Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
127 hours - tirşik
127 hours
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. fîlmek.. bîskek din re ez ê seyra vê fîlmê bikim û fikr û nêrînên xwe yên derheqê fîlmê de ji we canik û camêrên tirşikhez re binivîsim.. li hêviyê bin..



12.09.2013 02:20 | endazer

2. 17h hours yanî 127 katjimêr.. navê fîlmeeka derhênerê meşhûr danny boyle yê ku xweyê fîlma slumdog millionaire e jî.. fîlm di sala 2010 de tê çêkirin û eger ne şaş bim cara pêşîn di sala 2011an de li amerîkayê dikeve di vîzyonê de.. fÎlm ji ekola fîlmên troe storyyê tê yanî behsa bûyereke rastî yanî qewimî dike.. serlehengê fîlmê kilê çavên qîz û bûkan û kelemê çavên hesûd û çavnebaran xortê çardehsalî james franco ku bi cv û fîlmografyaya xwe dilê her evd û evdalekê xwudê dibijîne xwe.. û li çend cihan dengê xatûnên wek (vbnr:Kate Mara) û amber tamblyn Û clémence poésyê jî tê bihîstin..

di fÎlmê de behsa serpêhatiyeka çiyager û çolhezekî dike.. çiyagerê me yê serhişk û serkêş rojekî bêyî ku kesekî pê bihesîne tûrê xwe yê modern dide milê xwe û dide tengala bê û dikeve qeraxa rê û tê.. belê tê û serpêhatiya wî ya trajîk ya ku 127 seetan dajo destpê dike.. bi qewlê tirkan olaylar, olaylar, olaylar..

di fîlmê de gelek motîf û îmayên dînî hene û ji xwe çîrok û serpêhatiya lehengê xwe tîne û bi qeder û qelema rebbê alemê, padÎşahê padîşahan ve girê dide û dibêje ava ku em vedixwin, jina ku em bera de radizin, karê ku em pê ve radibin û debara xwe pê dikin, erebeya ku li nava cadê li ser û guhê me diqulibe, zaroka ku ji me çêdibe hemû berî ku dinya bê afirandin ji aliyê derhênerekî ve hatine teswîr û tesewûr kirin û di defterekî de hatine qeyd û bend kirin.. û her giyanewereke li ser rûyê erdê jîrola xwe dilîze.. filan..

fîlmek xweş bû rexma ku hemû fîlm hema bêje li ser pişta lehengekî ye û pirraniya fîlmê li derekî derbas dibe lê dîsa jî fîlm xweş dihere û diherike û dêhn û bala bÎnerên xwe baş dixirikÎne û bêhna bîneran ji xwe teng nake.. imdbê 7.7 puan daye vê fîlmê.. ji bo vê fîlmê ne kêm û ne zêde ye li gorî min ev puan..



12.09.2013 12:04 | endazer

3. îsmaîl abî jÊ xweştirÊ *





09.04.2014 13:17 | xwelî li ser

4. fîlmeke ji sînemaya hollywoodê ye. serleyzvanê fîlmê james franco ye û mijara fîlmê ji bûyereke rastî hatiye hildan.



07.02.2016 00:34 | endamê nû

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 127 hours

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî