Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 81 peyam
kurdîya lutfenê - tirşik
kurdîya lutfenê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mixabin rasterast tune.
ji ber ku belkî em bikarin bêjin ku ev peyv di du rewşên cûda de tê bikaranîn.

1- ji bo kubariyê, dema mirov ji kesekî din kirina tiştekî bixwaze.
2- ji bo daxwaz kirin, lava kirina rastîn.

ji bo rewşa yekemîn mirov dikare peyva "xêra xwe" an jî "ji kerema xwe" bi kar bîne.

- xêra xwe ka lalîka min jî tije bike, destê min nagihê.


lê di rewşa duyemîn de hinekî komîk dibe;

- hadê, here nav xendekê de û diaya xwe ya dawîn bike!
+ na, na! min nekuje, xêra xwe min nekuje!

ji min re derd e ji ber ku: bi xêra xwe/107712



03.09.2018 23:04 | simurg56

2. (bnr: tiştên ku yekî kezebreşî dikin)
J'ber ku Kurdî hê kamil nebûye, Kurdiya"lutfen"ê nîne.
Belê ev peyv nîne, lê Ma gelo kurd j'bo vê wateyê çi bikar tînin? Helbet tiştin tên gotin. Çend gotin têne bîra min. Mînak;

bi xêra xwe
ka
de ka
ji kerema xwe re

Erê, li gundê me de ka an jî ka jî tê bikaranîn. Wate zehf ditijbihê "lutfen"ê. Rengê wateya vê peyvê rengê "lutfen, kibarbûn, daxwazî, rica kirin, xêr xwestin" ê dihewîne.
Hem peyveke sivik e, hem jî jxwe tê bikaranîn. Xwezî cihê "lutfen"ê bikirta.

Birastî jî wextekî ez kezebreşî bûbûm, ji kerbê vê gotinê.
ji kerema xwe re/103969



04.09.2018 19:54 ~20:05 | gumgumok

3. (bnr: tika ye)



07.09.2018 15:23 | sloujouc

dengdanên dawîn (yên din..)
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîya lutfenê

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî