Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
blade runner - tirşik

sal 2019 e. şîrketek bi navê Tyrell androîd robotên ku eyn wek mirovan in, hildiberîne. ev androîd di hinek karên îllegal û bi talûke yên li gerdûnên din, tên bikaranîn. ev androîd ji aliyê polîsên ta...
(7 şîrove)
blade runner
(3) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. li gorî sala xwe, fîlmeke xweş e.
min berî 10 salan fîlan temaşe kiribû lê tenê hinek sahneyên tarî, şil û depresyonîk mab di hişê min de. wan rojan min dîsa temaşe kir, dîsa heman sahne man di bîra min de.
wisa zêde aksîyon nahewîne lê bes û zêde ye jî. bi çend hevokan mijara fîlmê kûr dike lê min dîalogên bêtir felsefîk hêvî dikir.
ji bo hezkirên cûreya honaka zanistî, fîlmek nebe nabe ye.



09.09.2018 22:01 | simurg56

2. pir aciz bûm. temam mijar bû diyalog xweş bû lê zêde dûvdirêj dikirin sehneyen. min pêş ve bir û bir wulo temaşe kir.



30.03.2020 16:09 | xwelî li ser

3. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê simurg56 ve hate kirin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 66.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



11.04.2020 23:41 ~2020.05.16 21:02 | simurg56

4. fîlmek e cûreya wê honaka zanistî û dîstopîk e. wek serlistîkvan harrison ford dilîze ku favorî aktorê mi min e.
her kesê ku salên 90î û destpêka 2000an zaroktiya xwe bihurandiye dizane ku indiana jones qehremanê me ye.*

fîlm bi dîmenên xwe, listîkvanên xwe, muzîkên xwe û çîroka xwe ve gelek serkeftî ye lê weke 2001: a space odyssey ew jî zêde hêdî diherike. hinek jî bileztir bûya wê xweştir bûya, bi min.

binnivîsa fîlmê jî gelek baş hatiye wergerandin. bê navber min temaşe kir. destê simurg56 sax be.

pûana min: 80

nişe: min vê şîroveyê ji bo çalakiya rojên temaşekirina fîlmên kurdî kir.



16.01.2021 20:01 ~20:01 | xelîl

5. yekem fîlmê ku min bi jêrnivîsa kurdî darî kir ev bû. loma ji bo min, ji bo hogirbûna min bi xwandina jêrnivîsa kurdî girîng bû. lê ji bo fîlmî nikarim heman tiştî bibêjim. tenê sûda wî ji bo min ev bû ku bi saya wî min blade runner 2049 jî darî kir ku ji vî fîlmî gelek baştir bû bi min.



16.01.2021 22:30 ~22:34 | keyomerd

6. Her çend dişibe fîlmekê biqeswet û acizker ku pir hêdî diherike û tê de peyivîn pir kêm e, ne fîlmekê vala ye. Hewce ye ku meriv bi baldarî, belkî du sê caran lê temaşe bike da ku peyamên wê fêm bike. Ji xwe di sînemaya honaka zanistî de kultbûna vê fîlmê, çavkaniya xwe ji vê xususiyeta xwe werdigire. Divê temaşevan nivîsa pêşîn xweş bixwînin û fêm bikin an na wê fîlm zêdetir bêhna wan teng bike.

wey rebbî, harrison ford di wê trençkota dedektîfan de çi bûye qarîzma. ji xwe mêrik xweş e jî. *o*

Here lînkê



17.01.2021 16:54 ~16:57 | biruya hayao miyazaki

7. bi replîka dawîn ya rutger hauer (Roy Batty, serokê androîdan), ji bo min gelek watedartir e.
ev replîk, di eslê xwe de, ji aliyê david peoples ve hatiye nivîsandin lê belê şeva berîya kişandina sahneyê, lîstikvan Rutger Hauer hinekî guhertîye û gelek xweştir kiriye;

"min tiştên wisa dîtin ku wê we mirovan bawer nekira. Keştîyên êrîşê yên agir pêketî li keraxa orion'ê. min tîrên c-beam temaşe kirin li ber dergeha Tannhäuser'ê. Temama van bîranînan wê di nav zemên de wenda bibin. Wek hêstirên ber baranê. Wextê mirinê ye."

Roy Battyê ku di fîlmê de van hevokan bi lêv dikir. andorîd bû. loma rast digot, em ku xwedayê wî ne, dizanin ku ji bo wî piştî mirinê tiştek tune. lê dema em xwe dixin şûna wî de, mirov xwe wek wê dilopa hêstirê hîs dike ku ji çavên wî herikî û tevlî baranê bû.
lewra ne pêkan e ku jîndarek xwedî hişmendî û bi hebûna xwe hesîyayî, ji vê hestê bireve.



17.01.2021 20:51 ~20:51 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» blade runner
» runner

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî