1. - pirraniya wan bi tirkî dest bi nivîsandinê kirine û paşê zimanê xwe li yê diya xwe qulibandin e.. |
|
2013.09.10-01:16 |
endazer
![]() |
2. piraniya wan çawa ku pirtûkek dinivîsin, dikevin derdê dan wergerandina wê ya li tirkî. |
|
2013.09.10-07:19 |
simurg56
![]() |
3. Canik û camêr in, xanim û xatûn in. Qenc in |
|
2013.09.10-14:49 |
seydayê_peyvan
![]() |
4. ez ê bi dused gotinan bibim nivîskarê kurdan. de va ye min got (paldayî: ) |
|
2013.09.10-20:16 |
înano lo
![]() |
5. Ji %99 (berendamê) xelata Nobelî ne. ji %1'ê mayî jî ji xwe heqê wan hatiye xwarin. |
|
2013.09.11-00:05 |
dereng
![]() |
6. Dikarin ji bêjeyên weke "ba" û "kur" bi sedan helbastan çêkin. Pa$ê bi ber "ba"yan berdin û li pa$ wan de bi "kur"e"kur" bigrîn heta ku rojekê ji "bakur"de bayekî îlhamê bi ser wan de were û "ba" bikin "ba"hoz, "kur" bikin "kur"doz. *)) |
|
2013.09.11-01:43 |
hemdilaarda
![]() |
7. otosansur taybetmendiyeke girînge di nava nivîskarên bakur. |
|
2013.09.11-01:54 |
janperest
![]() |
8. bi salix Û siloxên hevalekî.. ji çav û berçavka canik an camêrekî bi navê roj xwîn ku hevalê behsê dikim jî di malperekî de lê rast hatiye nivîskarên kurd û nivîskariya wan,. |
|
2013.09.11-02:47 |
endazer
![]() |
9. Gelek ji wan jî - iletê min ji wan diçe- çîrok, destan, çirçîrok, meselok, heyranok, payîzokan ji derdora xwe, ji bav û kalên xwe, ji dê û dapîrên, ji xal û xaltiyên xwe, ji mam û metikên xwe kom dikin û di bin navê xwe de -bê şanîna çavkaniyan- dikine pirtûk û navê xwe dibine serê ezmên. lanetên mezin û hemû nifirên kurdan (bnr: nifirên kurdî) li ser wan bin ku malê miletê kurd dikine malê xwe. ew ên diz, ew ên xainê miletê xwe tu carî bila pişta wan rast nebê! |
|
2013.10.05-22:28 |
serxush
![]() |
10. Nizam bi çi zikê xwe têr dikin? Gelo çawa debara xwe dikin? Meriv gellek pirtûk mirtûk binivisîne û sê çar heb bên firotanê. Ev taybetmendiyeke pir berbiçav e. |
|
2013.10.05-22:49 |
ceso
![]() |
11. Ez jî dibêm em xwendevanên kurmanciya belangaz ji nivîskarên kurmanciya birîndar lewcetir in. |
|
2013.10.05-23:55 |
dîno
![]() |
12. çima gelo navê piraniyan navên trajîkin. dixwazin êşên xwe hîn di serî de bi navê xwe destnîşanbikin û xwîneran ji ta'ma dinyayê bêpar bihêlin. ev jî nebes e, ev ne çîrok, roman an helbestan dinivîsin lê pirtukên ku sirrên cîhanê deşîfredikin bi zimanekî felsefîk dinivîsin ku xwedê tenê ev kiriye para nivîskarên kurd. |
|
2013.10.06-01:47 |
nanxwerêcilqetên
![]() |
13. zarokên welateke bindest in, ji ber hindê peyv zû li wan dikeve.. gelekî dilnazik in.. ji ber ku hîn tu kesî ew bi awayek cidî nexwendine û bi awayek cidî rexne li wan negirtine hîn bi rastiya heyîna rexneyê nehesiyane.. cara pêşîn dema peşkên rexneyê bi ber guhê wan dikeve wek qebîleyên efrîqî yên çav bi kamerayê ketîn nizanin çi bêjin û çi bikin hema xwe bi dê û jina kamerevanên reben dixin.. yanî hawara xwe digihînin çêr û dijûn û heqaretan.. krîterên wan ên rexnegiriyê jî bes di asta filan rista filan pirtûka te zêde kûr û zêde kompleks e mirov nikare bihêsanî xwe bidewliqînê ye.. eger hûn ji yekî re bêjin tu ne tu nivîskar î û nivîskariya te bi kêrî seriyek pîvaz nayê wê xwe aciz bikin û xwe bispêrin îma û qerÎneyên di asta zarokên çarlepka diçin de.. û ya herî xirab pirraniya wan xwe dane ber per û baskên partî û rêxistinan.. wekê tellalên şah û padîşahan heta êvarî bi ser navê welatparêziyê dikin heyhêê û heyhooo! |
|
2013.10.08-01:53 |
endazer
![]() |
14. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin |
|
2013.10.08-15:05 |
elegez
![]() |
15. ka kîjan babaegîdê rexnegir bi pîvanên rexneyî nivîskarekî/e bakurê kurdistanê rexne kiriye?lê her kes mafê xwe dibîne ku bêje min di salekê de 400 pirtûk xwendin lê yek jî ne bi dilê min bû,ne hêjaye seriyek pîvaz e...bo çi kaka,bi gor çi pîvanî?...li cem me ji wan kesên çi bê berdevê wan bibêje û xwe ji her kesî zanatir bihesibîne re dibêjin lewçe...bila ev jî diyariyek min be ji tirşikê re... |
|
2013.10.08-16:28 |
berkenbereh
![]() |
16. heta ku di tirşikê de lîqayî mijara li ser navê xwe vebûyî neyên, qet behsa tirşikê nakin, belê hemî di vî warî de eynî ne |
|
2015.03.26-23:13 |
ferhenga şikestî
![]() |
17. û gava lîqayî mijara li ser navê xwe hatin di facebokê de wê lînkê parvedikin ... |
|
2015.03.27-01:19 |
vêca çiyeeee
![]() |
18. her yê ku pênûsê dixe destê xwe dibe nivîskar .bi şeref vêya taybetmendiyek o bîçîm e |
|
2015.03.27-04:00 |
diranfîq
![]() |
![]() |
rênasans [2] |
![]() |
xeyda [1] |
![]() |
pazarcix/dîgor [1] |
![]() |
nav û nûçikên gundiyan [1] |
![]() |
golikvan [1] |