Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
12 zarokên taylandî ku di şikeftê de asê mane - tirşik
12 zarokên taylandî ku di şikeftê de asê mane

Navê mijarê ya ewil ev bû:12 zarokên tayalandî ku di şikeftê de asê mane
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. mixabin ev 2 heftî ne hê jî asê ne.
berî du heftiyan (24.06.2018) 12 zarok û mamostên wan ji bo bigerin, diçin çiyayekî taylandê. li wir an ji bo kurtkirina riya xwe an jî ji bo ku ji baranê xelas bibin, dikevin şikeftekî. ev şikeft bi kîlometreyan dirêj e. piştî dikevin şikeftê, av ji deriyê şikeftê dikeve hundir û êdî nikarin derkevin. her ku av bilind dibe, ew jî bêtir dikevin hundirê şikeftê. nêzikî 3 km diçin di şikeftê de. di dawiyê de dikekvin rewşekî wisa de ku her du aliyên wan jî bi avê hatiye girtin. niha ji deriyê şikeftê 3 km dûr in, şikeft tije av e. cîhê wan 1 km di binê erdê de ye û oksîjena wan her ku diçe kêm dibe. ji aliyê din ve van rojan îhtîmalek mezin wê dîsa baran bibare û wê demê wê şikeft bi temamî tije bibe.

nêzikî 7 roj piştî wendabûna wan, tîmeke soberên noqav yê îngîlîz xwe gihandin wan. dîtin ku di nava tarîtîyeke teqez de asê mane. birçî ne û qûwet li wan nemaye. niha xwarin û oksîjen digihînin wan lê kes nizane wê çawa werin rizgarkirin. hemû dinya vê difikire.

1- soberên noqav, dikarin her yek bi xwe re zarokek bînin û derxin derve.
lê piraniya zarokan ne sober in. her wiha av şêlo ye û tarî ye. mirov nikare 10 cm jî pêşiya xwe bibîne. û soberîyek wisa di eslê xwe de encax piştî perwerdehiya bi salan, pêkan e. ji aliyê din ve, li hinek deran şikeft ewqas teng e ku mirov nikare bi tûpa xwe ya oksîjenê, tê re here. loma tiştek wisa gelek zehmet e. û ev rêwitiya kor, herî kêm lazim e 6 saet bidome. ji ber ku rê gelek dirêj e.
jixwe soberek profesonel, van rojan nekarîş vegere û di vê şikeftê de mir.

2- ava şikeftê dikare were valakirin.
jixwe vala dikin. heta niha bi milyonan ton, valakirin lê av encax metreyek fîlan kêm kiriye û dema dev jê berdidin zûzûka dîsa bilind dibe. û ger baran dîsa bibare, tu pompa nikare pêşî li bilindbûnê bigire.

3- dikarin çiyê bikolin û xwe bigihînin cihê wan.
jixwe diceribînin lê him divê 1 km bikolin him jî di ber kolandinê re, heye ku bibin sedem ku şikeft li ser wan de hilweşe an jî ji avê re rê vekin û cihê wan tije av bibe an jî tekane riya wan ya rizgarbûnê jî bixetime fîlan.
her wiha karek wisa gelek dem dixwaze.

4- dikarin kapsûlek amade bikin û zaroka têxin van kapsûlan.
lê mixabin di kapsûl bikarin ji cihên teng re derbas bibin.

5- dikarin bimînin li benda vekişîna avê.
ev yek wê çend meh bidomin. û dema baran barî, wê %100 ev der komple tije av bibe. loma nabe.

6- dikarin di riya rizgarbûnê de borîyek bi cî bikin û bi hewayê tije bikin û zarokan tê re derbas bikin.
bicîkirina borîyek wisa gelek zehmet e. heta niha nekarîn kablo jî bikişînin. ji ber ku kevirên mezin dima di nav avê de biqeliqin, van tiştan parçe dikin.

7- dikarin cihên teng biteqînin û fireh bikin.
heye ku biştî teqînê rê bi temamî jî were girtin.

şikeft jî ne riyek fireh û rast e. carina kûr dibe carina dibe mîna girekî.. carina ewqas teng e ku mirovek nikare bi tûpa oksîjenê, tê re here.
dibêjin îro operasyona rizgarkirinê destpê kiriye. li gorî planê, wê du soberên noqav û zarokek, xwe li hev girê bidin û hêdî hêdî derkevin derve. operasyonek gelek zehmet e. dibêjin heye ku bi rojan jî bidome. xwedê bike bi sax û selametê jê xels bibin lê zehmet e.

bi vê anîmasyonê mirov dikare baştir fêhm bike(deqeya 1:20);




ev jî 3d:
Here lînkê



08.07.2018 13:22 ~13:30 | simurg56

2. zarok hêdî hêdî tên rizgarkirin. li gor agahîyên dawîyê heta niha 5 zarok hatine derxistin, mane 7.



09.07.2018 12:55 | xendekî

3. zarokên ku her yek ji wan bi alîkariya du soberan tên rizgarkirin. her soberek xwedîyê tûpa xwe ya oksjenê ye. lê ya zarok jî di destê soberê li pêş e. bi boriyekê tê girêdan bi maskeya zarok ve. du sober û zarok bi hev re, bi girtina werîsek ku rêberiya wan dike, di nava 8-9 saetan de dikarin ji vê dojehê xelas bibin. heta niha di operasyonê de tu problem derneket.



09.07.2018 22:47 | simurg56

4. Bi xêr û silametî hemî zarok xilas bun ji xeynî mirina xebatkarekî tîma xilaskirinê çi tiştek nexweş neqewimî.
Wê pêşerojê ev buyer ji bo zarokan bibe serborîyek *



10.07.2018 16:09 | azad30

5. Îro berêvarê 12 zarok û bi antrenorên wan re 13 kes piştê 18 rojan hatin xelas kirin.



10.07.2018 20:05 | xelîl

6. ser xêrê hemû hatine rizgarkirin. her roj gelek kes bi riyên trajîk an jî bêsedem dimirin lê mîna bûyerên wisa bandorê li ser mirovan nakin. ji ber ku di rewşên wisa de mirov dizane ku li wê derê mirovên bêguneh di rewşek xerab de li benda mirinê ne lê ji destê mirov tiştek nayê.
mîna rojên şerê kobanê.

vêca ev mesele bû meseleya hemû dinyayê. ji ber ku vê carê dîsa mirovên bêguneh di xeterê de bûn û tevahiya dinyayê nedikarî tiştek bike.



10.07.2018 23:24 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zarokên kurdan ên poz xîtik
» asê
» mane ku

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî