Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
çiyayê nemrûdê - tirşik
çiyayê nemrûdê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çiyayek agirpij e. di navbera tetwan, norşîn û xelat a naçeyên bedlîs ê de ye. navê xwe ji şahê babîlê nemrûd standiye. berîya 90-30 hezar salan de gelek caran teqîyaye û encama wan teqînan da krater û demek pêda jî kaldera çêbûne. di nav wî kraterê de 5 gol (3 heyamî ye û di nav golan de masî dijîn), hinek şikeft û daristan hene. gola wanê bi teqîna vî çiyayê çêbûye.

Çiya gelek turîst dikeşe li heremê. golek di nav kraterê de jî germav e. rêya wî hinek asê ye. ciyê kon vedanê jî heye.

hinek wêneyên nemrûdê:

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê



27.09.2018 15:22 ~2018.09.28 12:43 | xelîl

2. (bnr: nemrûd)



27.09.2018 18:36 | mîr

3. du çiyayên nemrûdê hene ku ji aliyê gelek kesan ve tê tevlîhev kirin.
Yek ji wan li di nava sînorên Navçeya bedlîsê tetwanê de dimîne û bilindayî 2948 m. ye. Ev çiya çiyayek volkanîke û her wiha di nav cûreyên çiyayê volkanîk de dikevê nav stratovolkan de. Teqîna vî çiyayî ya dawî di sala 1692an de pêk hatiye. Îro her çiqasî teqîn çê nebin jî rojekê dibe ku teqîn dest pê bikin, ji ber ku aniha raketî ye.
pîştî teqîna dawî ya di sala 1692an de, tefrayên ku ji çiyayên nemrûdê derketin û li derdorê belav bûn, ev tefra, pêşiya gola wanê jî girtin û ava ku ji golê bi saya robara derdiket êdî hew derket. ji ber vê yekê îro ava golê ne şêrînê.

çiyayê duyemîn jî di nav sînorên semsûrê de ye. lê ev çiya ne volkanîk e, çiyayekî rêzkiriye. ev çiya berdewama çiyayên torosê ye û bilindahî 2150 m. ye.



12.03.2021 10:36 ~10:37 | merwano

4. Çîyayên ku li bakur bi vî navî du lib hene û herdu jî gelek, xweşik in. Nemrûda li Kolik a Semsûrê bi dîroka xwe, ya tetwana Bidlîsê jî bi xwezaya xwe pêşketî ye. Nemrûda Tetwanê nav deştekî da bilin dibe û golekî zûngê li ser heye. Ev çiya volkanîk e, nêzî 600 sal e aktîf nîne. Ev gol bedewîyekî bêhempa dide çiya.
Çiya, deşt û gol li balafirê da wiha xuya dikin:
Here lînkê



26.08.2023 22:21 ~2023.08.27 22:02 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çiyayê olîmposê

Kategoriyên mijarê:: geruturistik cihuwar kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî