Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
gîska gerok - tirşik
gîska gerok
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. gotina ku diya min a dilzîz her tim ji bo min dibêje.
Di destpêkê de - dema ez gelkî ciwan bûm - gelekî bala min nedikişand lê paşê dema ku li gund hin gîskên gerok ji malên xwe derdiketin û rêya mala xwe jibîr dikirin dît, ev gotin li ba min gelekî biqedr bû. Dibe ku ciya min jî ji vê ditirsiya, nevegerîna mi..



03.12.2018 11:36 ~11:37 | gulêê

2. Youtubera têra ku xwe îtîcî ye. Li vîdeoya wê ya dawî binerin.




03.03.2019 23:23 ~2019.03.04 07:47 | diclefirat


4. e jî dibêm îtîcî ye, lê mesele ev e ku vîdeoya wê ya dawî ev e:



04.03.2019 22:33 ~22:35 | gulêê

5. bi rastî jî zehv (bnr: îtîcî) ye yaw : )))



14.03.2019 10:55 | bûtîmar

6. (bnr: ellen degeneres)
(bnr: the ellen show)



14.03.2019 12:22 ~12:23 | cinorek

7. hevala wê ya çînî jî ji wê îtîcîtir e *




27.03.2019 15:44 | bûtîmar

8. YouTubera kurd. Bi şêweyên cuda video dikşîne. Carinan li ser muzîka kurdî, carinan jî bi mijarên ku ji pêşiyê ve kifş kiriye vîdeoyan amade dike û şiroveyên kesên ku wê dişopînin di vîdeoyê xwe de dixwîne.



28.03.2019 13:51 | hesinkar

9. enerjîya wê têra heft youtuberan dike lê xwezî vê enerjîya xwe di kişandina vîdoyên heman mijarê da xerc neke. wek, vîdeoyên pirs û bersivan.



28.03.2019 19:57 | henûn

10. min jî wextekî çend tiştên wê temaşe kiribûn. youtuberiya kurdî bi pêş dikeve. ji aliyê teknîkî ve divê hinkî baştir bin.



28.03.2019 23:55 | serhednişîn

11. Bi rastî jî mafê wê navê xwe dide wek gîskekî.Carna mêzedikî li rûsyayê ye carna jî li stenbolê.Bernameyên balkêş dike.



29.03.2019 00:23 | brzn

12. Ew youtubera ku min kişand vê derê, bi xêra wê min xwe kir endam, go admîn jî desturê bide emê van deran tevlîhev û belawela bikin. De hadê bişkînin zincîra tirsê, bifrînin kewê ji qefesê...



29.03.2019 13:25 | azîzko

13. wenda bûye.
twitter, instagram.
qanala xwe yê youtubeê jî çûye.



05.11.2019 17:41 | cinorek

14. ev demek bû deng jê dernediket. ji bo ku hevpeyvîna wê ya bi ferît sevîm re temaşe bikim, min qenala wê kontrol kir û dît ku hema bêje hemû vîdyoyên xwe jê birine. tenê vîdyo hiştine ku tê de ew bixwe xuya nake. wer texmîn dikim ku navdarbûn lê nehat û niha dixwaze rûyê xwe bide jibîrkirin.
carina vîdyoyên gelekî baş dikişand û heqê youtuberîyê dida. çima biryarek wisa girtiye, nizanim lê pê xemgîn bûm. xwezî wisa nekira. eyn weke wê rewşê hîs dikim, te dît dema tirşikvanek tirşikê diterikîne û hemû peyamên xwe yên kevin jê jê dibe. dema min vê hevokê nivîsand şikek kete dilê min ku belkî wê jî peyamên xwe jê biribin. niha min kontrol kir, jê nebiriye. qet nebe ev jî baş e.



11.11.2019 22:20 | simurg56

15. hesabên xwe yên medyaya civakî vala kiriye. Ez dibêm jo bo projeyeka mezin û nû vê biryarê daye, xêra danîna hesabekî/xebatekî çêtir.



12.11.2019 18:09 | mirovekirind

16. bi deng û kenê xwe yê şêrin, wek gîska li ortê digeriya. kelecaniya wê û bişirîniya wê însan dibişirand. Qasî zanim li Mosko ye. bawer im ew jî wek her kurdê ku carinan aciz dibe aciz bûye û bi hêvî me wê vegere jî.

Porê wê yî sorîn dikir ku jêr bibêjim 'serşemamok'ê lê ji aliyê baş ve *



12.11.2019 18:50 | berxweda

17. gîska ku hemû vîdyoyên xwe yên li ser youtube veşartine *

Bawerim wext hat ku ez ''özeleştiriya'' xwe bidim *
Erê min hemû vîdeo veşartin lê ka bipirsin te çima veşartin * Di destpêkê da min digto wê 100-200 şopînerên min, hevalên min wê min bişopînin û ez ê jî ji xwe ra wilo vîdeoya çêkim. Lê paşê mi dît ku şopîner bûn 1000. û ez jî di vîdeoyên xwe da, dê û bavê xwe, malbata xwe her tiştê xwe parve dikim. Vêca li Kurdistanê û li Tirkîyê min gelek kes dîtin dibêjin aaaa gîska gerok filan û hema bêjin her tiştê min dizanin, li ku dixwînim, jı ku me, çawa dikenim, mimîkên min çawa ne, diya min, bavê min filn. Ez jî nikarim tiştan veşêrim û heme min di vîdeoyan da xeber dida.
Piştî demeke ev rewş xweşa min neçû. Yanî ez naxwazim kesên ku min nas nakin bizanibin eb çi dikim, malbata min çawa ye, çawa dikenim, bi çi ve mijul im.

û min biryara girtina hesabên Gîska Gerok kir, twitter, instagram û youtube hemû jî girtin, hesabê youtube hê aktîf e ji ber ku ez dixwazim mîna Umid Gorbaçov vîdeoyan wergerînim filan.

Nizam yanî, ez baş im,psîkolojiya min jî baş e, spas bo meraqkirina we, ji we hez dikim *



13.11.2019 20:06 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gîska gerok
» gerok

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî