Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; marjînalbûna xwendin û nivîsandina bi kurdî
peyamên çepikkirî

107876. mixabin tişteke rast e. bi taybetî bakurê kurdistanê di nav civakê de xwendin û nivîsandina bi kurdî çalakiyeke marjînal e. civak ji ber vê çalakiyê, te marjinal dike, tenê dike. di nav wan de xwe weke biyaniyekê hîs dikî. tu yê bêjî qey xwendin û nivîsandina kurdî karê fezayîya ne. ji bo wan ev çalakî tişteke pir balkêş e. mixabin vê gavê em evqas ji xwe dûr ketine. tişta zêdetir girîng jî civaka me hay ji realîteya xwe nîne. tiştên ku her diçin marjînal dibin, mixabin ber bi kêmbûnê, biyanîbûnê û di dawiyê de ber bi wendabûnê ve diçin.



08.06.2013 00:32 | simurg56