Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 79 peyam
întihala hawar û kurdistanê ya weşanxaneya j&j'yê - tirşik
întihala hawar û kurdistanê ya weşanxaneya j&j'yê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: întihal)

weşanxaneya j&j'yê berî dêmekî rojnameya Kurdistan û kovara Hawarê wek pirtûk çap kir. fiyetê van çapan 70-80 lîreyî bû.

paşî li gor nûçeya malpera e-rojnameyê derket ku weşanxaneya j&j'yê hawar ji malpera enstîtuya Kurdî ya parîsê daxistiye û pdfya enstîtuyê wek fotokopî çap kiriye. rojnameya Kurdistanê ji bet xebata mehmet emîn bozarslan hatiye girtin û wek fotokopî çap kirine. ev giş bêyî xebera bozarslan û enstîtuyê pêk hatine.

weşanxaneya j&j'yê li ser vê hêj tu daxuyanî nedaye, lê bi qasî nûçeya e-rojnameyê qebûl kirine ku tiştek wilê kirine.

çi heyf, çi heyf. di vê dewra teknolojîyê de weşanxaneyek kurda radibe diçe xebata camêr û canî kan fotokopî dikşîne û çap dike û bi buhayek zêde difroşe. guhbelno hûn didizin, fotokopî dikşînin qenebe erzan bifroşin.

nûçe: "j&j'yê hawar û kurdistan întihal kiriye" Here lînkê



08.07.2018 01:05 ~01:08 | kabavêj

2. ne întîhal e, rasterast dizî ye. yên ku întîhalê dikin, beşek jê an jî bingeha fikr û berhemên xelkê ji xwe re distînin û bi kar tînin lê ya ku van kiriye rasterast dizîn û dîsa di heman bazarê de firotin.
tekane tişte ku min şaşwaz dike ew e ku çawa hêvî dikin ku ev yek dernekeve holê an jî behsa vê yekê neyê kirin. yaw hevalno ma we qet fikr nekir ku bozaslan an jî kesekî ji estîtûyê an jî xwînerekî wan here pirtûkfiroşekî??
(bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)



08.07.2018 12:59 | simurg56

3. mijara ku divê berîya niha sê çar hefteyan vebûya. wek simurg gotî, ev ne întihal e. rasterast dizî ye. destdanîna ser ked û xwîdana xelkê ye.

min jî xwediyê vê weşanxaneyê re jî got. divê demildest derkeve û ji xweytelîfan û ji wêjeya kurdî û xwînerên kurdî lêborînê bixwazin. paşî çi ji vê çap bidest xistibin divê hemûyê bexşî komeleyeke kurdî bikin an jî heqê xweytelîfan bidin wan û soz bidin ku carek din tiştek wilê nekin!



08.07.2018 23:57 | xendekî

4. Weşanxaneya J&J çiqas rehetê, hem didizin hem bêdeng dimînin buyerek wiha di weşangerîya zimanekî din de çêbiba teqez da xwedîyê mafê weşanê doza tazmînat vekira û da ji kepê wan de anîba. Wê enstîtû çi bike emê bibînin.



10.07.2018 16:16 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
belki ev jî bala te bikişînin
» întihala sîdar jîr
» hawar hebe gazî li dû ye
» weşanxaneya wergerê ya hojînê

Kategoriyên mijarê:: ziman weje ziman weje ziman weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî