Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurdî wenda dibe gelo ? - tirşik
kurdî wenda dibe gelo ?
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li gor min zimanê kurdî ber bi wendabûnê da diçe.Lewra mêzedikim devdorê min de zarokên xwîşk û birayan , cîranan hwd. hemû dest bi tirkî kirine û nizanin biaxivin.
Em zaroka bidin kêlekê , dê û bav jî li gor zar û zêrc çawa fêhm bike wisa xeberdidin.Ev rewş kurdî wenda dike û ez rewşa kurdên bakûr qet baş nabînim.
Wek mînak hûn dikarin li ser youtûbê bibînin ku kes nikare bi zimanê kurdî şîroveyan bike.



24.03.2019 22:38 ~2020.06.07 14:38 | brzn

2. Her çiqas ber bi wendabûnê ve biçe jî her Roj li ser zimanê xebatên cihêreng çêdibin. Ziman bi çandê ve girêdayî ye. Heta ku em dikarin bibêjin ziman û çand yek in. Lê mixabin rastiyek jî heye ku axaftina bi kurdî bi gelemperî li bajaran kêmtir dibe û ji xwe kurdînivîs pir kêm in. Zimanê kurdî heta vê demê bi çandên devkî hatîye, niha jî berhemên bi kurdî dihên nivîsîn. Rewşa zimanê kurdî hem ber bi wendabûnê diçe hem jî ber bi asta cîhanê ve. Bawerîya min ew e ku wê kurdî bigihêje asta dinê.



25.03.2019 00:43 ~08:45 | hesinkar

3. Çend salan berê gava min malpera tirşikê wedikir google chrome ê digot translate it from malay.
Ê niha dibeje translate it from kurdish. Yanê êdî google bilem kurdî pir rind nas dike.
Erê axaftina kurdî li bakur pir kêm dibe lê em nikarin bejin kurdî bi temamî wenda dibe. Lê belê ew seba kurdiya kurmancî û soranî werg e. Rewşa zaravayên din mixlak e.



25.03.2019 09:38 | cinorek

4. Analîzek rast e. kurdên li bakur û welatên din dijîn hêdî hêdî zimanê xwe ji bîr dikin. ji nivê zêdetir ê zarokên kurd ne dikarin kurdî biaxifin ne jî dikarin kurdî binivîsînin (gelemperî kurdan jixwe evî yekê nikarin).

ciwanên kurd ên nifşê nû û dêûbavên wan bi awayek pragmadîst li kurdî dinihêrin. dibêjin "li dibistanê, malê, kargehê tirkî û îngîlîzî têra me dike, em kurdî bizanin jî tê emê ji bo çi biemilînin ? ji bo çi kêra me bêtin ?" ango "bila zarokên min pêşî tirkî hîn bibe ku li dibistanê û saziyên dewletê de astengî dernekeve jê re û dû re emê kurdî hîn bikin." tew dibîne ku ne ew ne jî zarokên wan di mal de êdî kurdî neaxifin.



25.03.2019 10:52 | xelîl

5. Zimanê tirşikê , gotar û nivîs ango gelemperî tişt bi kurmancî ne ji bo ku zaravê dimilkî xeterê da ye.Ne tenê zimanê tirşikê , hewldanek bo tiştên bi zimanê dimilkî tune ango em/ez nabînim.Carna zêdebûn baştir e.Ez bawer dikim hêjmara kurmancîaxiviyan weke dimilkîaxiviyan bû na wê demê dibe ku niha kurmancî tunebûya jî.



29.02.2020 19:28 | brzn

6. Li bakur Qelsbûnek berbiçav heye, Lêbelê kurdî heta îro gihîştibe dê ewqasî rihet jî winda Nebe. Wek mînak çend roj berê mamosteyekê dewletê xwe rezîl kir, ser twitterê got: "xwedêyo! êdî hew debar dikim, mirovên li vir tim bi kurdî qise dikin. Bila tayîna min derê cihekî din."

hîn jî berz e ezmanê kurdî!



16.04.2021 06:01 ~06:03 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîya helloyê
» wenda
» dibe ku
» gelo colemerg dikeve kîjan herêma kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî