Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 95 peyam
rêbera rastnivîsînê - tirşik
rêbera rastnivîsînê | 2019
Nivîskar: Bahîz Omer EhmedNivîskar: Bahoz BaranNivîskar: Behrûz ŞucaîNivîskar: Deham Evdilfeta | kurdî | rêziman | 232 rûpel

Rastnivîsîn, qayîdeyên zimanê nivîsînê dîyar dike û rê li ber tevlihevîyan digire. Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da...
rêbera rastnivîsînê
(6) (0) ecêb (1) (13)
di mijarê de bigere

1. pirtûka ewil a weqfa mezopotamyayê ye. Weqif ku bi nîyeta avakirina zanîngeheka kurdî hate sazkirin niha li ser xebatên zimanî disekine ji bo bingeha gramerî û zanistî ya zanîngehê çêbike. di vê çarçoveyê de xebata wan a ev e du sal e li ser dixebitîn hate çapkirin.

di danasîna kitêbê de:

Rastnivîsîn, qayîdeyên zimanê nivîsînê dîyar dike û rê li ber tevlihevîyan digire. Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da dihê bikaranîn û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye.
Ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan, qayîdeyên zelal şert in. Lewra gava ku qayîdeyên rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî hebin, xwendin hêsantir û zelaltir dibe û rê li ber têgihîştinên şaş venabe.

Weqfa Mezopotamyayê, di bin banê xwe da bi beşdarîya gelek zimannas û lêkolînerên kurd, Komxebata Kurmancîyê ava kirîye. Ev pirtûk, bi hewildana Weqfa Mezopotamyayê, ji alîyê vê Komxebatê ve, di du salan da hatîye amadekirin.


Pirtûk piştî ku çap bû û pê da di medya civakî da rastî eleqeyeka berketî hat. gelek kesan rexneyên baş lê kir, hineka gelekî pîs kir; hê jî li ser pirtûkê nîqaş dewam dikin.

pirtûk ji alîyê Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şucaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, M. Malmîsanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî, Zulkuf Ergün ve hatîye amadekirin. wek hûn jî dibînin di nava lijneya pirtûkê da ji hemû deverên Kurdistanê û ji hemû zaravayan zimanzan hene.

pirtûkê li ser gelek mijarên rêzimanî yên kurdî biryar dane, wek î ya berî y yê, daçekên di ... da, di ... ra, di ... ve, navê têgehên rêzimanê, navê deman û gelek tiştên din.

bi qasî ez zanim çapa pirtûkê an qedîyaye an jî li ber qedandinê ye.

divê li vir jî nîqaşên berketî çêbin. min mijar vekir, ez ê paşî nirxandinên xwe jî binivîsim.



2019.03.17-11:43 | xendekî

2. Min jî çendek ewil pirtûkek li ser rêzimana kurdî sandibû lê kêfam qet pê nehat lewra gelek pêyvên tirkî bi tîpên kurdî nivîsîne û wek pêyvên kurdî servîs kirine.Ev tiştî kêyfa min revand.Lê nizam ev pirtûk çawaye.Daxwazamin ewe ku wek rêzimana li jor min nivîsîye nîne.



2019.03.18-00:13 | brzn

3. hêja ye. Çavê min e. Heya aniha dilê'm bi xebateka wisa ve bû. Min qaîdeyên wan (bnr: komxebata kurmancîyê) û karê wan yên standardkirinê pir eciband. Hema bibêje ji serî heta binî berhemeka nuwaze ye.

Ev hîna destpêk e. Mizgînîyeka din jî ev e: Komxebata kurmancîyê, ji bo rastnivîsîna peyvan, Niha li ser ferhengekê dixebitin. Bê nezer!

Xebat û berhemên weqfa mezopotamyayê, ji min ra, Rê li ber hêvîdarî û bextewarî vedike.


edît: mîr celadet rêberê me ye. Xwedê rehma xwe lê bike!



2019.09.24-22:02 [guhertin:2020.02.23 12:37]| mirovekirind

4. Di nav vê xebatê bîryarek heye ku pir bala min kişandîye. Li gor bîryarê êdî datçekê "de" êdî bi "da" bête nivîsandinê.

Mînak;
Wêjeya kurdî de helbest pir in.

Wê ev hevok li gor biryarê êdî wiha bê nivîsandinê ;
Wêjeya kurdî da helbest pir in.



2019.12.01-21:46 | azad30

5. bûye sebeba tevlihevbûna rastnivîsîna kurdî. hewla standartkirina kêşanên lêkera hatinê beredayî ye. tu yê bibêjî derdê me tenê da-kirina de-yê bû... lê ji aliyê din ve, ji ber ku di nav xwe de zimannasên giregir ên heyî dihewîne, baş e. xebatek wiha diviya, lê ji niha ve serê min gêj kir. ez rastnivîsînê ji pirtûkan hîn bûm. êdî heke pirtûkên ku ez ê bixwînim, bi ya wan bikin, ez ê jî qeyl bim. lê ji bo niha qeydeyên bedirxanî ji bo min rêber in.

ev anî bîra min:

(bnr: reformên rastnivîsînê yên almanî)



2019.12.01-22:01 | biruya hayao miyazaki

6. Ji bela ku bo kurmancî komxebatên vî rengî li dar neketine yanî komek ji pisporan li hev neşêwîrine û piştî şêwirînên dûvdirêj negêhiştine qinyat û encamekê, ev komxebat ji hinan re ecêb tê. Divê ji vir bîst sal berî niha ev xebat li dar biketa. Sazîya Zimanê Tirkî her sal nizanim çend caran tevî hemî endamên xwe li hêv dicivin û derbarê zimanê tirkî de biryarên qethî digirin û ew biryar di hemî saziyên fermî yên dewletê û saziyên taybet de wek zagon tê pejirandin.
Pêvajoya standardbûna zimanê kurmancî ne weha bû. Felek çerxa xwe li me çep zivirand ji loma her kesê ku rahêjt pênûs û defterekê bi ya xwe kir û got li cem me wisa ye divê wisa be. Ev bi a min şaş e. Çimkî her kes bêje ku ya me wisa ye ya niza kîja herêmê wilo ye niza pismamê niza kê weha dinivîse welhasil em nikarin ji biniya vî barî rabin.
Ez bixwe wek "de" dinivîsim lê komxebat gotibe na, "da" ye bila da be ma çi bûye? Bêje de ye hindek xwe eciz bikin hindek bêje da dê hindek xwe eciz bikin. Di vê dinyê de tu nikarî her kesî memnûn û jêrazî bikî.



2019.12.01-22:11 [guhertin:2019.12.01 22:13]| ferhenga şikestî

7. Ji bo menfeeta zimanê xwe, ez dikarim dev ji dehan gotinên hezkirî ên devera xwe berdim ji ber ku formên wan ên standardîzekirî heye. ez bi xwe dixwazim ji vê şûn de li ser xeta vê pirtûkê û ferhenga rastnivîsandinê binivîsim.

min wê rojê ferq kir ku kovara wêje û rexneyê jî biryar daye ku êdî li ser şopa vê pirtûkê bimeşe. Ez wan ji dil û can pîroz dikim. Va ye li vir e, ji nivîsa edîtoriyê:

"Wekî gotina dawî em dixwazin bibêjin ku kovara me wê ji vir û şûnde rastnivîsa xwe li gorî
Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancîyê dirust bike û nivîsên xwe li gorî wê sererast bike. Jixwe heta niha jî me çapa kevn a rêbera navborî dişopand û heta ji destê me dihat me sererastkirinên xwe li gorî wê çêdikirin. Em di vê meseleya rastnivîsînê de, dixwazin hemû kovar û weşangerên kurmancî li gorî vê xebatê tevbigerin da ku aheng û lihevkirinek li ser bikaranîna zimên çêbe daku hem karê redaksîyonan rihet bibin hem jî standardîzasyona zimanê me xurt bibe."



2019.12.01-22:47 | serhednişîn

8. xebateke hêja ye.
ji bo min nivîsandina îya berî yyê an jî guherîna paşdaçekan qet ne problem e lê tenê tişta ku ez ê qet nesopînim 'navên mehan' e. weke rezaletiyekê ye. bi kîjan mantiqê biryar dane qet fêhm nakim. çirîya pêşîn, çiriya paşîn, kanûna pêşîn, kanûna paşîn, zirteya pêşîn, zirteya paşîn, quzzilqurta pêşîn, quzzilqurta paşîn û hwd.



2019.12.01-23:55 | mergehez

9. Min pirtûkê stand û heyanî cihekî xwen li gor min biryarên gelek rast dane.Ev komxebat dawîya 3 salan encam da.Hemû zimannasên mezin jî têda ne.Karekî serkeftîye.Li gor her çar parçê welat hatîye çêkirin û hewceye êdî mamosteyên ziman jî li gor vî pirtûkê biçin.



2019.12.02-00:48 | mêrxasê serhedê

10. Divê herdem kar û xebatên bi vî rengî hebin. Kêfa mirov ji biryarên nû re neyê jî xebatên li ser zimên karekî ferz e. Mînak, ez bi xwe tu carî "de"ya xwe nakim "da" û "re"ya xwe nakim "ra" Kêfa min jê re nayê. Ma kî yê ji min re çi bêje.
Lê belê karekî baş e birano. Û xwişkno.



2019.12.02-14:02 | giyanster

11. berê digotin beriya tîpa y, î nayê nivîsandin aniha dibên xem nake. berî digotin tişteke wek "xebateka baş" ne rast e rastiya wî "xebateke baş e" lê aniha dibên xem nake.

ev naziyên ku bi şev û ro bi pirtûkên rêzimanê digerin xelkê ji ziman bi dûr xistin. min gelek caran dîtiye ku hinekan hewl dane nivîsîna bi kurdî hîn bibin lê ji ber pozbilindiya naziyên rêzimanê ji armanca xwe sar bûn.

rast e ji bo kurmancî û zaravayên me ên din standardîzasyon lazim e bi ya min. lê divê ji her çar perçeyan zimanzan li hev bicivin û biryarên hevpar bigirin. sibe du sibe yekî din derkeve li gor serê xwe pirtûkeke wiha binivîse îcar ev şer wê mezintir bibe.



2019.12.02-15:47 [guhertin:2019.12.02 15:48]| kurê xelkê

12. (bnr: lobiya zimanzanên diyarbekirî)



2019.12.10-13:37 | ceso

13. Ev rêbera dê gelek kêmasîyên kurmancî kêm bike û bi wî awayî lê gelekan jî zêde bike, li gorî hoşengên kurmancîzanan rêyek gelekî baş derdixe hemberê me, ev yeka jî baş e. Divê bê bi kar anîn.



2019.12.10-14:02 | xwebixwe

14. bi heman navê pirtûkek mistefa aydogan heye ya di 2012an de ji weşanxaneya rûpelê der çûye û ev çar pênç sal in, min gelek kar bi wê kir.

Here lînkê

edît: min xwest li beşa pirtûkê zêde bikim lê (piştî hewqas kedê) hişyarî da wekî "ji xwe bi vê navê pirtûkek heye". min jî dev jê berda.



2019.12.10-18:36 [guhertin:2019.12.10 18:49]| biruya hayao miyazaki

15. husein muhammed/117019
destpêka rexneyên husein muhammed ev e. Here lînkê

rexneyên wî li bin çar sernavan hatiye komkirin:

Guhnedana dîroka zimanî: Bo nimûne di meseleya lêkera ”hatin” de bi ferzkirina rehê -hê- û redkirina rehê -ê- ji ber ku bi texmîna amadekarên Rêberê -hê- orijînaltir e lê em ê bibînin ku ew bi zelalî şaş in û ku di rastiyê de forma orijînal -ê- ye û ne -hê- ye.

Guhnedana felsefeya zimanî: Wek mînak di mijara paşdaçekên ”de, re, ve” de. Em ê bibînin ku çawa hevahengî û hevkêşiyek di navbera pêşdaçekên bingehîn yên kurmancî ”bi, di, ji, li” de heye û herwiha hevahengiyek di navbera paşdaçekên bingehîn ”de, re, ve” de jî li ber sazbûnê ye û zimanê niha yê nivîskî kamilbûna wê hevahengiyê hêsan dike lê mixabin danerên Rêberê dixwazin formên ”da, ra” ferz bikin bi idiaya ku ”piraniya kurmancîaxivan” formên ”da, ra” bi kar tînin. Di vê xalê de ew xwe dispêrin argumenta ”piraniyê” lê hem di xala pêştir de û hem jî di herdu xalên paştir de û wek din jî hema bêje ji serî heta binî di Rêberê de piranî ji aliyê danerên Rêberê ve hatiye paşguhkirin.

Pirsgirêka ”hîpertewangê”: Bo nimûne ferzkirina formên xeyalî yên hîperkorekt yên wek ”ew kurdiyê dizane” li şûna ”ew kurdî dizane” yan ”ji xanîyî, di mejîyî de” li şûna ”ji xanî/xênî”, “di mejî/mêjî de” û ”rêyê” wek forma çemandî/tewandî ya ”rê”.

Pirsgirêka ”hîperparastinê”: Bo nimûne ferzkirina formên xeyalî yên wek ”pêyê min” û ”dêya min” li cihê ”piyê min, diya min” û formên din yên bi rastî di ziman de li kar. Herwiha ferzkirina -îy- li şûna -iy- ku dê ji çareserkirina qaşo pirsgirêka heyî zêdetir aloziyên gelek mezintir li gel xwe bîne.) li bin çar sernavan kom kiriye:


ji ber wan sedeman, camêr bi kurt û kurmancî dibêje ku hûn jî guh nedin van biryarên beredayî.



2020.02.02-17:53 [guhertin:2020.02.02 17:54]| biruya hayao miyazaki

16. rexneyên husein muhammed derheqê vê rêbera derzanistî ev in:

“Rêbera Rastnivîsînê” ya WM û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (1) Here lînkê

Di vê nivîsa pêşîn de wiha dibêje: "Armanca vê nivîsarê bi ti awayî ne rûreş- û şermezarkirin an rezîl- û riswakirina amadekarên Rêberê ye. Hedef ew e ku di çapên nû yên Rêberê de ev rexne bên liberçavgirtin û dest ji rêbazên bi zelalî şaş bê berdan." Lê bawer bikin wan rezîl û ruswa dike, hema bi dane û delîlan. ha ne bi daxwazî, lê mecbûr dimîne ku wan rezîl bike.

Nivîsa duda Here lînkê :

di vê nivîsê de zimannas hewl dide hîperkorektî çi ye û bi dûr û dirêj vedibêje û asoxî di dawiya nivîsê de sînyalê dide ku dê ji vê pê ve ew ê rexneya rêberê bike: Lê wek ku em ê di beşên bên yên vê nivîsarê de bibînin, mixabin Rêber bi şaşî û kêmasiyên ji ber hîperkorektiyê tijî û dagirtî ye.

nivîsa 3em Here lînkê :

di vê nivîsê de "dihêm"a medyatîk rexne dike û li ser guhnedana dîroka zimên disekine: Di mijara daçekên ”da/de, ra/re” de (li jêrtir binêrin amadekarên Rêberê xwe spartiye ”piraniyê” û bi hêceta ”piraniyê” dixwazin ku em dest ji paşdaçekên di zimanê nivîskî de cihgirtî yên ”de, re” berdin û li cihê wan ”da, ra” binivîsin. Lê mixabin di mijara rehên lêkera ”hatin” de piraniya kurmancîaxivan qet nebûye derd û xema wan û piraniya mitleq û reha bi temamî hatiye paşguhkirin.)

nivîsa 4em Here lînkê :

di vê nivîsê de dîsa mijareke medyatîk "da, ra" vedikolîne û dibêje: Wek prensîp mirov dikare formên ”de, re, ve” yan ”da, ra, va” bo zimanê nivîskî hilbijêre. Lê bi serhişkî ”parastina” du ji wan bi A (da, ra û israrkirina li ser ”ve” (dijî ”va”) şerekî Donkîşotî yê dijî aşê ahengiya kurmancî ye.)

(bnr: donkîşotî) Here lînkê

nivîsa 5em Here lînkê :

di vê nivîsê de pirsgirêka rêberê ya (hîper)tewandinê nîşan dide ku heta navê kitêb (rêbera bla bla komxebata kurmancîyê)bi xwe şaş e! : Ew wiha dikin û ferz dikin tevî ku baş haydar in ku piraniya – yan tevahiya – kurmacîaxivan peyvên ”kurdî” û ”kurmancî” wiha naçemînin. Lê li şûna ku danerên Rêberê lê bifikirin ka çima kurd wisa naçemînin, ew bi nêrîna xwe rast in û hemû xelk şaş dike. Loma divê xelk dev ji ya xwe berde û bide dûv gotina wan.

di vê nivîsê de rezîlkirin di vê hevokê de dibe destaneke nemir û dibe îbreteke mezin: Eger danerên Rêberê hinekî li van fikirîbûna, divê ew pê hesiyabûma ku ”kurdî, Kurdish, kurdiska, Kürtçe” di haletên wiha de di rastiyê de ne navdêr in lê rengdêr in. (çawa yanî! hîn navdêr û rengdêr nikarin ji hev veqetînin?!)

nivîsa 6em Here lînkê :

di vê nivîsê de tewandinên "dêya min, rêya min wd" çima şaş in, vedibêje: "amadekarên Rêberê di vê mijarê de jî ji ber hîperkorektiyê ji ser riya rast winda bûne ... Mixabin wan fehm nekiriye ku guherîna -ê bi -i- berî -y- rêbazeke giştî ya kurmancî." formûl ev e: -ê + -y- > -iy-

nivîsa 7em Here lînkê :

tê de wiha tê gotin: Nivîsîna -iy- wek -îy- ti pirsgirêkan çareser nake, tenê pirsgirêkên nû tîne. Em ê çawa bizanin çi peyvan bi -iy- û çi bi -îy- binivîsin?! Lê wan bi qest an ji bêhemdî xwe bi carekê qutiya pandorayê vekir.

edît: hemû rexne bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” (beşa dawiyê: serencam û pêşniyaz)Here lînkê xelas dibe, bo hemû nivîs: rêbera rastnivîsînê/117329
(li jêr)



2020.02.03-14:05 [guhertin:2020.02.18 15:19]| biruya hayao miyazaki

17. bo derheqê rexneyan û girêdanên wan: rêbera rastnivîsînê/117084
Husein Muhammed bi nivîsa xwe ya dawî gotiye ku Rêber bi hîlekarî xwendevanan dixapîne ji ber ku ne berhemeke komxebatê ye, ew rasterast a mistefa aydogan e û ji bo kurdî talûke ye. Bi vê rewşa xwe xwedî pirsgirêka exlaqî ye. Bo rêgirtina li ber wêrankirina rastnivîsîna kurmancî, di zûtirîn demê de çapên heyî yên kitêbê ji bazarê vekişînin û/yan bi daxuyaniyekê ragihînin ku di kitêbê de gelek şaşî û kêmasiyên bingehîn hene.

ji ber ku nivîs pir giring e, heman bi vir dikim:

“Rêbera Rastnivîsînê” (beşa dawiyê: serencam û pêşniyaz)Here lînkê


8) Navên giran – berhemeke wêran

Çend roj di ser belavkirina beşa pêştir ya rexnekirin û nirxandina Rêberê re borîn. Di dema belavkirina beşên pêştir de gelek kesên nas û hinekên berê ji min re nenas jî têkilî li ser mijarê li gel min daniye. Di nav wan de:

*hinek jê kesên wisan in ku kitêb li ser navê wan jî hatiye çapkirin
*yek jê nûnerê Weqfa Mezopotamyayê bû ku kitêb daye çapkirin
*hinek jê ew kes in ku bi xwe berê rexne li ser Rêberê nivîsîne
*hinek jî xwandevanên din yên rexneyên min yên heta hingê bûn.

Li jêr ez ê bi kurtî behsa gotinên wan bikim ji ber ku ew bi nêrîna min giring in û bi zelalî diyar dikin ku rexne û nerazîbûneke berfireh li ser Rêberê heye.

Li destpêkê divê were gotin ku ya min bi ti awayî ne yekem rexne ye ku li ser Rêberê hatiye nivîsîn. Gelek rexne berî niha jî li ser hatine nivîsîn. Haya min berê ji hinek ji wan hebû lê hinek jî wisan in ku min berê nexwandibûn.

Em dikarin giringtirîn rexneyên heta niha – yên ku haya me jê heye – wiha rêz bikin:

Halil Aktuğ: Nirxandina rêbereke rastnivîsînê, kovara Kanîzar, hj. 14, 2017
Ergin Öpengin: Pirsên Rênivîsa Kurmancî: pêdaçûnek rexneyî li ser rêbera rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan, kovara Derwaze, hj. 1.
Yaşar Eroglu: Rêbera Rastnivîsînê çi rast nivîsiye? kovara Nûbiharê hj. 149

Gelek xwandevanan – û herwiha du kesên ku navê wan li ser Rêberê heye jî – anî bîra min û got ku Rêbera Rastnivîsînê li gel hebûna nêzîkî 20 navan li ser bergê pêşîn yê kitêbê, di pratîkê de ew heman kitêb e ku berê li ser navê Mistefa Aydogan hatiye belavkirin û ti guhertineke giring di mijara rastnivîsînê de nehatiye kirin.

Herdu kesên ku navê wan li ser kitêbê ye jî ji min re got ku daxwazên wan yên guherandinê nehatiye qebûlkirin. Herwiha Deham Ebdulfettah, ku yek ji endamên komê bûye, jî di daxuyaniyeke xwe de amaje bi wê yekê dike ku hazirî bo guhdarîkirina nêrînên din tine bû.2 Endamekî din yê komê, dilawer zeraq jî, di twîteke xwe de nîşanê bi heman pirsgirêkê dide.3

Di têkiliyeke telefonî de li gel nûnerekî Weqfa Mezopotamyayê min jê pirsî gelo çima wan ti guherandin di mijara rastnivîsînê de di Rêberê de nekirine tevî ku rexne hem ji derve û hem jî ji nava komê hatine. Wî bêyî dudilî itiraf kir ku wan nexwastiye ti guherandinan di mijara rastnivîsînê de bikin ”ji ber ku kêfa me pir ji rêbera heyî re hat”.

Yekser piştî vê gotinê ew pê de çû û bi şanazî got ku wezareta perwerdeyê ya Tirkiyê êdî biryar daye ku kitêbên dersê yên kurmancî li gor rêbazên rastnivîsînê yên Rêberê biweşîne. Herwiha wî ji camêriya xwe ez ji xebatên din jî yên ku tên amadekirin yên Weqfa Mezopotamyayê haydar kirim. Bo nimûne, got ku ew niha amadekariyên destpêkirina ferhengeke mezin ya kurdî-kurdî dikin.

Bi min tiştekî gelekî ecêb e ku Rêber di rastiyê de ya kesekî ye lê navê nêzîkî bîst kesan li kitêbê hatiye kirin. Bi vî awayî hatiye xwastin ku otorîteyeke xurt bo kitêbê were peydakirin bi taybetî ji ber ku hinek navên di zimanê kurdî de giran jî li ser hene, bo nimûne:

deham ebdulfettahku çend berhemên hêja li ser rêzimana kurdî nivîsîne
zana farqînî ku ferhengeke kurdî-tirkî û yeke tirkî-kurdî yên mezin amade kirin
samî tan ku hem berhemên rêzimanî û dersdanê amade kirine û hem jî demeke dirêj sernivîseriya rojnameya Azadiya Welat kiriye
newzad hirorî ku demeke dirêj li ser zimannasiyê nivîsiye û niha serokê kitêbxaneya kurdî ya Stokholmê ye.

Herçi amadekarê kitêbê bi xwe ye anku mistefa aydogan, ew jî bêguman nivîskar û wergêrekî hêja ye. Lê tiştê ecêb ew e ku nayê zanîn ku berî vê berhemê wî zêde tiştek di warê zimannasiyê yan rêzimannasiyê de nivîsîbe.

Ji ber ku navê nêzîkî 20 kesan li ser kitêbê heye, gelek xwandevanan bi xeletî wisa fehm kiriye ku kitêb wek encama şêwirmendî û gotûbêjên berfireh di navbera wan kesan de hatiye amadekirin û wek encama yekdengiya wan hatiye belavkirin.

Mixabin ne wiha bûye.

Tiştê ecêb ew e ku van hemû kesan navê xwe daye daku kitêb li ser navê wan belav bibe tevî ku para wan tê de an qet tine bûye yan jî yekcar kêm bûye. Ji nivîsên li jor behskirî yên D. Ebdulfettah û D. Zeraq diyar dibe ku ew bi rastnivîsîna kitêbê nerazî bûne lê – bi gotinên wan bi xwe – nêrînên wan hatine paşguhkirin.

Bi min pirsgirêkeke exlaqî ye ku evqas kesan qebûl kiriye ku navê wan jî wek nivîserên kitêbê were danîn tevî ku di rastiyê de kitêb dubarekirina kitêba Mistefa Aydogan ya berê ye. Herwiha bi kêmanî xapandin an hîlekirina li xwandevanan e ku ji wan re tê diyarkirin ku hemû ev kesên navgiran li pişt amadekirina vê kitêbê ne tevî ku rastî ne wiha ye.

Nayê zanîn ka ew bîst kesên ku navê wan li ser pirtûkê ye heta çi dereceyê bi naveroka kitêbê re ne. Wek ku ji îşaretpêkirinên D. Ebdulfettah û D. Zeraq diyar dibe, ew ji hinek encamên kitêbê nerazî ne. Herwiha herdu kesên din yên ku navê wan li ser kitêbê ye û bi şexsî têkilî li gel min daniye, diyar kiriye ku ew di gelek mijarên nîqaşbar de ne alîgirên Rêberê ne, bi taybetî:

nivîsîna -iy- wek -îy-
çemandina lêkera ”hatin”
nivîsîna paşdaçekên ”de, re” wek ”da, ra”.


Mixabin li ser navê van kesan û ihtimalen navê hinek kesên din jî yên ne alîgirên rastnivîsîna Rêberê gelek guherandinên bingehîn di rastnivîsîna kurdî de tên ferzkirin û pêşxistin.

Gef û xeterî gelek mezin e çunkî ev bi navê nêzîkî bîst kesan tê kirin û çunkî – wek ku hatime agadarkirin – dezgeheke bihêz wek wezareta perwerdeyê ya Tirkiyê dest pê kiriye kitêbên kurdî li gor van rêbazan amade dike û herwiha Weqfa Mezopotamyayê haziriyên destpêkirina ferhengeke mezin ya kurmancî-kurmancî li ser bingehê vê rastnivîsînê dike.

Anku talûke heye ku şaşiyên mezin yên Rêberê wiha bi berfirehî belav bibin û verastkirina wan êdî bibe karekî gelek dijwar.

Helbet di hemû kitêbên rastnivîsîn û rêzimanê yên din jî yên kurdî de kêmasî hene. Lê kêmasiyên kitêbên din bi piranî ji kêmderfetiyên nivîserên wan, ji ber giraniya li ser devoka xwe û haydarnebûna ji devokên din yan jî ji ber şaşfehmkirina hinek diyardeyên zimannasî hatiye kirin. Bi piranî yan qet ti caran armanca wan rêzimannivîsan ne bi qest guherandina zimanê heyî bûye.

Ti gumana min jê nîne ku Rêber jî bi armanceke baş hatiye nivîsîn. Lê amadekarê(n) wê ji rêzimannivîsên kitêbên pêştir gelek dijwartir bi qest hewl daye ku zimanê heyî yê nivîskî li gor nêrînên xwe biguherînin. Mixabin ev nêrînên wan nikarin xwe li ber awirdanên rexneyî yên zimannasî bigirin û teqrîben hemû ji encamên nêrînên hîperkorekt û şaşfehmkirinê ne.

Serencam û pêşniyaz

Wek serencam mirov dikare bibêje ku Rêber di mijarên nîqaşbar de ji çareserkirina pirsgirêkan zêdetir kêşe û arîşeyên dijwartir diafirîne. Bi kurtî:

Ferzkirina -îy- li cihê -iy-: Wek ku li pêştir hatiye diyarkirin, ev dibe sebebê gelek pirsgirêkên mezin.
Çemandina hîperkorekt: Bo nimûne ”mala Elîyî, li ser rêyê” li cihê ”mala Elî, li ser rê” yên tevahiya kurmancîaxivan.
Ferzkirina -êy- li cihê -iy-: Ev dibe sebebê ferzkirina formên neyî (tine) yan gelek marjînal yên wek ”dêya min, pêyê min” li cihê ”diya min, piyê” yên tevahiyê yan piraniya mutleq.
Çemandina lêkera ”hatin”: Dijî rastiya dîrokî û bi piraniya mutleq ya kurmancîaxivan, Rêber rehê -hê- li cihê rehê -ê- ferz dike.
Ferzkirina paşdaçekên ”da, ra”: Li cihê ”de, re” yên ku heta niha di piraniya mutleq ya nivîsên kurmancî de hatine bikaranîn û herwiha li gel paşdaçeka ”ve” hevaheng in û ji encama wekhevlêhatina dîrokî ya daçekan in ku me li pêştir bi dirêjahî behs kiriye.

Ev hemû pirsgirêk derketine ji ber ku armanca Rêberê bi zelalî ne nasandina zimanê nivîskî yê heyî lê afirandina zimanekî nivîskî yê nû yan jî bi kêmanî guherandina bingehîn ya zimanê nivîskî yê heyî bûye.

Wek ku ji rexneyên derveyî ”Komxebata Kurmancî” û ji nav wê komê bi xwe jî tên, ev hewlên guherandinê nehatine qebûlkirin, nayên qebûlkirin û divê neyên qebûlkirin jî.

Kurmancî bi alfabeya latînî ev demek e ku êdî xwedî zimanekî nivîskî yê standard e. Helbet hê hinek mijar nehatine çareserkirin. Ji xwe di her zimanî de hinek nakokî heta û heta jî dimînin. Lê kurmancî êdî ne di rewşeke wiha bêxwedî de ye ku hinek rabin guherînên bingehîn yên li gor kêfa dilê lê bikin û wan guherandinan bi navê ”rastnivîsîn”ê ferz jî bikin bêyî ku ti kes deng bike. Bi taybetî jî eger ev hewlên guherandinê nikaribin dijî nirxandinên rexneyî yên zimannasî li ber xwe bidin.

Li ser bingehê rexneyên ku heta niha camêrên din kirine û yên ku min jî li pêştir kirine, wek rica du pêşniyazan ji daner û weşînerên Rêberê dikim:

Bo rêgirtina li ber wêrankirina rastnivîsîna kurmancî, di zûtirîn demê de çapên heyî yên kitêbê ji bazarê vekişînin û/yan bi daxuyaniyekê ragihînin ku di kitêbê de gelek şaşî û kêmasiyên bingehîn hene û nabe ew wek rêbername bo rastnivîsînê were bikaranîn.
Komeke şarezayan gazî bikin (mimkin e ku heman kesên koma berî niha bin jî) ku li ser amadekirina kitêbeke din ya rastnivîsînê dest bi xebatê bikin. Kitêba nû bila bi rastî jî aliyê çend kesan ve were nivîsîn (bo nimûne her kesek beşekê yan du-sê beşan binivîse). Piştî nivîsînê bila hemû kom li ser her beşê raweste û bi hev re bigihin encaman. Navê komeke kesan li ser berhemeke ji aliyê kesekî ve amadekirî nenivîsin û wisa belav nekin.


bi kurtasî wiha dibêje: ev hewlên guherandinê nehatine qebûlkirin, nayên qebûlkirin û divê neyên qebûlkirin jî.



2020.02.10-19:45 [guhertin:2020.02.10 20:00]| biruya hayao miyazaki

18. îbrahîm seydo aydogan ji bo qaşo-rêbera rastnivîsînê ya weqfa mezopotamyayê çend tişt gotine li ser facebookê. bi kurtasî: "Standarteke kurdî ji xwe hebû... ji dêleva avakirina standartê ve, şiklên cuda danîne ber hev... Ez bi xwe hê jî ji ya Celadet pê ve tu grameran pêşniyar nakim, lewre min hemû gramer xwendine, lê min nedîtiye ku kesî li ya Celadet zêde kiriye."

"Xebat bila bên kirin û nîqaş jî bila hebin. Bê guman, hemû dê li xêra me bin, herçend Rêbera Rastnivîsînê di nava xwe de provokasyonan vehewîne jî. " Here lînkê

"komxebata kurmancîyê(!)" standarda kurdî xera dike û xelk bêyî rexnegirtin paş wan diçin. çima hin tişt bo wan hêsantir e! heyf e, sed heyf!

hemû nivîs:


Li ser RÊBERA RASTNIVÎSÎNÊ
çend bibîrxistin û têbinî
Amadekirina Rêberan çandeke fermî ye. Pêşî dezgehên fermî divê vî karî bikin. Lewre otorîte ye. Yê me, ew nebûye para me. Paşê kesên ku meşrûbûna wan nikare were nîqaşkirin hene, wek Celadet Bedirxan. Ew jî dibe otorîte. Ne bi tenê dezgeh û dewlet, otorîte jî nebûye para me. Heger ev nebin, hingê hemû cerribandin dibin sermayeya karekî populer û populîst.
Min berê jî behsa termînolojiya zimannasiyê kiribû û « termînolojiya takekesî » ji « termînolojiya giştî û hevpar » cuda kiribû. (Bnr : Guman1: Zimanê Kurdî).
Hingî min got, mû bi zimanê min ve şîn bû. Ji ber ku li cem me adet e. Nivîskarên kurd, yên berî xwe naxwînin û eyba me ya mezin ev e. Nizanin bê çi rexne û lêkolîn tên çapkirin û, em rastiyê bibêjin, ne xema wan e jî.
Di avakirina standarkirina zimanî de, du qaîdeyên bingehîn hene.
1. Divê armanc nebe ferzkirina şiklekî tercîhî û nebe « ev ya rast e û ev ya xelet e ».
2. Şikl û forma ku êdî bûye qaîde nikare were guhertin. Lewre « ziman » jîndar e û guh nade biryaran. Weke mînak, ev 20 sal in ku pereyê Euro heye û Tirkan navê Avro lê kiriye; lê xelk Avro bi kar naynin û henekê xwe pê dikin. Lewre ew tişt berî ku Turk Dil Kurumu mudaxale bike ketiye nav zimanê tirkî û bi cîh bûye.
Li cem me jî weha ye. Lê derfeta guherîna gellek tiştan di kurdî de heye. Sebeb jî rewşa me ya siyasî û civakî ye. Hê derfet heye ku mirov tiştên nû sererast bike, tiştên tevlihev zelal bike. Lê mirov nikare tişta ku bûye adet biguherîne.
Min hê di versiyona yekem ya Mistefa Aydogan de rexneyên xwe nivîsîbûn û di pirtûka xwe ya bi navê Guman1: Zimanê Kurdî de weke beşekî cîh dabû vê nîqaşê. Lewre, pêşî, min di dewra Le Monde Diplomatique Kurdî de Rêberek ji bo werger û edîtoran amade kiribû û dabû weşanxaneya Rûpelê ya ku ew rojname çap dikir. Ji me re lazim bû, lewre me hewl dida ku di rojnameyê de standartek hebe. Bi dû re, weşanxaneyê ew not dabûn Malmîsanij û Mistefa Aydogan da ku Rêbereke berfireh amade bikin. Ji ber wê ye ku hayê min baş ji pêwîstî û amadekirina wê xebatê heye ku bi taybetî ji bo karê çapemeniyê pêdivî pê hebû. Me pirsgirêkên sereke zelal kiribûn, Rêberê jî lê zêde kiribû. (Hemû, nivîskî li cem me hene bê me çi û çima pêşniyar kiribû).
Gava ku Rêbera pêşîn gihîşt min, min fahm kir ku ew karekî baş e, lê ne serkevtî ye, lewre pirsgirêka daçekên « di ... re » û « di ... de » bi şiklekî deradetî hatibû çareserkirin. Herweha î’ya berî y’yê veguherîbû ser eslekî cuda ku ne lazim bû. Celadet Bedirxan di dewra xwe de şiklek hilbijartibû û ya wî bûbû otorîte, yanî bûbû Rêber. Derdê me, ne fonetîk an guherîn û cudahiya î û y an jî cudahiya dengên curbecur bû ku bi p û k dihatin nivîsandin. Derdê me, standartek bû. Lê Rêbera nû, ew standarda heyî tevlihevtir kiribû û ji armanca xwe bi dûr ketibû.
Herweha, pirsgirêka veqetandek an jî ezafeyê jî bi serê xwe ve hatibû tevlihevkirin ku Rêbera nû dîsa standarta Celadet Bedirxan serobinî kiribû. Pêşniyarên Celadet ne pelên Qur’anê ne, lê belê pêşniyarên wî bi pirranî êdî bûne qaîde û standartek li ser wan hatiye avakirin. Rêbera nû ev standart şolî dikir. Gotibû « diranekê min » û « jineka baş” ku ev form ji xwe di kurmanciyê de hene; lê standarta nivîsê li ser wan nehatiye avakirin. Standart adet e, êdî bûye adet û kêm kes bi devokê gundê xwe dinivîsîne. Li Qoserê jî kes nabêje « Ew kurd e », herkes dibêje « ew kurd i ». Em nabêjin « Min got », em dibêjin « Mi go »; lê em ya xwe ferz nakin û standarta heyî yanî « standarta giştî û hevpar » qebûl dikin ku bi salan û bi tecrubeyeke berfireh ve ji xwe ber ava bûye. Heger herkes weha bike, em ê jî weşanxaneyekê ava bikin û deh kesên xwedan dîplomayên akademîk bînin ba hev û em ê jî 3 Rêberên ji hev cuda çap bikin û kî tiştekî li ser me bibêje jî, em ê bibêjin « ji bexîlî û çavnebariyê weha dikin ».
Ji min re bû miraq û min ji dêya Mistefa Aydogan pirsî ka bê kurê wê ji ku fêrî wê forma « diranekê min, jineka min » bûye. Gava ku min jê pirsî, wê got « diranekî min ». Yanî dêya wî jî weha napeyive. (Ez dizanim, ji ber ku dêya min e jî). Hingê amadekarê wê Rêberê pişta xwe dabû cîhê desthilatdariyê ku di xebatên zimannasiyê de ev metod karekî rojane ye û nabe daîmî. Ew dewra qirna navîn derbas bûye.
Tew ez behsa apostrofê nakim ku min her ji destpêkê ve pêşniyar kiribû lê wan bi dû re ji Rêbera Le Monde diplomatique avêtibû. Ez ji vira dîsa bibêjim. Hema em nexwazin jî, Apostrof dê di Kurdî de bi cîh bibe, hezar weqf û kes li dij bin jî. Pirsgirêk ne « paşeroj an pêşeroj” e. Pirsgirêk metod û têgihîştina dînamîkên zimanî ye.
Standarteke kurdî ji xwe hebû, lê Rêberê ew tev li hev dikir. Weşanxaneyê versiyona pêşîn ji min re şandibû û min jî fikra xwe ji wan re gotibû. Lê, guh nedabûnê, ji ber ku temenê min ji yê amadekaran ciwantir bû.
Îcar versiyona duyem bi tevlêbûyina gellek kesan ve hat amadekirin. Vê carê kes bi min neşêwirî. Lê dîsa jî min fikra xwe piştî çapkirina wê bi kubarî belav kir.
Amadekarên wê pirtûkê zanayên zimanê kurdî ne, hemû jî kesên rûmetdar û xwedan nirx û qedr in. Lê belê, wan jî ji dêleva avakirina standartê ve, şiklên cuda danîne ber hev û, di ber re, ew serobinîkirina Rêbera destpêkê piçekî sererast jî kiriye. Mala wan ava; lê zimannasî bi van awayan ve nabe, lewre Rêber divê şiklekî hevpar pêşniyar bike. Bi fransî û ingilizî jî hene û hemû bi demê re bûne otorîte, lewre maqûl in. Bi « Ev jî dibe û ew jî dibe » ve nabe. Standart têkel dibe bi vî awayî ve.
Mirov ji bo dezgehekê dikare Rêberekê çêbike, ji bo dewletekê çêbike û ya mirov dibe « otorîteyeke meşrû ». Hingê, heger mirov li meşrûbûyinê binere, ya van her du versiyonên Rêberê bi pirsgirêk e; mirov li otorîteyê jî binere, dîsa bi pirsgirêk e; û heger mirov li metodê binere, ji xwe ew bi serê xwe ve pirsgirêk e. Rêzimaneke me ya zelal û berfireh nîne ku em pêşniyarî xwendekaran bikin. Ez bi xwe hê jî ji ya Celadet pê ve tu grameran pêşniyar nakim, lewre min hemû gramer xwendine, lê min nedîtiye ku kesî li ya Celadet zêde kiriye. Tew ez behs nakim bê çendan ji wan mesele tevlihevtir kiriye. (Min hin ji wan dîtine ku beyî xwendina rêzimanên din, wan jî li cem xwe rêzimanek nivîsiye. Min yek jî dît ku ya Celadet rasterast kiriye kurdî û li ser navê xwe çap kiriye).
Min di pirtûka xwe de behsa gellekan ji wan kiriye, da ku alîkariya siberoja xebatên zimannasiya kurdî bikim. Lê herkes li mala xwe xelîfe ye, kes nabêje mastê min tirş e û ez şîrê qusiyayî jî lê zêde dikim.
Xebat bila bên kirin û nîqaş jî bila hebin. Bê guman, hemû dê li xêra me bin, herçend Rêbera Rastnivîsînê di nava xwe de provokasyonan vehewîne jî.
Û kî dilê xwe digire, bila bigire. Yan vî karî mekin, yan jî gava ku we kir, divê hûn zanibin guh bidin xelkê jî. Heger na, ji xwe karê we dê berhewa biçe. Oscar Wilde gotiye « kî rastiyê dibêje, hey rojekê dê rastiya wî bê fahmkirin, bila xeman nexwe ».
Gava ku 15-20 zilam werin cem hevdu, mirov hêviya xebatên ciddî ji wan dike, lewma em xema wan û xebatên wan dixwin; û lewma em rexneyan li wan digirin. Heger na, ji xwe wek ku ew dikin, me ê jî guh nedaya wan; lê metoda me ya zanistî ye, ne eşîrî û cemaatî ye.



2020.02.22-11:37 [guhertin:2020.02.22 11:41]| biruya hayao miyazaki

19. (bnr: mîr celadet rêberê me ye)



2020.02.23-13:51 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne