Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di zanistîyê de cudahiya teorî û qanûn - tirşik
di zanistîyê de cudahiya teorî û qanûn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cudahiya ku ji ber perwerdehiya tirkan a bêqalîte xelet tê zanîn.

di perwerdehiya tirkiyê de qanûn ji teorîyê mezintir tê dîtin û wek hîyerarşî qanûn di serê de rûdine. di vê perwerdehiyê de heger teoriyek were îspatkirin dibe qanûn û teqezî. ji ber vê xeletiyê teoriyên rêzdar ên ku di cihanê zanistîyê de cihê xwe girtine bi têra xwe rêz nagirin li tirkiyeyê.

di eslê xwe de helbet hîyerarşîyeke wisa di nav van terîman de tune ye. heger em bixwazin bi awayekî gelemperî ciyawazîyên van terîman bêjin û van pênase bikin;
-qanûneke zanistîyê pênasekirina diyardeyê ya ku(bi îngilizî: fenomen) hatiye çavdêrî lê kirin e. ev rave nake ku ev dîyarde çawa dişuxule, çima heye û ji ber çi pêk bûye. tenê pênasekirina wê diyardeyê ye. bo nimûne: Here lînkê

ev "qanûn" tenê formûlîzekirina diyardeya jihevkişandina cisiman e, ravekirina detay û sedemên diyardeyê nake.*

teorî jî ev e ku behsa sedemên vê qanûnê dike, rave dike, çawa şuxulîna meseleyê bi awayekî zanistî safî û pênase dike.

li gorî zanîngeha berkeley a ku yek ji zanîngehên herî navdar û rêzdar e, teorî û qanûn wekî sêv, porteqal e. eger yekî mezin be nabe a din.**

çavkanî:
* -Here lînkê
** -Here lînkê



11.07.2018 00:51 ~00:53 | endazyar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cudahiya tû û tu
» teorîya xaneyê
» qanûnên nenivîsandî yên tirşikê

Kategoriyên mijarê:: zanisti perwerdehi zanisti perwerdehi zanisti perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî