Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
girls of the sun - tirşik

Bahar, fermandara komek leşkerên jin, jibo rizharkirina herema xwe ya deverekî kurdistanê şer dike û hêviya dîtina kurê xwe ye. Mathilda, rojnamevanekî fransî, divê evî operasyonê di cih de bişopîne ...
(11 şîrove)
girls of the sun
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li gorî Jan Dost (binêre: 'Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Mela Mehmûdê Bayezîdî, lêkolîn: Jan Dost, Wş. Nûbihar, 2010), Mela Mehmûdê Bayezîdî li ser daxwaza şagirtê xwe Jaba Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî bi destxeta xwe, bi navê "tewarîxî qedîmî Kurdistan" wergerandiye zimanê Kurdî zaravayê Kurmanciya jorîn, ji ber hindê ew yekemîn wergêrê Kurd jî tê hesêb. (r. 14)



Li gorî Ziya Avci (binêre: Cami'eya Risaleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, M. M. Bazîdî, amadekar: Ziya Avci, wş. Lîs, 2010) jî, Bazîdî yekem kes e ku cara ewil cilda yekê ya Şerefnameya Mîr Şeref Xanê Bedlîsî ji orjînala wê ya Farisî û li ber ew nusxeya ji aliyê Zêrnov ve hatiye amadekirin, wergerandiye ser zimanê Kurdî. Li gorî Z. Avci, wî ev xebat di sala "1856"an de temam kiriye. (r. 14) Lê Avci diyar nake ku ka ew wergêrê yekemîn e an na.



15.07.2013 16:02 | înano lo

2. Yekemîn wergêrê modern û ta niha yê herî zêde werger kiriye helbestkar û edîtor kawa nemir e. Mala wî sed carî ava.



15.07.2013 21:43 | seydayê_peyvan

3. yekemîn wergêr kî ye nizanim lê hê ez zarok çi peyva ku bi zimanê tirkî bi ber guhê min diket min dida ber zimanê kurdî û berdêla wê ya di zimanê kurdî de dida ber ger û pirsê.. bawer im ku piraniya zarokên kurd ên paşê fêrî zimanên din ên serdestên xwe dibin jî heman metodolojî bikar înane..



15.07.2013 21:57 | endazer

4. Ango keçên rojê û girls of the sun.

derhênerê fîlmê eva husson e. û wek serlîstikvan golshifteh farahani dilîze. Fîlm çîroka têkoşîna jinên kurd ên Êzidî li dijî rêxistina daiŞê li Şingalê vedibêje.

Min temaşe nekiriye hêj. li imdbyê 5.6 pûan standiye. lê bawer im ku ev pûan ji tirk, ereb û farisên nijadperest hatine. ku mirov li şiroveyên derbarê wê fîlmê di vî malparê de binihêre, dikare bibîne ku çima evqas kêm pûan standiye.



23.11.2018 15:39 | xelîl

5. Lîstikvan di film de baş dilîzin (mixabin di filmên têkiliya wan bi kurda re hebe hêja ev yek dibe sedema pesn dane).
Her çiqas filmeke derbarê şer de bê jî dîmenên şer ne ewqas zehfin ku mirov jê aciz bibe û ev jî derfetek dide temaşevanan ku li ser serpêhatiyên lîstikvanan bêtir konsantre bibin.
Di film de bala guhdarvanan baş hatiye kişandin li ser wêrekiya jinan, ya çêtir ne tenê li hemberî dijminên wan lê li hemberî mêrên 'ji wan' jî.
Film li Gurcistanê hatiye kişandin. Her çiqas erdnîgariya wir gelek ji ya Kurdistanê ne cuda be û gelek hewl dabin ku atmosfereke wekî ya devera şer a rastî ava bikin jî, mixabin gelek kêmasî di babeta cih û war de hebûn. Ez dibêjim qey ji ber vê dîmenên di nav dîwaran da hatîn kişandin ji yên ji derve hatîn kişandin gelek zêdetir bûn.
Film de sê çîrokên ji hev cuda ya sê jinan, Lamia, Bahar û rojnamevan, tê vegotin. Tu têkiliya wan çîrokan bi hev re tune. Helbet ji bo filmeke pêşwendiya hunandina wî cureyî jî heye, lê bi ya min, di vir de pêşî digirt ku mirov bikare empatiyê bi listikvaneke re bike.



07.08.2019 23:52 | nestêle

6. Osman mehmed
Ciwanmerd kulek
Aydin Rengîn
Kawa Nemir
Sîdar jîr
Dilawer zeraq
Lal laleş
Samî hezil
Brahîm ronîzer
Yunis das



24.01.2020 16:52 | oceancr

7. xwezî serek wek girls of the sun bihata vekirin ango be guhertin.

bo jin,bo jîn,bo azadî~trailer





07.04.2020 22:57 | golikvan

8.

ev fîlm a bi navê Les filles du soleil (Gîrls of the Sun) ji hêla tîma wergerên Tirşik.net’ê hatîye wergerandin gelo? Nehatibe jî, kesê dikare wergerîne heye?



23.04.2020 11:09 ~11:14 | ozjan xwenas

9. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê simurg56 ve hate kirin.
18. film e ku ji alîyê komê ve tê wergerandin.
hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 73.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



24.04.2020 17:29 ~2020.05.16 21:00 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» girls of the sun
» thebebo
» sunny 2011

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî