Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
pirtûkchallenge - tirşik
pirtûkchallenge
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çalakîyeke wêjeyî ye, ev demeke li ser twitterê xwînerên kurdî di navbera xwe de digerînin.

yek pirtûkekê diyar dike, dibêje pirtûka min a îşev ev e û ez filankesê vedixwînim challenge'ê, ew filankes filankesek din.

ez heta niha tevlî nebûme, lê ez bim çalakîyeke xweş e û baş e, bikêr e. pirtûkên kurdî wilê nav xelkê de bigerin ev e ji bo xwendinê tişteke erênî ye.



01.12.2018 13:01 | xendekî

2. çalakiya ku ti kesî ez venexandime :/



01.12.2018 16:22 | gulêê

3. Çalakiya nivîskarên alemê ji yên kurdî cihê dike. Qelembidestên xelkê ji xwe re şerabê noş dikin û jiyana xwe bi întelektûeliyê terxan dikin. Ên me ji belengaziya kurdbûnê, li ser medyaya sosyal pirtûkên hev parve dikin. Meyger ji kerema xwe xweliyekê bîne bi serê me de
*Helbet cêhilê xwendekar jî hene ku tevlî vê çalakiya xweş bûne.



02.12.2018 03:06 | hejîro

4. Çalakî û kampanyayên wiha ji bo popûlerbûna kurdî giring in. Hêvî me ku ev tişt ji Ciwan û xwendayên me yên ku di bin bandora popûlerîte yên zimanên din de ne re bibe cazîbeyek û wan bikişîne pirtûkên kurdî û nivîsandina bi kurdî.

Gavek xweş e û divê çalakiyên wiha yên nû werin lidarxistin û bên domandin.



02.12.2018 12:14 | xelîl

5. Beriya du rojan (02.12.2018) Cemîl Oguz di malpera Diyarnameyê de nivîsa xwe "Hin çalakiyên Kurdan ku nakevin serê min" de derbarê vê mijarê de rexneyeke bêbingeh û virt û vala nivîsî. Li gorî Oguz, divê Kurd van tiştên wekî pirtûkchallenge û çi tiştên din hebin bi Kurdî binivîsin.

Lê tişta ku Cemîl Oguz jî baş dizane, kijan welatî ew tişt afirandîbe bi zimanê wî welatî tê binavkirin, bila cara yekem Kurdan çêkiriya û mohra xwe lê bidana. Li gorî Oguz navê vê çalakiya pirtûk guhertinê ev bûya dê baştir bibûya: "Qubxwestina Pirtûkan". Li her derê cihanê û li Tirkiyeyê her kesî bi banga "book challengê" gazî hev kiriye, kurdan ew "book" kiriye "pirtûk". Ev xwestekên wiha wekî dewra Cumhuriyeta Tirkiyeyê "öztürkçecilik"ê re eynî ye.

Nivîs ji serî heta dawiyê bi van mînak û rexneyên vala re hatiye tijekirin, kesên dixwazin bixwînin lînk li vir e.

Here lînkê http://diyarname.com/article.php?Idx=6370



04.12.2018 16:34 | lehî baranyan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkchallenge

Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî