Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
xezalok û delalok - tirşik
xezalok û delalok
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê çîroka zarokaniya min ku hema bêje her şev berî ku razim xuşka min a mezim ji min re digot..



''Carek ji caran rehmet li dê û bavê guhdaran, hebû ti nebû ti ji Xwedê mezintir nebû, carekê li daristanekê bizinek û du kehrikên wê yên bi navê Xezalok û Delalokê hebûn. Bizinê mala xwe li şkeftekê çêkiribû.



Her roj bizinê ji ferxikên xwe re digot: [dê=dayik, kehrik=karik]



- We hay jê hebe ko derîyî li ti kesên dî venekin! [kesên dî=kesên din]



Her cara ko bizina dêya Xezalok û Delalokê dihat ber derê şkeftê ji zarokên xwe re digot:



‘’Xezalok! Delalok!

Dayika we çûye zozanan,

Xwariye gîyayên biharan,

Tejî kiriye şîrê gihanan,

Derî li dayika xwe veke’’



Piştî van gotinên dayika xwe, Xezalok û Delalokê derî li dayika xwe vedikirin.



Rojekê gurgek dibîne ka dayika Xezalok û Delalokê ji wan re çi dibêje ko ew derîyî jê re vedikin. [gurg=gurr=gurî]



Pîştî ko dayika Xezalok û Delalokê diçe zozanan gurg diçe ber deriyê şkefta bizinê û dibêje:



‘’Xezalok! Delalok!

Dayika we çûye zozanan,

Xwariye gîyayên biharan,

Tejî kiriye şîrê gihanan,

Derî li dayika xwe veke’’



Xezalok dibêje ev dengê stûr ne yê dayika me ye, Delalok dibêje no, ev deng yê dayika me ye. Xezalok bawer nake ko ew deng yê dayika wan be.



Dibêje:



- Ka pêyê xwe li bin derîyî re nîşanî me bike.



Dema ko gurg pêyê xwe li bin derîyî re nîşanî Xezalok û Delalokê dike, ew dibînin ko pêyê gurgî reş e û jê re dibêjin:



- No em derîyî ji te re venakin, tu ne dayika me yî pêyê dayika me spî ne.



Gurg gelekê aciz dibe, diçe pêyê xwe bi xwelî û arî spî dike. Gurg tê, sitrana bizina mak ji ferxikên wê re dibêje û pêyên xwe li bin derîyê şkeftê re nîşanî Xezalok û Delalokê dike.



Xezalok û Delalok çawa ko derîyî ji gurgî re vedikin gurg herduyan jî dixwe. [ferxik=çêlik=lawir]



Dema ko dibe êvar û bizin tê ber derîyê şkefta xwe, dibîne ko şkefta wê vale ye. Diçe ser banê rovîyî dibêje ka ferxikên min bide min!!



Rovî ji bizinê re dibêje:



- here ser banê gurgî wî ferxikên te xwarine.



Bizin li ser banê gurîyî dike dim-dim.



Gurg dibêje:



‘’ Ew kî ye li ser banê min dim-dimê dike,

Girara min bêsûro dike,

Kurê min ê titinê hûr dike,

Bûka min a hevîr dike,

Ez jî li quncika malê tir û fisan dikin’’



Bizin ji gurgî re dibêje:



‘’Ez im,

ez im,

Bizina kalehoş im,

Ka zûka ferxikên min bide min!!! ‘’



Gurg dibêje min ferxikên te nexwarine, bizin dibêje nexwe, em biçin şirîetê.



Gurg qebûl dike(dipejirîne)...



Bizin ji mala xwe bêrdoşek(satilek) mastê tok-neşkênandî ji bo melayî tîne, gurg tejî îyarekê tir û fis dike û nokan jî dike tê de û ew diçîn nik melayî...



Mela dema ko satila bizinê dibîne wê vedike û dibîne ko bizinê mastê xwe ji wî re aniye.



Îyarê gurgî jî vedike û bêhna tir û fisên gurgî dikeve nêva malê. Nokek ji îyarî difire diçe çavê kurê melayî kor dike, nokek jî li didanê melayî dikeve û didanê wî diêxe.



Mela dibêje ez ê şirîeta hewe(we) bikim. Li ser daxwaza melayî berdestîyên wî gurgî digirin û didanên wî dikêşin û li şûna wan tovikên(dendikên) kulindan (kundiran) diçînin.



Şaxê bizinê jî baş tîj dikin....



Mela dibêje ka herin meydanê şirîet meseleya we çareser nake, hûn meseleya xwe çareser bikin.



Gurg çawa ko devê xwe diavêje stoyê bizinê hemî tovikên di devê wî de dirijin.



Bizin bi paşde diçe û bi pêş de tê û herdu şaxên xwe li zikê gurgî dide û ji serî heta binî didirîne. Xezalok û Delalok ji zikê gurgî dikevin erdê.

Dayika Xezalok û Delalokê ji wan dipirse:



‘’Ka hûn çûbûn kû? ‘’



Xezalok û Delalok:



‘’ Em çûyin mala xalê xwe û me bi kefçikê qutoquto nîsk xwar’’

***



Qewlika min çû deştê ez û dê û babokê xwe çûyin biheştê



**



Çîrok-Qewlik: Gelêrî – Ji Herêma Botan



Çîrokbêj: Safyaya Osmanê Evdilkerîmî (Gundik)



Berhevkarî: Miradê Gundikî



10.09.2013 14:57 | endazer

2. li ba me jî guhertoyeke vê çîrokê bi navê şengê û pengê tê gotin. li ba tirkan navê vê çîrokê kırmızı başlıklı kız e.



"şenga min, penga min

derî li dayka xwe veke

dayka te çû zozanan

xwar pelê kizwanan

tijî kiriye guhanan"



10.09.2013 19:39 | înano lo

3. dapîra me jî digot (bnr: xezolû û delolû)

çîrokek xweş e. dema li bajêr elektrîk diçû dapîra me ji me re digot.



10.09.2013 21:53 | simurg56

4. tu dîsa zar bûya tê cawa bikaribûya di tirsikê de bacanên res hurbikî qarakasan qurban!



07.10.2013 22:45 | dîno

5. çîroka zarokatîya mine

çîroka piranî min ji pîrka xwe guhdarî dikira



10.07.2014 12:05 | birazî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» xezalok û delalok

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî