Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 9 peyam
    franz kafka - tirşik
    franz kafka
    (6) (1) ecêb (1) (17)
    di mijarê de bigere

    1. "gregor samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî".

    Ew ne tenê kurteya kîtaba veguherînê ya franz kafka ya, lêbelê ew him yek ji hevokên herî balkêşên wêjeya cîhanê, him jî kurteçîroka jiyana franz kafka bixwe ye. meriv dikare him kîtaba kafka veguherînê, him jî jiyana wî bi vê hevokê xulasa bike.

    kul û derd, êş û azarên kes û karên li dor wî yên ku li wî kiribûn, kafka kiribûn fişareka ewqas mezin ku ew dikarî sibêyeke wek veguheriyayî kêzikeke hişyar bibûya, kî zane belkî bûbe jî. otorîte û desthilata bavê wî ya li ser wî, têkîlî û pêwendiya wî ya bi jinan re bûyî -bi gotineka rasttir nebûyî- jiyan li wî herimandibû û ew bi jiyaneka kurt a ku li dû xwe çîrok û kurteçîrokên bêhempa hîştî ve ji vê dinê ya derewîn çû.



    çend kîtabên wî;

    veguherîn, (Die verwandlung)

    dehwe, (das prozess)

    li koloniya cezayê, (In der strafkolonie)



    2013.09.11-22:09 | fethî ronî

    2. ji nifşa nivîskarên aferînerê wêjaya hemdemê.di berhemê xwe de pirî li ser kesayetê mîrova û derûniye radiwestê ,li ser azadî,tawan,biyanî, karmendî û bîrokrasiya deWletê lêgerîn dikê .



    2013.09.11-22:56 | newenda

    3. franz kafka yek ji wan bêbavan e ku hiş û mêjiyê meriv devnexwûnî hev dike û dike ku meriv nigê xwe ji vê dinyaya derewîn bikêşe. romana wî ya veguherîn ji layê fatih aydin ve ji elmanî bo kurdî hatiye wergerandin û jii weşanên lîsê derçûye. wergereke fesîh e.



    2013.09.11-23:00 | înano lo

    4. cARAN CARAN EZ DİTİRSAM KU; EZ RAZÊM EZ RABİM Û BİBİMÊ KÊZİKeKÊ.



    2013.09.12-02:14 | seydayê_peyvan

    5. nivîskarê ku heta niha min rêzikek jî jê nexwendiye.. bes min ji devê hevalên xwendevan û ultra-entelektûel bihîstiye ku ji dergistî û delaliya xwe ya re name nivîsandine.. û ev nameyên wî jî çapîne..



    2013.09.12-02:15 | endazer

    6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.09.12-02:22 | elegez

    7. Bi rastî mîrovek bizdonek û newêrekê hem dixwazê evînêkî fewqulade bijî hem jî mîlena xanim gava derîyê dilê xwe jê re vedike..li hev şaş dibe û şaşomaşo dimîne ew gav di cîhê xwe de ditevize bo vî, bi vî şîklî li gor min, wekî pirranî xort û keçên kurda ye di ramanên mîjara eşkere eşqê de..yanê tu dibêjî hema bila ji kulekê de bê bikeve devê min qet hewldanêkî tînne, têr nabê gava mîlena xanim tê ba vî cur cur sedema davê pêşî, pê vî nemîne dûvre gava vî nabîne jî bi qehr û jana dilê xwe nameya dişîne jê re..Û xwe bi wan hêstan gelek diêşîne dawî de çi bû pirrî xwe êşand tehda li laşê xwe kir,ji kerba mire..lê nameyên ku şîyande mîlena re di gerdûnê de bi nav û deng bû..keçên wek min reben wana xwendin gotin qîzên xelkê re madem dinivîsînin çi kêmasîya me ji wan heye helbet xortek jî mere wisa binivîsîne û car kî bi bendewarek disekînin... Ez hên jî disekinim, lê mixabin kes nehatê, em jî di mal de man *



    2013.09.12-02:35 | yasê

    8. nivîskarê pirtûka the metamorphosis (bi tirkî weke dönüşüm hatiye wergerandin) e. bi qasê berî 10 salan, min vê pirtûkê xwendibû. wê çaxê min qet jê nekiribû. yanê, min tu aliyekê pirtûkê nedît ku heta roja îro di aqlê min de bimîne û bandorê li min bike.

    belkî wê demê min fêhm nekiribe lê pirtûkeke ji rêzê bû.



    2013.09.12-09:18 | simurg56

    9. pirtûka delaliya xwe re nivîsandiye (bi tirki Milena'ya mektuplar) pır xweşe. jı bo hevalén evindar dikare alikarî bike*



    2013.09.12-11:17 | che_mstry

    10. nivîskarê ku hemû kêzik jê re spasdar in. berî pirtûka "veguherîn" (donuşum) mirov li ku derî kêzikekî bidîta pêl dikirê û dieciqand. lê piştî pirtûka kafka kêzik,di nav jîndaran da gellek populer û navdar bû. Ji ber ku kêzikan xistî nav wêjeyê û qada hunerê, her sal bi milyonan kêzik jê re mewlûdê didin xwendinê dûre jî piskuwît û loqim belav dikin. gorî îstatîstîkan di nav kêzikan de navên herî populer kafka,mîlena,kafkacan û mîlenaxan e.



    2013.09.12-14:58 | tavgezokî

    11. franz kafka niha saxbiya we twitter'é de gelek aktîf buya.

    Gotinén wî hecwekî jibo tweetân hatîye gotin. *



    2013.09.12-23:10 | cudî

    12. iŞEW EZ PIRTÛKA KAFKA XELAS BIKIM. emeriqa, mirovek balkêşi paşt mirina wi nivise vi hatin pirtuk u pirtuke wi çap buye...xwede rehma xwe like..



    2013.09.13-14:19 | elias

    13. (bnr: gregor samsa)

    (bnr: josef k)

    (bnr: the metamorphosis)



    2014.04.02-18:16 | nazim tolhildan

    14. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.02.10-14:55 | jovan bervaj

    15. (bnr: veguherîn)



    2015.02.10-21:10 | hûteheftserî

    16. (bnr: kafkaesk)



    2015.02.10-21:58 | seydayê_peyvan

    17. armanca franz kafka qet nebû ku bê nas kirin. nivîsandin jê re bibû wekî stîleke jiyanê, wekî monologekî ji xwe tenê re dinivîsand, berhemên xwe jî çap nedikir, di jiyana xwe de tenê hinek kurteçîrok di pirtukekê de belav kir lê ew jî bêyî dilê xwe û bi daxwaza hevalê xwe helbestvan maks brod kir. her di destpêkê de poşman bû û nameyek ji xwediyê weşanxaneyê re rêkir û got: ''heger hûn pirtûka min çap nekin û paş de li min vegerînin dê gelek şa bim.'' lê belê nameya wî dereng gehişt weşaxaneyê û berhema wî di çapê de bû. franz kafka ji xeyala ku navê wî bê nas kirin bizdiya, rabû û çû cem pirtûkfiroşî û deh nisxe ji pirtûka xwe kirîn, jê hatibûya dê pereyê hemî nisxeyan dabûya de kesekî dî wan pirtûkan nekire. paşê bihîst ku 11 nisxe jê hatine firotin. kafka wekî ku nûçeyeke xirab bihistîbe sekinî û di ber xwe de got ''min deh nisxe kirîn gelo yê ku nisxeya yazdehê kirî kî bû''? piştî mirina xwe wesiyeta ku franz kafka ji hevalê xwe maks brod re hiştibû ew bû ku hemî tiştên ku wî nivîsîne bên sotin û kurteçîrokên wî yên ku berê hatine weşandin ji pirtûxane û pirtûkfiroşan bên berhev kirin û êdî belav nebin. lê belê hevalê wî maks brod ev daxwaz pêk neanî û got berhemên kafka emanet û mîrateyeke wêjeyî ne û mixabin ew mecbûr e ku ''xiyanetê'' li daxwaza kafka bike ne li emanetê ku teslîmî wî bûye.



    franz kafkayê bêdeng tu carî nedihat bîra wî ku dê hewqasî bê nas kirin û çi rêzeke ku wî nivîsandiye dê bibe belgeyek biqîmet. nameyên ku ji çend gotinan pêk tên û têbîniyên şexsî ku wî nivîsîne jî bûn mijara lêkolînan û bi hezaran doktorayên lîteraturê li ser berhemên wî hatin kirin. hejmareke mezin ji wêjevan û feylesofên cihanê pirtûkên xwe li ser berhemên wî derxistine. franz kafka bû nivîskarê ku piştî william shakespeare herî pir lêkolîn li ser kesayetî û berhemên wî hatine kirin û heta niha jî mirov li ser nêrîn û ramanên wî lêkolînên kûr dikin. dibe ku ''mystery'' an jî nediyarbûna armancê di berhemên wî de yek ji tiştên herî xurt be ku berhemên wî hewqasê balkêş bin. mirov tehmê jê dibîne heger mirov li hemberî tiştên zehmet hêza xwe kom bike û lêbixebite ku zehmetiyan hêsanî bike û rastiyê li gor xwe analîz bike. franz kafka di destpêka sedsala bîstê de bi stîla xwe ya nû ku ji hemî normên klasîk borî dergeheke nû vekir, dergeheke ''nediyar'' pir balkêş. franz kafka ji malbateke cihû bû û zimanê wî yê axaftinê çekî bû, lê belê wî bi elmanî dinivîsand. wî hemî periyodên xwendina xwe bi zimanê elmanî kir heta doktora di qanûnê de wergirt. wê demê çekistan grêdayê awisturyayê bû û zimanê fermî elmanî bû.



    berhemên franz kafka sê roman, hejmareke mezin ya çîrok û kurteçîrokan û sêzde pirtûkên bîranînan in ku di nêvbera 1910 û 1923yê de ji 27 saliya xwe heta 40 saliya xwe nivîsandine. kafka sala 1924ê mir. wî gelek caran berhemên xwe yên wêjeyî di defterên bîranînan de qeyd dikir. defterên wî pir ecêb bûn, bi hemî hest, nêrîn û ramanên wî neqişandî bûn. nameyên ku wî ji hevalên xwe û xuşka xwe re rêkirîbûn jî wekî pirtûk belav bûn. pêncî salan piştî mirina franz kafka hê jî berhemên wî yên nû derdiketin.



    romana wî ''doz'' sala 1925ê, piştî mirina wî derket. wê romanê pir deng veda û gelek nîqaş li ser çêbûn. di ''dozê'' de josef şexsê bingehî ye. sibehekê ew ji xewê radibe û polîs wî digirin bêyî ku bizane ka çi kiriye an jî bi çi tê tawanbar kirin. dadgeha di romanê de rêyên wê teng in, tunelên tarî lê hene, gelek gel lê tên û diçin, bi zehmetî mirov riya xwe tê de nas dike. josef li dadgehê disekine û nizane dê çi bibêje û çawa xwe biparêze. dikeve rewşeke wisa ku ji xwe dikeve şikê, gelo ev çi dadgeha xerîb e û çima li wê derê ye? gelo dê çawa xwe ji tawanbariyê rizgar bike. doz bi awayekî pir xerîb dewam dike û di dawiyê wê de josef hukmê îdamê lê tê birîn. felsefeya kafka bi êş e lê êşeke wekî zengilê xeterê ye ku mirovan agahdar dike, û romana kafka ''doz'' bi dijwarî bîrokrasiyê û civata ku ji prensîbên giyanî û normên mirovî dûr dikeve şermezar dike. berhemên kafka ne tenê bala nivîskar û rexnegirên wêjeyê kişand. felsefeya kafka ew bû ku êş mirovan hişyar dike. kafka dibêje divê mirov pirtûkên wisa bixwînin ku pê biêşin. divê pirtûk wisa bin ku xwendina wan wekî lêdanekê be, wekî derbeyeka ku li serê mirovî dikeve be da mirov pê hişyar bibe. pirtûk divê wekî tevşoyekî bin da deryayên qeşayê di canê mirovî de biherifînin.



    yek ji taybetmendiyên kafka ew bû ku ji bingeheke rewşenbîrî û piralî dinivîsand, ji bilî wêjeyê wî gelekî felsefe û pirtûkên olî jî xwendibû, cîhana wî ya vîrtuel zêde fireh û dewlemend bû. ew dikare mirovan bibe dinyayên guhertî wekî ku mirov çûbe gerstêrkeke dî. behsa bûyerên xeyalî dike wekî ku ew bûyer tiştên xwezayî bin û di rastiyê de çêbibûn. dikare hisên mirovan dagîr bike û bihêle ku xwendevan di eynî wêneyî de gelek hestên jihevcuda bijî. di wêneyên wî de şînî û êş cihekî mezin digirin.



    di nêva êşê de giyanekî kafka yê pir tenik jî hebû. nameyên ku kafka ji xuşka xwe re an jî ji hevala xwe re nivîsandine giyana wî û dilgermiya wî diyar dikin. milena jesenská hevala herî nêzîk ya kafka bû û wê pir kafka fêm dikir. kafka hemî hest û ramanên xwe jê re digot. franz kafka di nameyekê de dilê xwe wiha ji milena jesenskáyê re vedike:



    ''di rojeke pehîzê de dema ku ba honik dibe ez dê laşê xwe ya sist li paş bispêrim cihekî û despê bikim vexwim, nameyan vexwim. bayê êvarî yê sar li min bide û perdeyên spî li ber bayê bilerizin, hemî tiştên li dora min ji cihê xwe rabin û di valahiya odeyê de bifirin û ez vexwarina xwe berdewam bikim heta şev tarî bibe. paşê jinekê bi bîra xwe bînim, jinên narîn ku bi tiliyên xwe yên nazik pênûsê hildigirin û dinivîsînin min sermest dikin. carekê min jineke wisa dît, jineke kej bû, min ew di pencereyekê de dît, pencereyek spî bû û hinek qeraxên wê neqişandî bûn. diyar bû ku ew li ber maseyekê rûniştî bû û perwazeke wêneyan li himberî xwe danîbû, dibe ku ew wêneyê hezkiriyê wê bû. wê jinê berê xwe dabû kaxezên xwe û dinivîsand, min nekarî wê ji bîr bikim. dengê kaxezan di nêv tiliyên wê de weke muzîkê pir şêrin bû, wekî melodiyeke dilovan bû. dengên wisa xweş di şevreşkeke dirêj de ji mirovî re dikarin bibin hêlînek ku mirov bê tirs tê de binive.''



    franz kafka dinyayekê ku mirov divê gelekî lê bigere da nas bike. ew dibêje di hundirê her mirovekî de odeyekê girtî heye.



    2015.03.19-20:52 | remlavêj

    18. encama hebûna bavê xwe ye. xwedê baveke wiha nede serê meriv.



    2018.09.09-20:36 | biruya hayao miyazaki

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kesê ku qet game of thrones temaşe nekiriye û pubg neleyîstiye [1]
    kesê pîroz e, kesê bimbarek e, kesê bilind û mezin e. lazim e were ...
    galatasaray [1]
    timeka futbolê ya tirkîyêye lê tim bi hîle dibin şampîyon û navê wê û ...
    vladivostok [1]
    bajareka rûsyayê ye. cihê xwe pir staretejîk e. di navbêra (vbnr: K...
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » franz kafka
    » kafkasya

    Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî