Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 48 peyam
xwendina beşa bijişkiyê - tirşik
xwendina beşa bijişkiyê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Birayê min îsal ket ezmûna zaningehê.
Rewşa wî pir baş e.
Ketiye nav 200 kes.
Dikare her çi dixwaze bixwine.
Lê niha bêqerar maye.
Dibeje
Cerrahpaşa tîp yan boğaziçi elektrik elektronik.
Weke ez zanim bijîşkên tirşikên pir in.
Gelo hûn cerrahpaşa pêşniyar dikin.?



04.08.2018 01:36 | cinorek

2. mijara rewşa min a di ezmuna zanîngehêde aniyî bîramin.
wey jaro û wey jaro...
ez jî di navbera odtü elektrik-elektronik û hacettepe tip de mabum, bawerim piraniya we zane ku min kîjan hibijartiye *



04.08.2018 21:18 | azadixwaz

3. birêz cînorek, hem xwendina bijîşkiyê gelek zehmet e hem jiyana doktoriyê. lê gelek pereyan qezenc dikin, ew rast e. wê bi xebateke zêde jiyaneke bi konfor bi dest bixe. ew li aliyekî. boğaziçi elektrîk elektronîk dinyayeke gelek cuda ye. zanîngeha boğaziçiyê bi xwe zanîngehek gelek baş e, li hember êrîşan em dikarin bêjin hê jî xwe diparêze. ew ê îngîlîziyeke baş hîn bibe. xwendina wê jî zehmet e lê ez dibêm ne bi qasî bijîşkiyê. dikare siberojê derkeve derveyî tirkiyeyê jî û li vir li şîrket mîrketan jî karên baş bibîne. bi daxwaza birayê te maye, temamen li gor şexsiyet û armancên xwe bila riya xwe diyar bike. lê bi her awayî serkeftî ye, pîroz dikim.

nîşe: li boğaziçiyê komên xwendekarên kurd jî xurt in. heke çû wir bila bigihîje wan, dê xwedî lê derkevin. *

(bnr: kûluba edebiyatê, komîsyona edebiyata kurdî ya zanîngeha boğaziçiyê)



05.08.2018 21:24 | roza

4. Merivek li Tirkiyê de heke dikare bi puaneke baş beşa bişîjkî qezenc bike, çi îşê wê heye li Tirkiyê, ez bûma diçibûm welatên Ewropa, Kanada yan jî Amerîkayê, 10 sal ewil bûya min deqekî li vir nedisekinî. Yaw ji Afrîkayê, Pakîstanê, afganistanê, Îranê hwd. Bi rêya qaçax tên li ser Tirkiyê derbasî welatên medenî dibin. Tirkiyê û rojhilata Navîn nabe meriv, dest jê bersin, hêviyên xwe bibirin, qe nebe zarên xwe xilas bikin.

Qewlê mêrikekî gotibû: "Hemd ji Xwedê re rojên reş pişt me de ma, niha dora rojên ripîreş e"



05.08.2018 21:47 | mîr

5. Xwendina beşa bijîşkiyê helbet zor e. Ev temam. Lê bijîşkî jî zor e. Yanî rihetî kêm e.. Li gorî meslekikî li tirkiyeyê helbet bijîşkî baştir e, lê endezyarîtiya elektrik elektronik ya Boğaziçi ji bijîşkiyê çêtir e li gorî min.. Heke mirovek ne heyranê bijîşkîyê bê, ne hewceye herê vê beşê.

Û heke mirovek tibê bixwazê, zanîngeha baştirîn Hacettepe ye. Hacettepe dih tirran ji Cerrahpaşa diberdê.



05.08.2018 23:58 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwendina tottenham'ê
» beşar teha

Kategoriyên mijarê:: nuce zanisti nuce zanisti nuce zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî