1. Cudî, çiyayek li bajaré şirnexê ye. li gorî qurana pîroz (sureya hud, ayeta 44ê) keştîya nuh péxember danîye ser vî çîyayî. |
|
10.09.2013 20:22 |
cudî
|
2. nivîskarek ji nav nivîskarên tirşikê. bi xêr û silametî hatiye, ji min we ye ku botî ye, bila ji me re qala vê dinyaligê bike, bila binivîse û em jî ji xwe re guh bidêrin. |
|
10.09.2013 20:28 |
înano lo
|
3. çiyayek li bakurê kurdistanê.. çiyayê ku tirsê dide dilê raya giştî ya tirk.. yek navê şirnex û colemêrgê û yek jî navê çiyayê cûdî dema di nav tirkan de tê bilêvkirin yekcarî mehd û mirûzê hemûyan tirş û tehl bibe.. tê bêjî qey hemûyan morîkên diya xwe li qerax û berpalên vî çiyayî winda kirine.. di nav şirnexî û silopî û cizîriyan de wek cûdiyê miradan jî tê zanîn.. bilindahiya çiyê çend gaz û çend mitre ne nizanim lê bi qasê ku min ji devê hevalan seh kiriye çiyayek gelekî asê û asteng e û ji bo xwe veşsartin û spartinê gelekî bikêrhatî ye.. dibêjin li ser kimtê cudî hîn ji keştiya nuh pêxember jêmayî hene lê min bi xwe nedîtine û dîsa dibêjin gelek kun û şikeftên tarîxî yên kûr û mezin yên bêserûber hene.. |
|
10.09.2013 22:02 |
endazer
|
4. Çiyayê herî kubar yê xaka kurdistanê ye... |
|
11.09.2013 00:16 |
paleyê gund
|
5. warê egîd û qehremanan... |
|
11.09.2013 00:24 |
welat colemêrgî
|
6. cudîyê miradê ye çiyayê cudî. cihe ku hecîya feqîran e... |
|
18.05.2014 22:13 |
singundiki
|
7. straneke nîzamettîn ariç e ku dengên cûda li hev civandiye. bi tena serê xwe mîna dokumanterek e. |
|
04.07.2014 22:45 |
simurg56
|
8. çiyayê pîroz î xaka kurdistanê ye, va du roj e dewleta tirk agir berdayê, dişewite, û ji bo vemirandina wê tu tiştî nake, tenê gundî û gelê herêmê bi hawara cudî ve çûne. |
|
18.07.2015 10:26 |
xendekî
|
9. çîyakî kurdîstanê navdare bûye deng û awaz ji stranara, bûye cîh war û helîn ji heval û hogirara keda wî li ser me heye niha jî di şewite niha dorameye pêwiste em lê xweyî/xwedî derkebin. |
|
18.07.2015 16:28 |
shorbevan
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |