Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 6 peyam
    ziryab - tirşik
    ziryab
    (0) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. kovareke nû ya muzîka kurdî ye. navê xwe ji navê muzîkjenê mezin ê kurd ê ku diçe endulusê û xebatên xwe li wira dike sitendiye. kovar bi vî awayî çêl dîrokeke gelekî kevn ya muzîka kurdî dike û muzîkjenekî kurd yê ku tesîr li muzîka spanyola kiriye bibîr tîne. van tîne rojeva kurdên ku meyla wan a jibîrkirina gelek tiştên baş heye. kovar ji çar meha carekê derdikeve. yên kovarê derdixin muzîkjen in, edîtorê wan jî helbestkar e. bi qasî min li ser medyayê dît xwedî naverokeke dewlemend e û albûma nû ya siya şevê û posterê mîrê rocka kurdî kerem gerdenzerî jî di ser kovarê re didin. li bendê me ku bigrim û bixwînim. rêya wan vekirî be, emrê ziryabê dirêj be.



    2018.11.11-00:32 | hêvî

    2. Gavek zehf giring e ji bo cûrbecûrkirina kovar û weşanên kurdî. Kovarên kurdî di navbera wêje û sîyasetê de asê maye. Ji ber yekê divê naverok bê dewlemend û zêde kirin. Hêvî dikim ku ev kovar bibe destpêkek. Ser xêrê be.



    2018.11.11-09:16 | xelîl

    3. kovarekî ku min bergê wê gelek eciband. xweş xuya dike û meriv pir dizwaze bixwîne.



    2018.12.01-16:27 | wiha wilo wisa

    4. Kovara ku min tenê hejmara wê ya ewil xwend. Kovar bi rengînîya xwe û kaxezê kûşe bal dikêşe. Di hejmara ewil da li ber ketibûm ku hin nivîs wan kaxezên xweşik îşgal dikin. Hejmara duyem zehf meraq dikim lê ji ber bihayê wê yê ji bo min hinekî zêde hêj min nestendîye.



    2019.04.01-11:38 | henûn

    5. wê rojê hevalekî min re got, bi reng û bergan ve meriv nikare kovaran derxe divê xwediyê naverokeka xurt be filan. ez bi xwe nizanim çawa ye. ji ber ku min nexwendiye.



    2019.04.01-21:14 | serhednişîn

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    sevan nîşanyan [1]
    etîmologekî ne xerab e lê mixabin ku cudahiya farisî û kurdî nizane le...
    keçikên seksîtirîn ên kurdistanê [5]
    bi qewlê cegerxwîn; tev dinamêt in, agir û pêt in, sor in wek êtûn. ...
    firat wergerî [3]
    di esilê xwe da firat cewerî ye û bi rastî nivîskarekî hêja ye...
    danîna hinaran li ser goran [1]
    yek çû,wê hezar were...
    apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir [1]
    bi ya min serkeftîtirîn romana kurdî ye. û mînakeke gelek baş e ji bo ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ziryab

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzik kovar muzikstrn muzik kovar muzikstrn muzik kovar kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî