Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
xelîl - tirşik
xelîl
(20) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê nû yê tirşikê ye. ji min bi leztir dinivîse. bi xêr hatiye.

+ ne hevalno, xelîl bi xêr hatiye, ne?
- ( ... ) (ji ber ku gişt di xewa kûr de bûn, deng ji ti tirşikvanê nehat).



21.10.2018 05:01 | mirovekirind

2. Wele nivîskarekî jêhatî ye.
van rojana zehv çalak e.
lê ev reng e halê tirşikê ku tirşik sekan e.
Xelîl jî ji bo bêdengiya tirşikê qul bike şuxul dike *



21.10.2018 10:42 | bûtîmar

3. bi vê entrya xwe va ez zehv kêfxweş kirime..
/111831
ez zehv zehv spas dikim jê ra : )



30.08.2019 00:01 ~00:02 | bûtîmar

4. Tirşikvanê ku ji bo min gotiye serhedîtirîn *
û her wiha bi vê hevoka xu, dilê min şa kiriye :

dema peyamên wî dixwînim gundê min û dîwanên cim'eta kalemêrên gundê min tên bîra min

û ji bo min gotiye xwezî bêhtir binvîse..
ez jî vê bangawazîya wî venagerînim û ez ê îro şûn da hewl bidim ku hê binvîsim... û spas *



04.04.2020 12:51 | bûtîmar

5. Dema nasîna min a tirşikê de hevalê xelîl zêde çalak bû piştre jî gelekî wext nivîsand. hejmara entyên wî jî gihiştiye hezaran ev tablo jî wêrek û zîrektiya wî nîşan dide jixwe. Piştî vîrûsa koronayê wekî gelek tirşikvan ev jî dûr ketiye. gelekî dem e ber bi entryên wî nayêm.



20.07.2020 16:14 | kajav

6. bi vê peyama xwe, hişê min ronî kir. piştî nûçeyên "wê filan dewlet meaş bide welatiyên xwe", min meraq dikir ji ber çi û çawa... lê ji min nedîhat lê bikolim. îja sihetxweş.
/127727



27.10.2020 00:21 | biruya hayao miyazaki

7. Tirşikvanekî jêhatî û domdar e. Li gor dîroka qeydê nêzîkî 2 salê wî qediya ye li tirşikê. Heya niha çawa ewqas hindik tişt di derbarê wî de hatine nivîsîn mat mame. Nizanim çi beşê xwendiye lê wer dixuye beşeke civaknasî xwendiye. Lewra nivîsên wî yê derbarê civak û aboriyê de gelek hêja û serkeftî ne. Nivîsa bi awayekî gotaran bi pisporî dinivîse. Ji gelek peyamên wî sûd werdigrim. Hêviya fikr û şîroveyên xwe ji me kêm neke.



06.12.2020 22:48 | tîrêj zana 21

8. Tirşikvanekî jîr, jêhatî, kujerê kul û derda û mîrê wergerandina fîlma ye. Gelek hez ji nivîsên wî dikim û ji wan sûd digirim. Fîlmên ku werdigerîne jî gelek serkeftî ne. Ji me re mirovên wisa hewcene. * û Gelek kêfxweş im ku em bi hev nasîn.



06.12.2020 23:37 | yûsiv

9. Nivîskarê ku beşekî ji zanîstên Civakî (polîtîkaya civakî-social policy) xwendiye.

spasiya @tîrêj zana û @yûsiv ji bo gotinên wan ên xweş û jidil dikim. Hûn her hebin.



07.12.2020 22:26 | xelîl

10. Nivîskarê ku pirr li ber ketiye min destê xwe ji navê "biaqila malê" şuştiye û bûme dîna malê *



13.12.2020 18:40 | biaqila malê


12. Xweş distirand min gelek ji dengbêjîye wî ku distra hizdikir, le belê xwede guhê wî jê stend. Nemir lê dinya dengbêjek hundakir.



13.12.2020 21:49 | rojen

13. 4 saet û 39 deqe ye xwe bi zexme zexm bi tirşikê va girê daye *
tirşikvanekî delal e..



13.12.2020 22:45 | bûtîmar

14. tirşikvanê ku kombersê hiştiye vekirî û razaye. lewma 4 saet û nîv girêdayî maye. *



14.12.2020 00:30 | xelîl

15. Tirşikvanê betal hema bela xwe li min dide!
(bnr: young khalil)
(bnr: xelîlsero)



29.04.2021 13:21 | xwelî li ser

16. tirşikvanê ku bêhna xwelîserekî xwintehl û tima teng kiriye.*



29.04.2021 13:29 | xelîl

17. bila xwişk û birayên din ên ezîz li ber xwe nekevin lê di panteona tirşikê de tirşikvanê ku ber dilê min herî şêrîn xelîlê thorê ll-em, mîrê pezkoviyan, kujerê kulûderdan e. dema di derekê de behsa min dike, hevalên min ên xwendegehê tên bîra min, ên ku di nav dersê de bi qeleman dehf didan milên min û li min dipirsiyan "ka piştî dersê were em li dunyayi kurtaran adamê temaşe bikin" an jî "înterneta min nema ka telefona xwe bide ku ez li qlîba dinle ya mahsun qirmizigulî binêrim û hinekî bikenim".* bi min samîmiyeta vî camêrî bi vî rengî ye. her hebî û hertim bitirşikîne.

bila kesek dilê xelîl nehêle, yan na** :




10.05.2021 11:23 | biruya hayao miyazaki

18. yaw ez çiqas şa bûm bi vê peyamê di vê roja kambax de* mala te ava destebira. ez jî her tim pesnê te didim li her derê miyazakiyê tercûmanê dilan, sewdaliyê peyamên dûvûdirêj. *



10.05.2021 12:00 ~12:05 | xelîl

19. tirşikvanê ku tirşikê hiştiye vekirî û dest bi karê xwe kiriye, ev heşt saet e li tirşikê online e *



10.05.2021 18:42 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelîlê çaçan

Kategoriyên mijarê:: niviskar tirsik niviskar tirsik niviskar tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî