9737. "gregor samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî". |
|
05.06.2013 14:07 |
simurg56
|
9766. Bi rastî mîrovek bizdonek û newêrekê hem dixwazê evînêkî fewqulade bijî hem jî mîlena xanim gava derîyê dilê xwe jê re vedike..li hev şaş dibe û şaşomaşo dimîne ew gav di cîhê xwe de ditevize bo vî, bi vî şîklî li gor min, wekî pirranî xort û keçên kurda ye di ramanên mîjara eşkere eşqê de..yanê tu dibêjî hema bila ji kulekê de bê bikeve devê min qet hewldanêkî tînne, têr nabê gava mîlena xanim tê ba vî cur cur sedema davê pêşî, pê vî nemîne dûvre gava vî nabîne jî bi qehr û jana dilê xwe nameya dişîne jê re..Û xwe bi wan hêstan gelek diêşîne dawî de çi bû pirrî xwe êşand tehda li laşê xwe kir,ji kerba mire..lê nameyên ku şîyande mîlena re di gerdûnê de bi nav û deng bû..keçên wek min reben wana xwendin gotin qîzên xelkê re madem dinivîsînin çi kêmasîya me ji wan heye helbet xortek jî mere wisa binivîsîne û car kî bi bendewarek disekînin... Ez hên jî disekinim, lê mixabin kes nehatê, em jî di mal de man * |
|
05.06.2013 14:12 |
simurg56
|
61877. armanca franz kafka qet nebû ku bê nas kirin. nivîsandin jê re bibû wekî stîleke jiyanê, wekî monologekî ji xwe tenê re dinivîsand, berhemên xwe jî çap nedikir, di jiyana xwe de tenê hinek kurteçîrok di pirtukekê de belav kir lê ew jî bêyî dilê xwe û bi daxwaza hevalê xwe helbestvan maks brod kir. her di destpêkê de poşman bû û nameyek ji xwediyê weşanxaneyê re rêkir û got: ''heger hûn pirtûka min çap nekin û paş de li min vegerînin dê gelek şa bim.'' lê belê nameya wî dereng gehişt weşaxaneyê û berhema wî di çapê de bû. franz kafka ji xeyala ku navê wî bê nas kirin bizdiya, rabû û çû cem pirtûkfiroşî û deh nisxe ji pirtûka xwe kirîn, jê hatibûya dê pereyê hemî nisxeyan dabûya de kesekî dî wan pirtûkan nekire. paşê bihîst ku 11 nisxe jê hatine firotin. kafka wekî ku nûçeyeke xirab bihistîbe sekinî û di ber xwe de got ''min deh nisxe kirîn gelo yê ku nisxeya yazdehê kirî kî bû''? piştî mirina xwe wesiyeta ku franz kafka ji hevalê xwe maks brod re hiştibû ew bû ku hemî tiştên ku wî nivîsîne bên sotin û kurteçîrokên wî yên ku berê hatine weşandin ji pirtûxane û pirtûkfiroşan bên berhev kirin û êdî belav nebin. lê belê hevalê wî maks brod ev daxwaz pêk neanî û got berhemên kafka emanet û mîrateyeke wêjeyî ne û mixabin ew mecbûr e ku ''xiyanetê'' li daxwaza kafka bike ne li emanetê ku teslîmî wî bûye. |
|
26.10.2013 15:08 |
tariq
|