Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
mihemed omer osman - tirşik
mihemed omer osman
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Sala 1957an li taxa Dêrgezên a bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû. Sala 1980yî ji ber şerê navbera Iraq û Îranê naçar ma dest ji xwendina xwe berde ku wê hingê di Kolêja Zanist û Wêjeyê de pola şeşem dixwend. Ligel karê rojnamenivîsiyê karkerî jî kiriye. Sala 1975an dest bi karê nivîsandin û rojnamenivîsiyê kir. 1985an take-dîwana xwe ya bi navê “Le Xurbeta (Li Xurbetê)” çap kir. Ji ber şi’reke bi navê “Generalê Payîzê” ya di nav vê dîwanê de navê wî wek Generalê Payîzê belav bû. Şi’rên di vê dîwanê de di demeke kurt de di nav wêjedostan de belav bûn û Generalê Payîzê bû îdolê xortan. Şi’rên di dîwanê de heta niha hatine wergerandin li zêdeyî 10 zimanan. General, bi vê dîwanê re reng û şêwazeke nû anî nav şi’ra kurdî. Sala 1991ê di Kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd de li Şeqlawe bû endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd. Şi’rên wî niha di polên 11em ên dibistanên navîn de û herwiha di beşên wêjeyê de li zankoyan tên xwendin. Heta niha çendek tezên master û doktorayê li ser take-dîwana wî hatine nivîsandin. Berhemên wî wek şi’r, kurteçîrok û wergêran bi awayekî berbiçav heta niha di gelek rojname û kovaran de hatine belavkirin.

Generalê Payîzê, ne xwedî tu post û meqamî ye di hikûmeta Herêma Kurdistanê de û ev bi salan e li Silêmaniyê wextê xwe bi xwendin, nivîsandin, wênekêşan û ramana li payîzê bi ser dibe.



11.09.2013 21:05 | endazer

2. Xwedî gotina li jêr e:

“Dixwazim ewqasî biçûk bibim ku dilopeke baranê bibe qebra min.”



24.12.2018 14:08 | xelîl

3. generalê payîzê bû, şairê helbesta "xwekuştin"ê bû, rojeka payîza îsal, tam 23yê çirîya pêşînî 2019ê, xwe li mala xwe daleqand û xwe kuşt.

Here lînkê

"Ez im generalê payîzê..
Ez ê tu carî xêrnedî
Ez general im..
Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî

Ez im generalê payîzê..
Şifqeya li serê min ewr e
Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî
Sakoyê li min nermeba ye
Û şûrê min çiqlê dareke riziyayî
"

Generalê Payîzê: Here lînkê



21.12.2019 20:49 ~20:49 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mihemed beko
» omer dilsoz
» osman mehmed

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarhlbstvn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî