49 | tekoser

4. stiranên wê gelek xweş in lê bi ya min dengê wê li stiranên bihereket bêhtir tê.



2018.11.24-11:23 | kurê xelkê

5. îro bi navê tov albûmeke nû derxistiye. kêfa min heta vê hingê ji deng û mûzîka wê re nedihat. ji ber ku ne deng û qirika wê kurdî bû ne jî xwediyê berhemekê bû. hew li dora stranên bav û kalan digeriya, wan bi terzeke modern(!) dixemiland û dihetikand lê di vê albûma xwe ya nû de cih daye çend stranên nû û çend helbestên fêrîkê ûsiv. ecêb e dengê wê xweştir bûye di vê albûmê de. min ev ferq kir ku dengê vê xanimê li stranên kevn nayê. di vê albûmê de jî xwe li çend stranên kevn ceribandiye lê li hev neaniye. ev stranên di albûmê de cih digirin delal in:

gulê:









gulîzera min:









taxa filla:










2020.01.10-23:34 [guhertin:2020.01.10 23:33]| xeyda

6. stranbêja ku min bi saya peyama xeyda kifş kiribû berî mehekê. û gelek keyfxweş bûm bi nasîna wê. ji strabêjên nûjen hîç nakim yên ku dikevin nav stranên kevin û qaşo wan ji nû ve şîrove dikin, lê di rastîyê de weke gotina ahmet kaya "qebzên hilberandinê" ne.

lê vê xanimê di alûma xwe ya tov de berhemên gelek resen derxistine holê. jixwe bi taybetî strana bavê'm him super e him jî gotin jî aîdê wê ne. aha hunermendê ev e. ne wisa be ew îş tenê dibe hunermendî!ya dawetan.

li stenbolê konserek daye. li vir qeyda strana diçim diçim heye. performansek gelek serkeftî ye. bi gîtara xwe ya biçûk şovek gelek xweş pêşkêş kiriye.











dengê wê gelek xweş e. ger mesele deng be, ya aynurê fîlan jî xweş e. lê na, ya giring ew e ku ev xanim bi kurdî dikare bifikire, binivîse û di ser de jî bi gewrîya xwerû kurdî, bistire.



2020.03.01-12:16 [guhertin:2020.03.01 12:16]| simurg56

7. Stranbêja ku diyar kiriye wê îşev seet heşta de li ser kanala xwe ya youtubeê konserekî bide. Jê nemînin *



2020.03.22-14:39 | rizgarm

8. min kir û nekir hînî dengê wê nebûm. gava kilamên wê guhdarî dikim dibêm qey qebzî bûye loma dike inteinte. ya star!



2020.03.24-12:45 | tizbîkêş

9. duh li ser youtubê, ji mala xwe, konserek zindî dabû. min nekarîbû zindî temaşe bikim lê paşê min ji serî ve temaşe kir. konserek kurt lê samîmî bû. ew û mêrê xwe hakan tenê bûn. min keyfê jê stand.
mixabin mêrê wê bi kurdî nizane û loma carna bi kurdî carna bi tirkî axaft rewşanê. lê gorî gotina wê, mêrê wê xwe hînî kurdî dike.











2020.03.24-15:32 | simurg56

10. stranbêja duh li ser hesaba xwe ya youtubê bernameya ku dengên bakur ji bêyî destûra tora medyayi ya rûdawê û be logo ya rûdawê parvekirîye. dibe peşî hûnermend tiştek wusa meke paşîn kurd bi hevra tiştên wusa mekinn.

Rewşan - Dengên Bakur (1) I 2014












2020.03.25-23:32 | golikvan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
duçerxe [2]
bi îngîlîzî bicycle an jî bike. bi-cycle yanî cot-gir...
altan tan [1]
Derbarê vî mîjarê de wek @hespêsor difikirim.Tişta ku dixwazim lê zêde...
motîvasyona misilmanên serhişk [1]
Dijûn kirina fila û êzidiya. Hin kurdên ku serê wan bi olê hatiye şuşt...
li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [11]
Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
gnossienne no1 [2]
berhemek Erik sate, her wiha beşên wê ên 2 û 3an jî heye, berhemekê bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» rewşan çeliker

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî