Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    21 mijar û 37 peyam
    melayê bateyî - tirşik
    melayê bateyî
    (0) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. melayê batê an bi navê xwe yê din mela hisênê bateyî (z. 1417 − m. 1491) nivîskarekî klasîk ê kurd bû. Navê Melayê Bateyî yê rastîn Husên e. Lê belê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandın ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.

    Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê zeynelabidin zinar ve hatiye tîpguhastin û di sala 1992’yan de li Stenbolê ji aliyê weşanxaneya firatê ve hatiye çapandin. Li ser pişta wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoşî (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê ertoşiyan e. Nivîskarê Dîwana Kurmancî evdireqîb yûsiv jî dibêje ku navê wî "Huseyn" e. Dibêje: Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv "Huseyn" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Huseyn e. Dibe ku navê wî "Hesen/Huseyn" be û "Ehmed" jî leqeba wî be.

    Ji jînenigariya wî, tenê tê zanîn ku ji eşîra ertoşî ye. Li gundê Bateyê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Gora wî jî li wir e. Tê gotin ku li bajarê Miksê, di medreseya Mîr Hesenê Welî de, digel mîrê Miksê xwendiye. Lewre di nav gel de, tê gotin ku Melayê Bateyî û mîrê Miksê destebirayê hev du bûne û sebra wan bêyî hev nehatiye. Melayê Bateyî sala 1755’an, di temenê 66’an de, koçdawî kiriye û li Colemêrg gundê Bate hate veşartin

    Bi qasî ku tê zanîn, ev berhemên wî hene:

    Mewlûda Melayê Batê (Mewlûda kurdî)

    Dîwana Bateyî

    Destana Zembîlfiroş

    Perçeyek ji meqele Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Bedirxan dibêje :

    Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: Şahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heşt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf şihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heştê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e.

    Li gora tiştê ko min bihîstiye Batê li Behdînan û li nêzingî Amediyê ye. Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û şihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne şaş im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re nisxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:



    ''Hemdê bêhed bo xudayê alemîn

    Wî Xudayî daye me dînê mibîn

    Em kirîne imeta xeyrel beşer

    Tabihî wî miqtedayê namwer

    Wî xudayî malikê milkê ezîm

    Daye me mîras qurana kerîm

    Dinê me kir kamil û nî'met temam

    Ya'ni da me Ehmed û Darusselam

    Ew Xwedayê bê nezîr û Zulcelal

    Bê heval û bê misal û bê zewal

    Bo cemihî mislimîn û salihe

    Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.”



    2013.09.11-18:01 | endazer

    2. gorbihûştê nemir mehmed uzun berê mirin xwe dixwast li ser melayê batêyî romanêk binivîse...



    2013.09.11-20:36 | newenda

    3. hebestek hezîn û payîzîn ji dîwana melê ya ku hêj temam nebûyî:



    ''El wefayî wesla canan xemzîdara min nehat

    Ya tu qelbê asiqan î,gulnîgara min nehat

    Mam di qeyda derd û daxan xemgusara min nehat

    Subhe nabit wê şevê dengê menara min nehat



    Derd û dax im,bê qerar im,bê bihar im,bê çîmen

    Bê hebîb im,bê tebîb im,hem xerib im bê weten

    Şubhê Yaqûbî ji işqa Yûsifê gulpîrehen

    Mûnisê derd û xeman im sakinê beyt-ul hezen

    Tar û mar im,întîzar im,sehsiwara min nehat



    Pertewa şem'a cemalî,min disojit dem bi dem

    Iştîyaqa zulf û xalan têk kirim deryayê xem

    Dame ber pêça fîraqê, weslê qet nakit kerem

    Ma mededkarê me bit "înna Fetehna" subh û dem

    Weme,sotim ateşê dil,şehriyara min nehat



    Şubhemestan im weku dîwane ez dîwaneser

    Badeoş im,pirxuroş im,bêyîhoş im derbider

    Hesret û hicrin keser mehbûb û xeyrin bîn'nezer

    Bîlfîraqê lî'ttelaqî bê sikûn in ta seher

    Xwabê nûşîn ba ezîz im,dilnîgara min nehat



    Meclisa bê saz û hey-hey,min nevêt naçimeyê

    Bê defû bê çeng û bê ney,min nevêt naçimeyê



    Bezmeya bêyara BATÊ min nevêt naçimeyê

    Bêfîraxet yara BATÊ 'eşwekara min nehat



    2013.09.17-07:12 | endazer

    4. Xatûnê ez tobedar im

    Delalê ez tobedar im

    Ji rebbe jorî nikarim

    Zarok birçîne li malê



    Melayê Batê / Destana Zembilfroş



    2013.10.13-01:08 | cinorek

    5. (bnr: mewlûda melayê batê)



    2014.09.15-13:11 | xwelî li ser

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    di nava tirşikvanan de hevzayendîtî [1]
    tiştekî ne ecêb e. HILMA XWE FIREH BIKIN Û NEkeVIN tirsa qûna xwe. HER...
    serhedo bê kiras [1]
    Xoş hatiye. Li ber peyamên wî yên geş û dirêj bim. Gelek meraq d...
    çavgirtonek [1]
    Belê em jî wisa bi kar dînin(li serhedê/mûş).Em Xeyni çavgirtonekê,&qu...
    dersên fransî [1]
    kanala ku min îro keşf kiriye, lawikekî delal bi Kurdî Fransî hîn d...
    zayendperest [1]
    ji mirovên ku zayenperestî dikin ra tê gotin. divê werin p...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » melayên zîreetê

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje niviskarhlbstvn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî