Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; xelîl
peyamên çepikkirî

111834. bi vê entrya xwe va ez zehv kêfxweş kirime..
/111831
ez zehv zehv spas dikim jê ra : )



26.10.2013 23:54 | endazer

119139. Tirşikvanê ku ji bo min gotiye serhedîtirîn *
û her wiha bi vê hevoka xu, dilê min şa kiriye :

dema peyamên wî dixwînim gundê min û dîwanên cim'eta kalemêrên gundê min tên bîra min

û ji bo min gotiye xwezî bêhtir binvîse..
ez jî vê bangawazîya wî venagerînim û ez ê îro şûn da hewl bidim ku hê binvîsim... û spas *



26.10.2013 23:54 | endazer

127728. bi vê peyama xwe, hişê min ronî kir. piştî nûçeyên "wê filan dewlet meaş bide welatiyên xwe", min meraq dikir ji ber çi û çawa... lê ji min nedîhat lê bikolim. îja sihetxweş.
/127727



06.06.2013 16:08 | endazer

129185. 4 saet û 39 deqe ye xwe bi zexme zexm bi tirşikê va girê daye *
tirşikvanekî delal e..



26.10.2013 23:54 | endazer

133250. bila xwişk û birayên din ên ezîz li ber xwe nekevin lê di panteona tirşikê de tirşikvanê ku ber dilê min herî şêrîn xelîlê thorê ll-em, mîrê pezkoviyan, kujerê kulûderdan e. dema di derekê de behsa min dike, hevalên min ên xwendegehê tên bîra min, ên ku di nav dersê de bi qeleman dehf didan milên min û li min dipirsiyan "ka piştî dersê were em li dunyayi kurtaran adamê temaşe bikin" an jî "înterneta min nema ka telefona xwe bide ku ez li qlîba dinle ya mahsun qirmizigulî binêrim û hinekî bikenim".* bi min samîmiyeta vî camêrî bi vî rengî ye. her hebî û hertim bitirşikîne.

bila kesek dilê xelîl nehêle, yan na** :




06.06.2013 16:08 | endazer

133383. wele birê min ji bo tehmek emirkin nikarim mala xwe bifiroşim û te bişînim ronahiyên bakur*. îja heke simurg rabe û ji bo vê qrediyê bikişîne ez ê carê her meh hinin alîkarî bikim. lê bila pir jî hêvîdar nebe. aSDFGH* FENERA MIN HEYE, HEKE NEBE EZ Ê WÊ BIDIM TE*

cihên dîrokî yên ku tirşikvan dixwazin herin bigerin/133351
cihê ku derfet hebûya tirşikvan dê bitirûskiyana wê derê/133380



06.06.2013 16:08 | endazer

133619. mêrik diajo. sond xwariye, wê kul û derd nemînin.*
(bnr: helal ji te re)

bo motîvasyonê vê stranê ji wî re diyarî dikim:



06.06.2013 16:08 | endazer