Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
la casa de papel - tirşik

heşt dizên dixwazin darpxaneya îspanî bişelînin planeke grîft û piralî ava dikin û dikevin hundir....
(21 şîrove)
la casa de papel
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. rêzefilma netflixê ya îspanyolî ku navdar dibe.
rêzefilm li ser şelandina darpxaneya îspanî ya komeke mirovên planeke grîft û piralî pêk aniyîn e. rêzefilm pir baş hatiye honandin û pir baldar e. min ta niha 4 beş temaşe kirine lê ezê yên din jî temaşe bikim.
ê ku rêzefilm digerin ji bo temaşekirinê dikarin vê temaşe bikin heta ku sezona nû ya game of thrones destpê kir.



04.08.2018 21:49 | azadixwaz

2. (bnr: the professor)



05.08.2018 10:30 | xelîl

3. rêzefîlma ku van rojan min dest bi temaşekirina wê kiriye. ez dibêm qey têra xwe populer e, li her cih dibînim. rêzefîlmeke ecêb e, dizî û şer û çek û sîleh, zehf zêde ekşin heye tê de. di youtube'ê de vîdeoya professor û berlîn a ciao bella gelek xweş e.
wextekî hevaleka min di nameyek de ji min re behsa vê rêzefîlmê kiribû. gotibû her kes navê bajaran li xwe dike. gotibû tu bûya te dê navê kîjan bajarî li xwe kiriba? min gotibû amed *



05.08.2018 21:09 | roza

4. Rêzefilma İspanya'yê ye. Sala 2017 an de ji bo kanalek ispanî hatiye çêkirin. Rêzefilm li ser şelandina darpxaneya İspanyayê ye. Gelek gelek serkeftî ye. Di gelek beşan da xelat sitandiye. Me du rojanda xilas kir. Divê herkes teqez temaşe bike.



17.02.2019 23:25 | feqiyêteyran

5. ez bawer im ji wan rêzefîlm/fîlman e ku ji ber popûlerbûna wan ya zêde zêde, naxwazim temaşe bikim û piştî ku herkesî ji bîr kir, temaşe dikim. heta niha kê temaşe kiribe, pêşnîyarî min kiriye.



18.02.2019 19:50 | simurg56

6. Rêzefîlma ku sezona wê ya sêyemîn li netflixê derketiye. Ketiye torrentê jî * Ezê îşev destpê bikim. Kanê hingî sezonên ewil baş e, em ê bibînin.

*Rastnivîs



20.07.2019 19:23 ~19:24 | xelîl

7. Kesên ku ne temaşe kiribin bila haya wan jê hebe bila spoiler nexwin.

senarîst pir zîrek e normalde mirov rêzefîlmê temaşe neke bawer nake ku ewqa dirêj be. Lê senaryo gelek serkeftî ye tabî ne super e lê di mantiqekî hatîye nivîsandinê.



01.12.2019 21:59 | azad30

8. Min berî çend rojan dest bi temaşeya wê kiriye û doh hatim sezona duyem. heta niha gelekî xweş û bi kelecan bû. bawerim wê bi giştî wiha dewam bike. pêşniyar dikim bo temaşeyê. û niha ez jî difikitim, gelo ez bama min ê navê kîjan bajarî li xwe kiriba. nizanim. difikirim.



01.12.2019 23:21 | cara

9. Bi ya min sedema serkeftina vî rêzefîlmî bi pirranî ji hezkirina lîstikvanên wê tê. Bi rastî jî fîlm li ser pişta çend kesan e



02.12.2019 13:44 | giyanstêr

10. Rêzefîlma ku ewilî 2 sezon ji bo (bnr: netflix)'ê hatiye kişandin û sezona duyem jî 2 ango 3 rêzeyan pêk tê ye.Piştê ku zêdetir hate ecibandin sezona 3 û sezona 4 an jî hate kişandin.La casa da papel rêzefîlmek ku zêdetir derbarê dizî û tawanê (sûç) de ye û ji bo ku rêzefîlman spenyolan e zimanê wî jî bi sipanî ye.Navên lîstikvanan , navên bajêrên navdartirînin ji cihanê hatine girtin.
Sezona 4 an gellek kelecan e û bi fûll şerr û pevçûnan re derbas dibe.
Lê tişta ku jê tengezar im ku gelek têkiliyên mêr û jinan yên zayendî re wextek dirêj veqetandin e.Her carê her carê têkiliyên wiha anîne berçav qet nexweşe yaw.Ma em rêz digrin baş e lê ewqas jî temaşevanan bo temaşekirinê bêgav (mecbûr) hîştin jî ne baş e.



15.04.2020 17:54 | brzn

11. sezona dawî zilm bû ji bo min.
her du sezonên serî de baş bû. lê hewce bû li wê derê biqedînin. ji ber ku hat ecibandin, heta ku nerîn tê de bela xwe jê venakin.
neyse rîtine tê de, êdî belkî berdewam neke. ku sezonek din jî bê girtin ez ê temaşe nekim.


ev arthur e çi gû ye. nizanim qey senarîst perê wî pêşîn daye çi ye, divê di hemû sezonan de weke gerew li ba wan be. ev çi tiştek bêwate ye yaw. mêrîk ji polêsan direve û xwe diavêje nav avahiyê da ku bikeve nav gerewan. piştî ev bûyer qewimî heq ew bû ku mirov nema temaşe bike. lê dîsa jî min qedandin. sezona dawî kêr tu gûyî nayê. şûna we bim wextê xwe wenda nakim



02.05.2020 16:44 | brusk56

12. Rêzefîlma ku resûl bafeyî kurdiya wê çêkiriye. *




02.05.2020 16:48 | henûn

13. Bi sezona dawî tam di xwe de ritîye.
Gelek sahneyên derî aqil û mantiq hebûn.
Di sahneyekê de çar pênc kes ji sê eniyan bi sîlehên mezin hezar gulle li parazvanê bankayê barandin lê du gulle lê neket, spîsax xwe xelas kir Ew sahne, sahneyên battal gazi anî bîra min.



02.05.2020 20:14 ~20:15 | ferhenga şikestî

14. kurdekî zîrek fikiriye heger koma la casa de papel kurd bûya? înstagrama kuriko: Here lînkê

koma jinan: Here lînkê

koma mêran: Here lînkê



02.08.2020 02:42 ~03:27 | tizbîkêş

15. la casa de papel/126630 hahah profesor eyn wek kurda ye ..



02.08.2020 13:42 | shwinsherm

16. pîştî ku pere ket nav meselê de, êdî g* lê kirine. bi rastî jî heya sezona 3emîn jî kêfa min pir jê re hatibû û wisa mabû ye çêtir bû.
lê dîtin ku pere şêrîntir in, bi awayeke lêz senaryo dûvdirêj kirin û sezona 3emîn jî kişandin.

lê.... (bnr: êdî tu jî wek herkesî yî) :(



14.03.2021 14:40 ~14:40 | merwano

17. Min lê temaşe dikir û kêfa min zaf jê re dihat lê şîrovên ko li ser sezona sêyemîn danîne, dilê min hepkî jê sar kir. Lê ez ê a sêyemîn jî biceribînim xatirê dîroka ko di navbera me de qewimîye.



14.03.2021 16:15 | pîroz

18. rêzefîlmek xweş e lê hinek fîşalkirî ye.
wek min di vê peyamê de jî gotibû (la casa de papel/109431), piştî ku ji rojevê ket, min dest bi temaşekirinê kir. min digot qey xelas bûye. lê mixabin hê wê herî kêm sezonekî were kişandin. ku min bizaniya, min ê destpê nekira. ji ber ku piştî travmaya fînala lostê, dixwazim piştî xelasbûna wan, rêzefîlman temaşe bikim.


ku em werin rêzefîlmê; (hay ji xwe hebin, spoiler!) mijara rêzefîlmê bakêş e. di sezona ewil de hûrgilî zêde bûn û qisûr hindiktir bûn. lê dîsa jî di senaryoyê de problemên mezin hebûn.
karakterên sereke orjînal bûn lê ya rastî ne yên şelandinkî wisa profesyonel bûn. bi taybetî tokyo, rio, nairobî û denver. mirov nikare bi van ehmeqan re bi silametî here seyranê, îcar operasyonek wisa dîrokî. lê dîsa jî îdare kirin û bi awayekî, çû serî.
bi operasyona duyemîn û sezona sêyemîn, mesele tam ji rê derket. karakteran dest bi şovê kirin, mîna ku bêyî haya senarîst û derhêner, ji xwe re rolan binivîsin û bilizîn. her yek ket pey karîzmaya karaktera xwe. bi çîrokên evînê yên çêkirî jî, tam gû xistin nav rêzefîlmê de.
mirov dikariya 2 sezonên ewil tev, qisûrên xwe, qebûl bike. lê bi her du sezonên dawîn, ne pêkan e ku mirov xwe zêdetir teslîmî vê senaryoya jihevketî bibe. jixwe ew meseleya arturo... xwedêyo, bi tena serê xwe 10 pûan ji senaryoyê dikuje.

welhasil, min rêzefîlmê di nava 2-3 heftîyan de xelas kir û zêde poşman jî nebûm lê belê bi tu awayî ne efsane ye.



16.03.2021 21:26 | simurg56

19. Sezona 5. Derket, îro min li 3 beşên ewil temaşe kir. Fînalê meraq dikim û dixwazim êdî dawî bibe.



12.09.2021 01:22 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm tv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî