21. niviskarÊ ku car caran bÊgav dimine û nikare binivise. ji ber ku ne aplikasyon Û ne jÎ mobÎl versÎyona tirşikÊ heye. ew kemasiya mirovÊn ku diçin geştÊ ecÎz dike. |
|
29.01.2014 11:26 |
cinorek
|
22. nivîskarê ku ji zilama re dibêje wê. |
|
19.02.2014 18:02 |
giyanstêr
|
23. (bnr: zayend çi ye ?) |
|
19.02.2014 20:07 |
cekdar
|
24. li gorî wêneyên min di malpera wî de dît û ger ez şaş nebim, hevalê min ê zaningeha itü'yê ye. me bi hev re xwend û ew jî mîna min avahîsaze. di bextê me de, di tirşikê de bi rastî hevdu hatin jî hebûye. ji bo min, di zaningehê de heval bû, lê di tirşikê de dijber e. bi rastî jî dinya piçûk e. |
|
20.02.2014 19:04 |
nazim tolhildan
|
26. geroka hanê dinyayê xwar ji me re tiştek nehêla,sed aferÎ * gerok e,camêr e,bereketî ye,kurdîhez e Him ji qijikan jî pirr hez dike. |
|
20.02.2014 22:31 |
gulgenim
|
27. min tew nedixwest ku di bin mijara navÊ xwe de peyamek binivisim, lÊ rastÊ peyamek wusa hatim ku mina avek kelÎ li ser serÊ min rijÎ bÛ. (bi kurdî her tişt mûbah e/27456) bale ew rast e. ew jÎ qÎsmetek çiroka min e. cinoreka min e. lÊ nivÎskarÊ ku ew nivisÎ qÎsmeta çiroka min din nizane. |
|
07.03.2014 16:45 |
cinorek
|
28. nivîskarê ku ez çiroka wî nizanim e. lê ew çiroka min dizane, kesê ku vê peyamê dixwîne, tu jî dizanî, yê din jî dizanê. ker û kor û lal jî tê de, hemû mirovahî çiroka min û çiroka mîlyonan kurd û kurdistanê dizanê. ji ber ku tu çiroka min dizanî, tu nikari min aciz bikî. yê ku jîyana xwe ya rastî da nikare kurdîtîya xwe biparêze, bila di înternetê de, ji min re niqaşan neke. ger tu min carekê biêşînî, ezê te du cara biêşînim. ger tu tiştên ji min re pîroz in, di nav tilîyên xwe de wek leyîstokan bilîzî, her dem ezê bersiva xwe ji te re bibêjim. |
|
08.03.2014 20:08 |
nazim tolhildan
|
29. nivîskarê ku min jê re, dewsa vê peyamê, peyameke din nivîsîbû û ew peyam hindik maye ku bibe aforoz bûna min. bi rastî minê peyama xwe, di panela bikarhênerê de jê re tenê bişanda û niqaşên me yên di navbera me de bima. lê min kir nekir ew peyama minê dirêj neçû. xuyaye ku di tirşikê de şandina peyamên di panela bikarhênerê de pirsgirêkên teknîkî hene. dûv re min destûr jê xwest ku ez di bin sernivîsa cinorek de binivîsim. cinorek jî ji min re got "pirsgirêk tuneye, tu dikarî di bin sernivîsa min de binivîsî". jixwe, dûv wê peyama min re, cinorek dilxweşîya xwe jî ji min re diyar kir. ji ber ku min tiştên nebaş nenivîsî. binêrin, min di dawîyê de ew payama min ê cirorek lê aciz nebû, lê mixabin hûn aciz bûn, min jê bir. êdî dilê we rihet bû. |
|
12.03.2014 10:15 |
nazim tolhildan
|
30. Nivîskarê ku bi hişa xwe ye azad û bi zimanê xwe ye tûj ve ketiye belayê apociyan de, mahrema wî hatiye binpê kirin û navê wî yê rasteqîn û mesajên wî yên taybet û şexsî bêdestûr hatiye eşkere kirin. Ez bi xwendina nivîsên wî gelek keyfxweş dibim, camêrekî hişazad e, can û ceger e, têra xwe kurdistanî ye, ger ji min biçûktir be çavên wî radimusim, ger ji min mezintir be ez têm destê wî. Çimê to bûra deza! |
|
12.03.2014 11:38 |
prode_pasha_chinyo!
|
31. nivîskarê ku min destûr stand û peyama li jorê nivîsand. ger aciz be ez dikarim bi lêz peyama xwe jê bibim. |
|
12.03.2014 11:50 |
nazim tolhildan
|
32. lawiko wa du sê heb qijik hatine ber paca min,pirsiyara te kirin,tu li seula şewitî çi dikî ? |
|
08.04.2014 22:00 |
gulgenim
|
33. nivÎskarÊ ku bi destÛra hevalÊ xwe yÊ mektebÊ ber geşte tirşikÊ bÛye. hem tika kiriye ÊdÎ li vir ew Ê -no politics- bibe. |
|
14.04.2014 17:21 |
cinorek
|
34. wey cinorekê min, bavo, birayo, hevalo tu li ser çavên min, li ser serê min hatî. bi rastî, bê te ti tehma tirşikê tuneye. endezar jî tê de kes nikare cîhê te bigre* welehî êdî tirşikê xweştir be. |
|
14.04.2014 17:44 |
nazim tolhildan
|
36. nivÎskarÊ ku ketiye destÊ îstîxbarata tirşikê. |
|
15.04.2014 18:08 |
cinorek
|
37. ... neyse ez nanivîsim lew re em kes ji cinorek fêhm nakin ... |
|
25.04.2014 14:44 |
mergehez
|
38. li gor agahiyên ku îstîxbarata tirşikê bidestxistî nivîskarê ku van rojan li ekşî-yê li derbarê tirşikê şildim bildiman dike. divê hay ji xwe hebe îstîxbarata tirşikê ji di karên xwe de ne kêmî cia û fbi-ê ye * |
|
22.05.2014 06:19 |
oxir
|
39. (bnr: kurmê darê) |
|
22.05.2014 10:54 |
renas
|
îy yo hee [1] |
|
fuckîro rebeno [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [2] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |