Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; taybetmendiyên nivîskarên kurdînivîs yên ji bakurê kurdistanê
peyamên çepikkirî

9624. Dikarin ji bêjeyên weke "ba" û "kur" bi sedan helbastan çêkin. Pa$ê bi ber "ba"yan berdin û li pa$ wan de bi "kur"e"kur" bigrîn heta ku rojekê ji "bakur"de bayekî îlhamê bi ser wan de were û "ba" bikin "ba"hoz, "kur" bikin "kur"doz. *))



30.05.2013 15:45 | simurg56

11636. Gelek ji wan jî - iletê min ji wan diçe- çîrok, destan, çirçîrok, meselok, heyranok, payîzokan ji derdora xwe, ji bav û kalên xwe, ji dê û dapîrên, ji xal û xaltiyên xwe, ji mam û metikên xwe kom dikin û di bin navê xwe de -bê şanîna çavkaniyan- dikine pirtûk û navê xwe dibine serê ezmên. lanetên mezin û hemû nifirên kurdan (bnr: nifirên kurdî) li ser wan bin ku malê miletê kurd dikine malê xwe. ew ên diz, ew ên xainê miletê xwe tu carî bila pişta wan rast nebê!



06.06.2013 03:00 | salim rehman

11662. Ez jî dibêm em xwendevanên kurmanciya belangaz ji nivîskarên kurmanciya birîndar lewcetir in.



06.06.2013 06:53 | cekdar

62582. heta ku di tirşikê de lîqayî mijara li ser navê xwe vebûyî neyên, qet behsa tirşikê nakin, belê hemî di vî warî de eynî ne



08.06.2013 14:50 | simurg56