Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 15 peyam
    cudî - tirşik
    cudî
    (2) (0) ecêb (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. Cudî, çiyayek li bajaré şirnexê ye. li gorî qurana pîroz (sureya hud, ayeta 44ê) keştîya nuh péxember danîye ser vî çîyayî.



    2013.09.10-20:22 | cudî

    2. nivîskarek ji nav nivîskarên tirşikê. bi xêr û silametî hatiye, ji min we ye ku botî ye, bila ji me re qala vê dinyaligê bike, bila binivîse û em jî ji xwe re guh bidêrin.



    2013.09.10-20:28 | înano lo

    3. çiyayek li bakurê kurdistanê.. çiyayê ku tirsê dide dilê raya giştî ya tirk.. yek navê şirnex û colemêrgê û yek jî navê çiyayê cûdî dema di nav tirkan de tê bilêvkirin yekcarî mehd û mirûzê hemûyan tirş û tehl bibe.. tê bêjî qey hemûyan morîkên diya xwe li qerax û berpalên vî çiyayî winda kirine.. di nav şirnexî û silopî û cizîriyan de wek cûdiyê miradan jî tê zanîn.. bilindahiya çiyê çend gaz û çend mitre ne nizanim lê bi qasê ku min ji devê hevalan seh kiriye çiyayek gelekî asê û asteng e û ji bo xwe veşsartin û spartinê gelekî bikêrhatî ye.. dibêjin li ser kimtê cudî hîn ji keştiya nuh pêxember jêmayî hene lê min bi xwe nedîtine û dîsa dibêjin gelek kun û şikeftên tarîxî yên kûr û mezin yên bêserûber hene..



    2013.09.10-22:02 | endazer

    4. Çiyayê herî kubar yê xaka kurdistanê ye...



    2013.09.11-00:16 | paleyê gund

    5. warê egîd û qehremanan...



    2013.09.11-00:24 | welat colemêrgî

    6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.02.25-12:15 | ciwan

    7. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.02.25-13:31 | rasteqîn

    8. cudîyê miradê ye çiyayê cudî. cihe ku hecîya feqîran e...



    2014.05.18-22:13 | singundiki

    9. straneke nîzamettîn ariç e ku dengên cûda li hev civandiye. bi tena serê xwe mîna dokumanterek e.

    dema dengê qêrînekê tê ku mirotv dibêje qey aîdê teyrê bazek e,mirov bi çi karî mijûl be jî vediciniqe.



    2014.07.04-22:45 | simurg56

    10. çiyayê pîroz î xaka kurdistanê ye, va du roj e dewleta tirk agir berdayê, dişewite, û ji bo vemirandina wê tu tiştî nake, tenê gundî û gelê herêmê bi hawara cudî ve çûne.

    (bnr: şewitandina daristanên kurdistanê)



    2015.07.18-10:26 | xendekî

    11. çîyakî kurdîstanê navdare bûye deng û awaz ji stranara, bûye cîh war û helîn ji heval û hogirara keda wî li ser me heye niha jî di şewite niha dorameye pêwiste em lê xweyî/xwedî derkebin.



    2015.07.18-16:28 | shorbevan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kesê ku qet game of thrones temaşe nekiriye û pubg neleyîstiye [1]
    kesê pîroz e, kesê bimbarek e, kesê bilind û mezin e. lazim e were ...
    galatasaray [1]
    timeka futbolê ya tirkîyêye lê tim bi hîle dibin şampîyon û navê wê û ...
    vladivostok [1]
    bajareka rûsyayê ye. cihê xwe pir staretejîk e. di navbêra (vbnr: K...
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » cudî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî