Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
di bin navê ''ez te difikirim'' re hêsûdî an jî xwesteka qontrola jiyana kesekî/ê din - tirşik
di bin navê ''ez te difikirim'' re hêsûdî an jî xwesteka qontrola jiyana kesekî/ê din
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tişta ku van rojan hîs dikim. hevalê min bi gotina ''ez te difikirim, tu xema min î, ez tenduristiya te dikirim'' filan behvan destûr nade ku ez biryarên xwe bidim. tişta ji vê xerabtir jî, li gorî wî fikrên wî mantiqî ne, rast in û tişteke din ne xema wî ye. Dibe tu yê biya min bikî!! Ev rewş min gelekî acis dike û qet nabêje ''ok, min fikra xwe got, êdî biryar dayîn ya te ye.'' Dibe ku naxwaze gotina wî li hewa bimîne, dibe ku ev jî cûreyek narsîstiyê be.. kî zane... Ez zanim heke ez van tiştan jê re bejim jî wê dîsa bêje, tu min poşman dikî kû ez te bifikirim...



26.11.2018 18:34 | gulêê

2. edeta bavê min e. gelemperî wisa ye lê mînakek bidim:
min dixwest tiştekî bikirim û ew jî fikra xwe dibêje: welleh kurê min tu bi keyfa xwe yî, ez bi qasê misqala zirrê(cem me ji bo mîqdara herî kêm tê gotin) tevlî karê te nabim lê dibêjim esseh nekire. (û paşê her roj gerîya û fikra xwe dubare kir)

qet nebe ne ji ber sedemek xerab e ev tevger lê mixabin dibe sedema xemgînîya her du aliyan jî.



27.11.2018 21:11 | simurg56

3. Mixabin ev yeka wekî 'esaseke têkiliyan hatiye qebulkirin û dema meriv dibê; "yaw ma min kinyê tapoya fikrên xwe teslîmî te kir" yekser dêrî nîşan didin :D sedemeke baş e ku meriv mirovê digel xwe nas bike û anegorî vê biryara xwe bide. Ha "ez te difikirim, tendûristiya te, jiyana te filan û bêvan" gelek caran derew e. Heke rast be jî hîîîç giringiya wê nîn e, ji ber ku dê bavê me jî xweşiya me dixwazin lê divê em piştî demekî li gorî biryarên xwe bijîn, heman tişt bona kurê/qiza xelqê jî wiha ye.

Edît: Bera "di bin navê" ev îfadeyeke tirkî ye ne wisa? Min hîç kurdî (kurmancî) de tişteke wiha nebihîstibû.



28.11.2018 00:20 ~00:22 | jifêzagorda

4. xuhê kumreşan e..



13.05.2019 22:13 | bûtîmar

5. di têkiliyan de mekanîzmaya qontrolê; mudaxaleya jiyana kesa li hemberî xwe. mekanîzmayeke gelek xirab e; ji ber ku wexta yê li hemberî te dibêje ez ji bo te wusa dibêjim bi te wusa dide hîskirin ku tu her tim bo xwe tiştên şaş dikî. mêkanîzmayek manîpulatîf e; hêrsa te li te vedigerîne, dêrûniya te xira dike, hezkirina te ya bo xwe diqedîne, bi xwe re şer dikî. divê mirov ji kesên ku wusa dikin dûr bisekine.

(bnr: şîddeta flortê)



13.05.2019 22:30 ~22:32 | roza

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bin an bibin
» navên heywanan bi kurdî
» jîyana bi dagirkera re
» xwesteka bikaranîna tîpa w yê şûna tîpa v yê
» jiyana riwekî
» dinyager

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî