Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; rêbera rastnivîsînê
peyamên çepikkirî

109667. pirtûka ewil a weqfa mezopotamyayê ye. Weqif ku bi nîyeta avakirina zanîngeheka kurdî hate sazkirin niha li ser xebatên zimanî disekine ji bo bingeha gramerî û zanistî ya zanîngehê çêbike. di vê çarçoveyê de xebata wan a ev e du sal e li ser dixebitîn hate çapkirin.

di danasîna kitêbê de:

Rastnivîsîn, qayîdeyên zimanê nivîsînê dîyar dike û rê li ber tevlihevîyan digire. Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da dihê bikaranîn û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye.
Ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan, qayîdeyên zelal şert in. Lewra gava ku qayîdeyên rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî hebin, xwendin hêsantir û zelaltir dibe û rê li ber têgihîştinên şaş venabe.

Weqfa Mezopotamyayê, di bin banê xwe da bi beşdarîya gelek zimannas û lêkolînerên kurd, Komxebata Kurmancîyê ava kirîye. Ev pirtûk, bi hewildana Weqfa Mezopotamyayê, ji alîyê vê Komxebatê ve, di du salan da hatîye amadekirin.


Pirtûk piştî ku çap bû û pê da di medya civakî da rastî eleqeyeka berketî hat. gelek kesan rexneyên baş lê kir, hineka gelekî pîs kir; hê jî li ser pirtûkê nîqaş dewam dikin.

pirtûk ji alîyê Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şucaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, M. Malmîsanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî, Zulkuf Ergün ve hatîye amadekirin. wek hûn jî dibînin di nava lijneya pirtûkê da ji hemû deverên Kurdistanê û ji hemû zaravayan zimanzan hene.

pirtûkê li ser gelek mijarên rêzimanî yên kurdî biryar dane, wek î ya berî y yê, daçekên di ... da, di ... ra, di ... ve, navê têgehên rêzimanê, navê deman û gelek tiştên din.

bi qasî ez zanim çapa pirtûkê an qedîyaye an jî li ber qedandinê ye.

divê li vir jî nîqaşên berketî çêbin. min mijar vekir, ez ê paşî nirxandinên xwe jî binivîsim.



07.06.2013 18:27 | brusk56

113844. Ji bela ku bo kurmancî komxebatên vî rengî li dar neketine yanî komek ji pisporan li hev neşêwîrine û piştî şêwirînên dûvdirêj negêhiştine qinyat û encamekê, ev komxebat ji hinan re ecêb tê. Divê ji vir bîst sal berî niha ev xebat li dar biketa. Sazîya Zimanê Tirkî her sal nizanim çend caran tevî hemî endamên xwe li hêv dicivin û derbarê zimanê tirkî de biryarên qethî digirin û ew biryar di hemî saziyên fermî yên dewletê û saziyên taybet de wek zagon tê pejirandin.
Pêvajoya standardbûna zimanê kurmancî ne weha bû. Felek çerxa xwe li me çep zivirand ji loma her kesê ku rahêjt pênûs û defterekê bi ya xwe kir û got li cem me wisa ye divê wisa be. Ev bi a min şaş e. Çimkî her kes bêje ku ya me wisa ye ya niza kîja herêmê wilo ye niza pismamê niza kê weha dinivîse welhasil em nikarin ji biniya vî barî rabin.
Ez bixwe wek "de" dinivîsim lê komxebat gotibe na, "da" ye bila da be ma çi bûye? Bêje de ye hindek xwe eciz bikin hindek bêje da dê hindek xwe eciz bikin. Di vê dinyê de tu nikarî her kesî memnûn û jêrazî bikî.



08.06.2013 14:50 | simurg56

117020. husein muhammed/117019
destpêka rexneyên husein muhammed ev e. Here lînkê

rexneyên wî li bin çar sernavan hatiye komkirin:

Guhnedana dîroka zimanî: Bo nimûne di meseleya lêkera ”hatin” de bi ferzkirina rehê -hê- û redkirina rehê -ê- ji ber ku bi texmîna amadekarên Rêberê -hê- orijînaltir e lê em ê bibînin ku ew bi zelalî şaş in û ku di rastiyê de forma orijînal -ê- ye û ne -hê- ye.

Guhnedana felsefeya zimanî: Wek mînak di mijara paşdaçekên ”de, re, ve” de. Em ê bibînin ku çawa hevahengî û hevkêşiyek di navbera pêşdaçekên bingehîn yên kurmancî ”bi, di, ji, li” de heye û herwiha hevahengiyek di navbera paşdaçekên bingehîn ”de, re, ve” de jî li ber sazbûnê ye û zimanê niha yê nivîskî kamilbûna wê hevahengiyê hêsan dike lê mixabin danerên Rêberê dixwazin formên ”da, ra” ferz bikin bi idiaya ku ”piraniya kurmancîaxivan” formên ”da, ra” bi kar tînin. Di vê xalê de ew xwe dispêrin argumenta ”piraniyê” lê hem di xala pêştir de û hem jî di herdu xalên paştir de û wek din jî hema bêje ji serî heta binî di Rêberê de piranî ji aliyê danerên Rêberê ve hatiye paşguhkirin.

Pirsgirêka ”hîpertewangê”: Bo nimûne ferzkirina formên xeyalî yên hîperkorekt yên wek ”ew kurdiyê dizane” li şûna ”ew kurdî dizane” yan ”ji xanîyî, di mejîyî de” li şûna ”ji xanî/xênî”, “di mejî/mêjî de” û ”rêyê” wek forma çemandî/tewandî ya ”rê”.

Pirsgirêka ”hîperparastinê”: Bo nimûne ferzkirina formên xeyalî yên wek ”pêyê min” û ”dêya min” li cihê ”piyê min, diya min” û formên din yên bi rastî di ziman de li kar. Herwiha ferzkirina -îy- li şûna -iy- ku dê ji çareserkirina qaşo pirsgirêka heyî zêdetir aloziyên gelek mezintir li gel xwe bîne.) li bin çar sernavan kom kiriye:


ji ber wan sedeman, camêr bi kurt û kurmancî dibêje ku hûn jî guh nedin van biryarên beredayî.



06.06.2013 16:08 | endazer

117084. rexneyên husein muhammed derheqê vê rêbera derzanistî ev in:

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (1) Here lînkê

Di vê nivîsa pêşîn de wiha dibêje: "Armanca vê nivîsarê bi ti awayî ne rûreş- û şermezarkirin an rezîl- û riswakirina amadekarên Rêberê ye. Hedef ew e ku di çapên nû yên Rêberê de ev rexne bên liberçavgirtin û dest ji rêbazên bi zelalî şaş bê berdan." Lê bawer bikin wan rezîl û ruswa dike, hema bi dane û delîlan. ha ne bi daxwazî, lê mecbûr dimîne ku wan rezîl bike.

Nivîsa duda Here lînkê :

di vê nivîsê de zimannas hewl dide hîperkorektî çi ye û bi dûr û dirêj vedibêje û asoxî di dawiya nivîsê de sînyalê dide ku dê ji vê pê ve ew ê rexneya rêberê bike: Lê wek ku em ê di beşên bên yên vê nivîsarê de bibînin, mixabin Rêber bi şaşî û kêmasiyên ji ber hîperkorektiyê tijî û dagirtî ye.

nivîsa 3em Here lînkê :

di vê nivîsê de "dihêm"a medyatîk rexne dike û li ser guhnedana dîroka zimên disekine: Di mijara daçekên ”da/de, ra/re” de (li jêrtir binêrin amadekarên Rêberê xwe spartiye ”piraniyê” û bi hêceta ”piraniyê” dixwazin ku em dest ji paşdaçekên di zimanê nivîskî de cihgirtî yên ”de, re” berdin û li cihê wan ”da, ra” binivîsin. Lê mixabin di mijara rehên lêkera ”hatin” de piraniya kurmancîaxivan qet nebûye derd û xema wan û piraniya mitleq û reha bi temamî hatiye paşguhkirin.)

nivîsa 4em Here lînkê :

di vê nivîsê de dîsa mijareke medyatîk "da, ra" vedikolîne û dibêje: Wek prensîp mirov dikare formên ”de, re, ve” yan ”da, ra, va” bo zimanê nivîskî hilbijêre. Lê bi serhişkî ”parastina” du ji wan bi A (da, ra û israrkirina li ser ”ve” (dijî ”va”) şerekî Donkîşotî yê dijî aşê ahengiya kurmancî ye.)

(bnr: donkîşotî) Here lînkê

nivîsa 5em Here lînkê :

di vê nivîsê de pirsgirêka rêberê ya (hîper)tewandinê nîşan dide ku heta navê kitêb (rêbera bla bla komxebata kurmancîyê)bi xwe şaş e! : Ew wiha dikin û ferz dikin tevî ku baş haydar in ku piraniya – yan tevahiya – kurmacîaxivan peyvên ”kurdî” û ”kurmancî” wiha naçemînin. Lê li şûna ku danerên Rêberê lê bifikirin ka çima kurd wisa naçemînin, ew bi nêrîna xwe rast in û hemû xelk şaş dike. Loma divê xelk dev ji ya xwe berde û bide dûv gotina wan.

di vê nivîsê de rezîlkirin di vê hevokê de dibe destaneke nemir û dibe îbreteke mezin: Eger danerên Rêberê hinekî li van fikirîbûna, divê ew pê hesiyabûma ku ”kurdî, Kurdish, kurdiska, Kürtçe” di haletên wiha de di rastiyê de ne navdêr in lê rengdêr in. (çawa yanî! hîn navdêr û rengdêr nikarin ji hev veqetînin?!)

nivîsa 6em Here lînkê :

di vê nivîsê de tewandinên "dêya min, rêya min wd" çima şaş in, vedibêje: "amadekarên Rêberê di vê mijarê de jî ji ber hîperkorektiyê ji ser riya rast winda bûne ... Mixabin wan fehm nekiriye ku guherîna -ê bi -i- berî -y- rêbazeke giştî ya kurmancî." formûl ev e: -ê + -y- > -iy-

nivîsa 7em Here lînkê :

tê de wiha tê gotin: Nivîsîna -iy- wek -îy- ti pirsgirêkan çareser nake, tenê pirsgirêkên nû tîne. Em ê çawa bizanin çi peyvan bi -iy- û çi bi -îy- binivîsin?! Lê wan bi qest an ji bêhemdî xwe bi carekê qutiya pandorayê vekir.

edît: hemû rexne bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” (beşa dawiyê: serencam û pêşniyaz)Here lînkê xelas dibe, bo hemû nivîs: rêbera rastnivîsînê/117329
(li jêr)



06.06.2013 16:08 | endazer