Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
pirtûkxaneya min a kurdî - tirşik
pirtûkxaneya min a kurdî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tê wateya "hemû pirtûkên min ên kurdî". hejmara pirtûkan kêm (20) jî dibin, zêde (200) jî. tê da pirtûkên kevin jî dibin yên nû jî û yên destnivîs jî û yên çapkirî jî dibin.

tê da pirtûkên kurmancî, zazakî, soranî, pillûrî (te go çi?) û yên din hene; lê tirkî, îngilîzî, farisî filan qet tune ne. ji cînavê “min” mere fam dike ku xwediyê pirtûkxaneyê yek kes e. ew jî ez im. *

pirtûk bi gelemperî li malê ne. carinan li odeya te û carinan li salonê ne. Gava ku Ew hemû li ber hev in, di ser refan da, şikl û avahiya wan dişibe pirtûkxaneyê. heke ne li ber hev bin, her yek li aliyekê di hundirê malê da belav bibin, vê carê mere dibêje "mala min gişt bûye pirtûkxane". Ew jî tişteke xweş e.

belavbûna pirtûkan ne tişteke bixêr e. pirtûk carinan diçin mala hevalan û mixabin êdî zû bi zû venagerin cihên xwe. Heke xwediyê pirtûkê jî ji bîr kir ka wî/wê pirtûka xwe ya xweşik daye kê, pirtûk nema vedigere, çem û çem diçe. (bnr: pirtûkxaneya min a kurdî ya belavbûyî)



04.08.2018 12:59 ~2021.08.22 19:43 | mirovekirind

2. (bnr: pirtûkxaneya ekîn ceren)


Cîh: di nav perqa Mîtannî Nisebîn/Mêrdîn

Pirtûka xwe yî pêşî a bi zimanê Kurdî min ji vir anîbû û xwendibû. 15-16 salî bûm û xwendin û nivîsandina min ne ewqasî baş bû lê kêfa min gelek hatibû....



22.08.2021 13:43 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkxaneya kurdî ya exeterê
» min pêşmergey kurdistan im
» kurdîkirina google translate

Kategoriyên mijarê:: pirtuk cand perwerdehi pirtuk cand perwerdehi pirtuk cand perwerdehi kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî