Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
gîskok - tirşik
gîskok
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ev rojên adarê ên pir sar e. Li herêma me Botanê ji bo van rojan dibêjin gîskok. Li ser vê çirokek he ye. Dibêjin dema dawiya sibatê dinya hinek xweş dibe gîskek xwe hiltavêje, li derdor digere, keyfê dike dibêjê sibatokê sir u seqam e adarê xweş bihar e. dema ew wisa dibêje, meha sibatê jî dibêje xwişka adar xwişka adar hema 2 rojên xwe bide min de ez serê gîskokê bikim sergoyê. Meha Adar jî 2 rojan dide sibatê. Sibatok li ber xwe dide ew her du roj ewqas sar dibin,dibe berf u baran mij u duman kes nikare ji mal derkeve. Piştî du rojan dema ji mal derdikevin diçin li cem gîskokê dinêrin gîskokê miriye. Ewî dibin diavêjin li sergoyê. Ev gotina giskokê jî ji vir tê. Dibêje wan rojên dawiya sibatê nebêje dinya xweş bu bu bihar,hê du roj maye.



01.03.2019 23:57 | feqiyêteyran

2. Çiqas peywedîdar e nizanim lê qiseyek wiha li herema serhedê ji bo avrêlê (nîsan) jî heye. di vî çîrokê de 7 gamêş ji serma û seqema avrêlê dicehimin. Û ev jî dibe meseleya gamêşqiranê.

(bnr: gamêşqiran)



02.03.2019 10:34 | xelîl

3. çend varyantên vê gotina meha sibatokê, ji twitterê:

"Çirim çirim Adar e; xwişka Adar, tu bide min roj û danek sar e, ca ez gîskê keme dar e."

"Apê Mîntas ji serma diqutifî û kir gazî û hewar: Heyva sibatê gazî dike heyva adarê; bide min du rojên xedar, da ez gîska sergode bikime xwar."

"Heyva sibatê gazî dike heyva adarê; bide min du rojên xedar, da ez gîska sergo de bikime xwar."

"Xwoka adar, ka bide min sê rojê xedar, ez ê gîska pîrê bînim xwar," got sibatê û çû...

"Mamê Adar bide min rojek xedar da ez kurya gîskê bikim dar"

"Sibatê bang kir, go: ha xûhka adar, bide min çend rojên xedar, ezê gîskilo di tehtê de bînim xwar." Gîsko jî ev bersiv da: "Tirt û tirt sibatokê, ez ketma edarokê, mi xwarîya gaha golikê."

ez ê varyanta cem me jî binivîsim, lê ne niha *



02.03.2019 19:55 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gîskok

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî