Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
gotinên dayikan - tirşik
gotinên dayikan
(21) (1) (7)
di mijarê de bigere

1. dixtorê kurdî nizane, qet ji derda jî nizane...



11.09.2013 14:03 | ruhavi

2. gotinên ku ez dikim nakim tu tişt nayêne bîra min.. anyway ji xwe diya min jî ne yekî pitpitok e.. ku wekê darkutokan bikute qurmê serê mirov.. lê baş dizanim ta mehekî ev der wê bi peyaman tijî bibin.. û wê derziyeka feqîrok jî nekare cihê xwe di bin vê mijarê de çêke û bisitire..



11.09.2013 14:11 | endazer

3. ... xwedê ji viran hez nake...



... wekî benîademan...



11.09.2013 14:39 | simurg56

4. bazara xwe bike!

Gotinén dayikaya péşin eve *



11.09.2013 14:56 | che_mstry

5. ev çi tiştên eletewş in tu pera pê didî? here ji xwe re kêloyek pirteqal bikire de xwîn li laşê te bigere..



11.09.2013 17:26 | endazer

6. + hûn qurbana zarên xelkê bin.



+ hindî mezin dibin, bin 'erdê ve diçin.



+ de îja bîna(mîna) g..yê ser bêrê ran nebe.



+ kerê şamê



+ ewrê min dîtî, baran lê nayê.



11.09.2013 18:09 | kelemejû

7. lawo nebin ker bibin kûçik



11.09.2013 20:37 | newenda

10. hûn bi xwe nabin mirov..



11.09.2013 23:39 | welat colemêrgî

11. RAST BE, Jİ QEDA Û BELA XELAS BE.



12.09.2013 02:23 | seydayê_peyvan

15. -ne em bin,ne navê me be !

-gedê xelkê radipeliqin dîwaran !



12.09.2013 12:36 | tavgezokî

17. (bnr: felek belek), ji bo 'flaş bellek'ê *



12.09.2013 15:25 | simurg56

19. hah, tu dîsa çûyî ser qutiyê?

(qutî = komputer)



12.09.2013 15:37 | simurg56

20. Li zarokê xelkê binêrin hinekî aqil bigirin.



12.09.2013 15:40 | ahmet_amed

22. lo lawo! lo lawo!



06.10.2013 11:00 | ceso

23. dema piçûk bûm wek hemû dayikên xelqê wî jî digot: "hûn qurbana zarokên xelqê bin."



dema mezin bûm jî:

"ca rojekî jî di mala xwe de runê ha."

"dîsa te çentê xwe hilda tu diçî ku derê?"

qîza xelqê ji xwe re cihêzan dikire qîza min jî pereyê xwe dide van kitêban. Bes e tu kitêban distînî."

"heyfa çavên te, tu li ber bilgîsayarê kor bûyî."



ha tiştên baş jî digot û dibêje helbet...

"xwedê emeka te nede bade."

"tu emanetê xweda bî"

"hûn rastî mirovên baş werin qîza min."

"xwedê te rûspî bike."...



06.10.2013 17:41 | nuçevan

24. xelkÊra masÎ girÎ xwera kosÎ giri : )



02.11.2013 14:25 | nîgarvan

25. (bnr: mal nexerabo)



02.11.2013 16:46 | biruya hayao miyazaki

26. Rê Bû, Bû Rêçik.



02.11.2013 18:28 | evarûheyv

28. felek belek *



03.11.2013 00:27 | brusk56

29. ez qurban a wî kurî dims firot pekmez kirî



03.11.2013 01:45 | rêzan

30. weyla ez qurban a xwendevano, ditirsim tu bibê xweyi tiştek



03.11.2013 01:48 | rêzan

32. kû min gelacî dikirin digote min ''sewa harîye di serî keto!'' hîna jî ez nizanim ew 'sew' çî ye.



03.11.2013 20:42 | darbehîv

33. XELK ÇÛN HÎVÊ, HIMA TU JÎ LI KUÇA BIGERI.



22.11.2013 00:00 | newîyêxane

34. JI QOSARÊYE









22.11.2013 00:06 | newîyêxane

35. kûrémin!! welleh hûn ji zarén xelké delaltirin lé ez nizanim hûn çima ewqas ker in)



13.01.2014 02:07 | doktorodi

36. xwedaaa me got rêke ma me got şekir jî lêke =)



13.01.2014 10:06 | feqiyêteyran

37. Qîza min ez ji bo te dibêjim.

Tu xweyê dilê xwe yê safî lê xelk dexes e.

Ez ji bo qenciya te dibêjim.

gotin bi serê te de naçin.

kurdî li ser milê te maye bes e te çavên xwe kor kir.(ji bo nivîsên min ê twitterê)



13.01.2014 11:17 | gulan

38. ji bo kesên ku ji dayîkên xwe dûr dijîn (ger ew gotin gazin ji bin) sehkirina wan weke hingivî şêrînin. (bnr: hêstira dan çavên min)



13.01.2014 12:18 | karmatî

39. gotinên ku du heb jê, qet ji bîra min naçe:

- vir dijminê xwedê ne

- baran xêr û bereket e



27.01.2014 23:06 | simurg56

40. dîsa kar û barê te bûye internet *



22.03.2014 01:02 | rêzan

41. willeh billeh hûn nebûn zilam, hûn nebûn xweyîkoltik û min nedît *



22.03.2014 01:05 | rêzan

42. (bnr: emanet qencî)



22.03.2014 01:10 | kevçiyê dil

43. GAVA KU ŞAŞ BiMîNE: 'HÖŞŞ!'



22.03.2014 01:22 | hun çawane heval:)))))))

44. 'Çi KAS MEZiN DiBiN, EV KAS KER DiBiN.'



22.03.2014 01:27 | hun çawane heval:)))))))

45. ê PiR FELSEFiKE, Ji HENE: 'HiSTiYê TE BiŞKê, ÇAWêN TE BiRJê!!!.'



22.03.2014 01:30 | hun çawane heval:)))))))

46. xîret nîvê îmanê ye.



23.03.2014 10:33 | rêzan

47. Ka te çiştek ne xwariyê, sênika te hê wekÊ xweyê



23.03.2014 15:38 | xwelî li ser

48. evladê ne salih!



23.03.2014 16:50 | biharxwese

49. ferxika/ê min a virnî



23.03.2014 18:25 | renas

50. welle guhê zarokên xelkê dilepitin, yên me ser ka ya kadînê rûniştine



23.03.2014 18:27 | renas

51. kî/ê biya dê û bavê xwe neke, tu carî sernakeve.



23.03.2014 19:05 | rêzan

52. bibin xwedî meslek.



24.03.2014 11:45 | xwelî li ser

53. kurê min ha'j xwe hebe, serî hatiye bi pîvazekî, şevê dernekeve ji derve filan..

û tabî herkes û bi lingê xwe, mî bi lingê xwe Û bizin bi lingê xwe, yanî xêra tu kesî li tu kesî nahesile..

bi qasê ku dixweye diya ernesto jî eyn wekê dayîkên kurd bûye: http://twicsy.com/i/JxrLMb



24.03.2014 14:28 | endazer

54. Weke camÊra rÛnin ji xwera. *



24.03.2014 17:18 | xwelî li ser

55. lawo gohdarê xwe bin , dewla yekî careke dikeve çalê .



25.03.2014 00:06 | gêjê

56. go bavê min li malê bû nikaribû sixefan bike hema di got ' weke her car ' *



25.03.2014 00:09 | gêjê

57. Berxê nêr ji bo kêr



25.03.2014 11:44 | tembûra dilê min


59. HÛn ne heja ne sÊri pîvazekÎ *



27.03.2014 10:53 | xwelî li ser

60. ez dikenim jî girî pey min tê



26.04.2014 01:22 | berf

62. -heyla ji kerê keto!



18.05.2014 13:57 | xwelî li ser

63. -xûlî qunê kirî

min tu caR FEHM NE KIRIYE XULÎ çima quna meriv dikin lê dayîka min her tim dibêje...



18.05.2014 17:01 | resençiyayî

64. "mishefa reş" ez werim wêdê ..!



18.05.2014 22:05 | singundiki

65. (bnr: baran xêr û bereket e)



25.05.2014 00:38 | brusk56

66. (bnr: vir dijminê xwedê ye)



25.05.2014 00:39 | brusk56



69. (bnr: pêxemberê me têr nanê ce nexwariye)



25.05.2014 00:50 | brusk56

70. - yadê ez birçî bûme

- kerratiyê bixwe



25.05.2014 00:51 | mergehez

71. (bnr: patlamiş fîşek)

ji bo fîşekên hewayî dibêje. (agirbazîan jî teqemeniyên birqok)



28.06.2014 23:47 | simurg56

72. (dema dixwînim) : bES E, TE XWE KOR KIR.



25.10.2014 23:15 | seydayê_peyvan

73. EMANETA QENCIYÊ.



25.10.2014 23:16 | seydayê_peyvan

74. eZ DERDÊ TE NEBÎNIM.



25.10.2014 23:31 | seydayê_peyvan

75. tu rajê axê, di destê te de bibe zêr.



26.10.2014 23:55 | seydayê_peyvan

76. lawo tû nekê jî xwedê bIde te.



26.10.2014 23:55 | seydayê_peyvan

77. ez jI te razî me, xwdê jî jI te razî be.



26.10.2014 23:56 | seydayê_peyvan

78. (bnr: xwedê ji bavê standî)



29.01.2015 19:48 | simurg56

82. Qurbanêêê...



06.02.2015 13:39 | mamoste63

83. Çavên me li riya te ye kurê min.



09.02.2015 18:06 | xendekî

84. (bnr: xwedê ne meîn be)



15.03.2015 08:48 | simurg56

85. (bnr: dema xwedê aqil dibarand hûn li kû derê bûn)

(bnr: haa hûn nesekinin ezê xwe bavêjim gola wanê)

ez û dayîkamin ku em bi telefonê diaxifin dema ku ye telefonê bigre ev bu sê sal evha dibejê: kurêmin dogalgaza xwe vekiri nehêlin bigrin haa



15.03.2015 11:15 | quşxaneli

86. Bikevî bin teka ereba .çi gû bixwara min Eva ji mira digot han ev tenê ne bû lê bêguman en zef Ev dihate gotin



15.03.2015 17:25 | xeteraqirêj

87. şar ver a beno hol şima ver a benê har.



16.03.2015 00:13 | ladyzazarus

88. Zarokên xelkê pîlot in



16.03.2015 14:42 | mistefa

89. weke bûka teze saetekê de çayek tîne.



19.03.2015 20:20 | remlavêj

92. ---Ez: Dayé şîv çîye?

---Diyamin: tirşik ^_^

---E : Disa ji tirşik! Te Taştiyé ji tirşik dabuyi me.

---D : tirşik naxwî? newisa be kerratî bixwe



03.04.2015 18:26 | tîrejên rojê

93. Topa saddam serê te bikevê



17.05.2016 11:53 | biviraraskolnikovyatûj

94. nifirek herwihagotinek jê ev * "xwedê sityê zaliman bişkêne"



17.05.2016 20:13 | shorbevan

95. Nifirê balkêş in " biruska Xwedê li te keve"



18.05.2016 08:36 | dizek

96. -Erê erê em rokê pîr bibin kes qedehek av jî nadi destê me.

- Şevene bi tena serê xwe dernekeve derve

-Zêde nekene xelkê henekên xwe bikin

- Biaqil be

- Giran be

- Siyasetê nepeyivin

1-Ê nizani jî wê bêje " hela gedê vê jinikê çi kirine ku xwe ewqas belengaz dike "

2- Min riya malê ji bîr kiriye her şev li derve me (!)

3- Hingî nakenim xelk henekê xwe dike

4- Bêşîrove.

5 - Hingî giran im êdî dibêjin " vêya ne a vê zemanê ye "

6- Nikarim xwe bigrim kezeba min reş dibe :(



Lê dîsa jî rojê pêncî caran ez van gotinana dibihîsim. Ha ji xwe re li vê ecêbê !



13.08.2016 16:59 | biaqila malê

97. nizam navê şîva me çiye!



05.09.2016 15:56 | xwelî li ser

98. ''Mala xweziya nîn e''.

''Xwedê emleçiyê te bê lawo''.
(Emleçî çi ye nizanim, dibe ku emilîn e yan emel e yan jî amil e, amel e)

Gava dayikên me me dirakirin nimêja şeveqê em zû şiyar nedibûn. Ewan jî digotin ''haa vêga şeytan nav devê we dimîze razin law razin''. Dikiribûn ku dilê me bixele û em zû şiyar bibin. Bi kêrê jî dihat pirî caran.
Gava zarok derew digotin, vir tavêtin yan jî sixêf digotin jî dayik digotin '' vêga şeytan di devê te mîz kir''. Zarok jî şerm dikir.

''Gava zarokê me piçûk in dizanin bêjin hêk, mezin dibin êdî dibêjin qaqê''.

''Nimêj sitûnê dînê ye''.
(Wek hedîsê pêxember her hal)

Dema ku em ji bo pîrozkirina cejnê diçûn ba hebizbiniyan digotin cejna we pîroz bê. Ew jî digotin ser çava û zirçêle. Û ev zirçêle çiye nizanim hê jî meraq dikim. Dibe ku zor çêl e bê ango bi giştî nifşê re, bi gelek nesilê re. Yan jî çê, baş filan e. Me fêm dikir ku tiştekî baş dibêjin lê axlebê mirova nizanibû digotin ev hebizbiniyan henekê xwe li me dikin. Ev ne têkiliyê horve ye lê hate bîra min çawa bikim : ).

Wexta ku em bê besmele dest bi xwarinê dikir dê û bavên me ji me dipirsîya digot kî besmele got. Yekî digot min negot. Yekî digo min got bi xwedê filan. Digotin kî negotiye zû bibêjê çimkî bê besmele şeytan jî bi we re dixwe û bê bereket e. Gava em besmele dianî dê û bavên me digotin vêga şeytan vereşa, heke çi xwaribe jê re nema. Helbet em zarok bûn me perwerde dikirin.



20.05.2017 12:26 ~12:46 | rûbar

99. Lew qey bavê we vê topê (gog) da ye hun serî dikin, dileyîzin. Qe çevê we lê dernay!

*



20.05.2017 12:36 ~12:36 | bûtîmar

100. Gotineke cîya min:

tirşik we hînê ziman dike.

[ez kêfxaş, hun silamet] *



23.05.2017 12:15 ~12:16 | bûtîmar

102. Hebek din bixwe qûbanê.



18.06.2017 15:46 | elaziz izzetpasa camii

103. Tu diçî der mera li înstagramê parve neke *



18.06.2017 19:12 | biaqila malê

104. gotineke diya min:

bira meriv li ser piya be bira meriv li gorrê be



15.07.2018 12:03 | bûtîmar

105. ku mirov birçî be mirov kevira jî dixwê!



16.12.2019 15:13 | xwelî li ser

106. Tu îro kar nekî siba bar nakî.



16.12.2019 21:29 | azad30

107. quzilqurt û qotik



16.12.2019 22:43 | kajav

108. "nanê xwe li malê bixwin, Perê we guneh e. Werin nanê'xw bixwin, dîsa biçin!"



17.12.2019 00:01 | mirovekirind

109. pere heval in



17.12.2019 01:06 | gumgumok

110. Belkî hestîyê stûyê te bişkê.



17.12.2019 02:11 | xwebixwe

111. Ji rûyê birayên min jinka reben asîmîle dibe.
Dibêje allah seni iyilerle karşılaştırsın.
Xwezî dapîra min sax biya. Wê her tim digot.
Tû nekî, tenê bixwî.



17.12.2019 02:59 | cinorek

112. ka tê kengî bizewicî ye :D



17.12.2019 14:33 | xabûrî

113. wextê ku mi nû guhar kir guhê xwe, mi go ka ez ji ca xwe bipirsim. çûm miqabil û mi jê pirsî:
"yadê, çilo bûye?"
keniya û go "wek ku mero kurtên li çêlekikê ke."
mi go "sihet xweş yadê."



18.12.2019 07:22 | yusiv hemed

114. "Tû bibî sed salî jî tû li ber dilê min zarokek li ber şîr î"



18.12.2019 16:08 | lîfikê firaxê

115. cila şil e
li ser mile
ji bo kesên teral û kêrnehatî têyê bi kar anîn
Nîşe:cil=xalîçe



18.12.2019 23:56 | mêrxasê serhedê

116. gedê şarî serê siba tarî ra wardenî şonî yaban, ê ma roj hamo teştere hama hewn dî



25.12.2019 00:07 | kajav

117. Hûş teqreqê dernexin xelk di bin me de hene

Derzên xwe bişûxle îşe te ji sîyasetê tûne ye

Nebên ev çiye çi hat ber we bixûn



31.01.2020 22:02 | tîrêj zana 21

118. (bnr: gedên radipeliqin diwara)



31.01.2020 22:09 ~22:09 | tîrêj zana 21

119. Qurbana zarê xelkê bî

Tira pelagoşka zarên min daye.

Ez zarê xelkê dinhêrim û dizvirim li zarên xwe dinhêrim , çi dizanim...



01.02.2020 16:40 | brzn

120. min îro yeka nipûnû bihîst:

- hişyarê xwe hebe kurê min li stenbolê nebe qorona. *))

- temam dayê.:/



19.03.2020 00:37 | xelîl

121. Qencî pere nakê.



19.03.2020 19:50 | lonw karda

122. Zarokê xelkê werê ne filan û bêvan. Hingî dêya min werê got êdî xwebawerîya min têkçûbû. Bera berawirdkirin bandoreke neyînî li zarokan dike. Divê jinên Kurd jî bixwînin çimkî ewê zarokên pêşerojê mezin bikin.



19.03.2020 20:16 | xabûrî

123. "hêsîrek jî ji çavên kor bê, bes e."



20.03.2020 03:20 | lehî baranyan

124. "ji bavê te zêde ye"
"çalingên te bikim qûna bavê te"
"kerbav"



06.04.2020 00:46 | afa

125. hinekî maqûl be kurê min
boş boş xeber nede kurê min



06.04.2020 01:09 | bedirxan

126. Welleh te emrê min xwar!
Ma tu biçuk î? Niha ez jinekê ji te re bînim tu na bêjî na!
Hey jîn kurtê jîn kurt!
Welleh tu guh şor î û xus î!



06.04.2020 01:13 ~01:27 | de facto hozan

127. xwedê goştê berha nêr daye ji kêrê re



06.04.2020 23:31 | brzn

128. Keça xelqê çi ji cîya xwe re dikin lê tu?



06.04.2020 23:34 | pirtûkbihûşt

129. Pêşî îman quran paşê tendurîstî û malbat û zaro zêrç tê. (gotinek dayika min e.)
Dema ku wisa dibêje ez dibêjim dayê pêşî kurd û kurdistan dû re îman û quran nizam çik: ) )



09.04.2020 23:33 | brzn

130. dema ji mal derkevim dibê;

oxir be
tejî li dû gur be
têrxwarina te li vir be.



10.04.2020 00:21 | roberz

131. piçik piçik heta kuçik...
piçik = hindik
kuçik= cîhê ku derdorê wî keviran ve hatiye girtin û nav de agir dişixulînin.Li ser vî jî xurek ,xwarin tên çêkirin.



13.04.2020 17:17 | brzn

132. wey la qirikê û qijikê, mala min, ez gorî, serheşê, serreşê,



13.04.2020 17:46 | soryazyus

133. de rebbê alemê qeza û bela ji te dûr bike hey ez gorî



13.04.2020 20:49 | lîfikê firaxê

134. Gurçika min
Ronahiya herdû çavên min



13.04.2020 20:54 | afa

135. xwedê heşra min tevê heşra te neke



19.04.2020 13:35 | brzn

136. Got ew çi ye tu diçînî ? Got ka bise , min çinî tu yê bibînî.



05.05.2020 21:43 | brzn

137. Gotinên dayîka min bi rastî jî gotine wêda nifir bûn. Pirî caran topa saddam li ser kezeba min xistîye min di gola bê av da mirar kirîye.



06.05.2020 00:21 | gerokizm

138. Çar dîwaro eyb veşaro - Heke devdorê mirov girtîbe kes pê nahise te çi gotiye lê heke girtîne be her kes dikare bibihîse te çi gotiye : )



19.05.2020 13:56 ~13:58 | brzn

139. Şekaleka min ji rûwê te hebana tu carî nediqetiya



19.05.2020 18:44 | azad517

140. "Kesk û sor li mala me, mehr û mişk li mala te."
Min vê gotinê duh ji diya bihîst cara yekem.
Tê çi wateyê, daxwaza wê çi bû nizanim.



22.05.2020 01:23 | rotê şevê

141. Ne yê şîna ye ne jî ya dawetan (dîlan).
Kesên ku ne dizanin biçin serxweşiyan ne jî biçin dîlanan re tê gotin.



27.05.2020 16:53 | brzn

142. Çiyê me tevêhev e.
Gotineke dayika min a herî navdar e.
Dema ku dibêjim dayê , navbera te vî kesî çawa ye anku ku bi hêrs be ji yekî re dibêje "Çiyê me tevêhev e." Yanî tu pirsgirîka me nîne.
Ez jî dibêjim dayê ma îlim divê tiştek we tevêhev be (şirîkayî ,bazirganiya bi hev re dibêje.)
Ew jî dibêje erê , tiştek me tevêhev ne be , wê çima navbera me de pirsgirîk hebe.



27.05.2020 17:00 | brzn

143. -lawê xelkê tiyara bê mazot difirîne
-bila bêhna zilaman ji we bê
-ê wek te niha zewicîbû du zarokên wî hebûn (dayê ez hîn 18 salî me tu çi ji min dixwazî * )



20.12.2020 08:58 | keyomerd

144. -dayê şîv çi ye
+xwedê çi qismet kiribe
-xwedê çi qismet kiriye dayê
+jê bipirse



20.12.2020 09:05 | keyomerd

145. ê xelqê bi ser heyvê ketin ê me jî man ker.



20.12.2020 11:25 | shwinsherm

147. Min nezanîbû di bin kîjan mijarê de vekim û min li vir vekir* ev peyva, biwêja an xweşgotina ne ji aliyê dêya min lê ji aliyê bavê min hate gotin. Min gelek caran ji dêya xwe û pîrika xwe jî bihîstiye. Hevok ev e:
"Taya te be mirina min be!"


Gelek caran ji aliyê dê û bavan ango hezkirogan tê bi kar anîn. Di wateya bila tiştê dê bi ser te de tê bila bêye serê min û neyê ser te. Ez çûm rojên berê dîsa*



10.07.2021 23:49 ~23:52 | rizgarm

148. Gotinek dîya min heye ku ev gotin heke ez ne şaş bim digihê bûyerek kevn ku li gûndê me de qewimîye. Dîya min piranî gava ku me doza pere an jî tiştên din lê dikir, me feqîrê dibehecand dikir.
+Yadê?
- Hê, mama bi qûrbana te?
+ Yadê, filan tiştî divêm!
- Tunne ye dada min, ji kû bînim?
+ Tu divê peyde bike!!
Li vir dîya min li min vedigerîne:
"Heçî got; bavê te ji niyaza mir, rebeno ma palûlek jî tunnebû te danîba li ber?
Tunne ye law, tunne ye te di ca min n****yo
"
Nîşe:
Ev dîyalog bi gelek kombînasyonan dûbare bûye...



01.08.2021 22:05 ~22:06 | pîroz

149. (bnr: we tijî mêlaka min xwîn kir)



14.06.2022 01:28 | evcebarê pirê

150. Qala Xizaniyê bibe her tim vê gotinê dike tunebûn reş e, gewr e?

Anku mirov çawa pênaseyê tunebûnê/xizaniyê bike ?



20.06.2022 20:29 ~2023.01.12 00:01 | navîgiranmezelîwêran

151. Qîza xalê
Lawê metê
Şekirê nav kaxitê



21.06.2022 22:07 | xemakê

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên pêşiyan yên pirs tê de heyîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî