Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
emro - tirşik
emro
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kilama şakiro ya li gorê min herî xweş e:





Emrooo
Emro sibe ye qîz û bûkê gundê me meşiyane avê
Delaal,
Bejnzirava, çepildirêja, porkeja, navqendîla xwe dane pêşiyê
Kinan û miskînya, dêkotîya xwe dane dawîyê,
Qemera min a bi nîşan dixemilî şeva xatirê dilê rezîl xwe dabû navê
Gelî gundî û cînarno gilî û gazin û loma ji min nekin
Min sond xwarî tu cara li ser kawa xwe ya kubar ra
li ti qîz û bûkê xelkê nakim merhabatiyê tu silavê
Gidîno kubara min a nazik û nazelîn,
Fenanî başordegê ji golixê muradê,
Etegê Sînê bi Sînegê
Pelê xwe diweşîne ji berfê ji qiraxê, ji xunavê,
Eman de ecemê lê hêêê êêhêhê êê...
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be, ez ê ji bona te mirî me,
Ax zalimê ez nizanim tu çawa yî


Emrooo,
emro sibe ye vê sibekê diçûme Heleba şewitî
Ciyê gewran û rindan, dîkê şevê nîvê şevê min dixulxuland
Delaaal,
welatê xerib bû, durziyê du delal bûn
Ez ê nexweşî bê halî nexweşê nava cîh bûm,
Bê qewm û bê lêzim û bê kes û bê xwedî bûm
Serê min li ser balgî û balîfê, çavê min li xewê bû,
Guhê min li guhdariyê bû, min serê xwe ji xewa şêrîn bilind kir,
Min dît cote pîrê melûmê kezeb serê min sekinîbûn
Berxê, yekî kefenê min dibirî, yekî meqesê dabû difesiland
Mirin emrê Xwedê ye ez dimirim,
min dît kubara min xwe dabû ber pencerê
Bi qiram û dîrhema kilê sibhanê dikire belek çava
Vê dîlberê xwezî min zanibiya
Gavê din da de ji kêra xwe dineqişand, dixemiland,
Eman de ecemê lê hêêê êêhêhê êê...
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be ez ji bona te mirî me,
Ax zalimê nizanim tu çawa yî

Edît ji bo vîdeoyê.



23.09.2018 17:11 ~17:14 | xelîl

2. berxê, yekî kefenê min dibirî, yekî meqesê dabû difesiland,
mirin emrê xwedê ye ez dimirim.



29.07.2020 12:16 | yûsiv

3. (bnr: îro)

(bnr: evro)
(bnr: evroj)
(bnr: emroj)
(bnr: îmroj)
(bnr: îmro)

wunken
"emro rojî, cejnî newroz a
cejnekî xweş, bo kurdî pîroz a
emroj serbexo be kurdistan
emroj rojî şadîye, newroz e kurdistan"



10.08.2020 12:56 ~12:59 | mihemedcan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» emro

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî