Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ekrem imamoglu - tirşik
ekrem imamoglu
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. namzetê şaredarîya stenbolê a mezin e.Bi alîyê chp va wek namzet hate nîşan kirin û piştgirîya kurdan ji bo hilbijartinên herêmî ên 31.03.2019 a hilda ye.Bi xwe ji bajarê trabzona tirkîyê ye.



01.04.2019 00:02 | brzn

2. Sîyasetmedarê ku bi reyên kurdan di 31.03.2019 hilbijartina herêmî ya tirkiyê de bû serokê şaredariya mezin a stenbolê.

Hêvî dikim (lê bawer nakim) ku siberojê de kurd bên bîra camêrê. Û teatrayên şaredariya stenbolê şanoyên kurdî werin lîstin ango di saziyên perwerdehî yên şaredariyê de qe ne be qursên kurdî werin vekirin.

Lê bawer nakim gelo. Em kurd wiha ne. Him ji dêrê dibin him ji mizgeftê. :(



01.04.2019 19:18 | xelîl

3. Ez benda spasîya we me .Hêta nebeje nava rey a de Kurd'en Hdp jî hene ji bo min mirov nîne



01.04.2019 20:11 | monerica

4. nîsbet bi Mansur Yavaş, hinkî maqûl e. Mansûr hema laq sevbagtîyê dike.



01.04.2019 21:11 | serhednişîn

5. wele hemû wek hevin lê min xwest ku serokê dewleta bênamûs li ser qûna xwe rûnê û bes tiştên bereday bêje û min çû reya xwe daye ekrem.

Lê gotinek ne baş heta niha kurda nekirîye lê gotineke baş jî nekirî ye.



01.04.2019 23:52 | brzn

6. êdî weke fermî jî şaredarên stenbolê ye. ev 17 roj bûn ku rêxistina akpê hewl dida ku pêşî lê bigire. belkî jî dizaniya ku nikare, lê tenê wisa kir ji bo paqijkirina gemarîyên 25 salên derbasbûyî.

camêr heta niha tu gotinek eletewş nekir ji bo kurdan lê nabe ku mirov tiştên zêde pozîtîf jî jê hêvî bike. hêvî jê heye ku di paşperdeyê de alîkar be.
di pêvajoya hilbijartinê de, serokê stenbolê ya chpê canan kaftancıoğlu bû û tim û tim bi îmamoglu re bû. canan kaftancıoğlu kesekî gelek nêzikî kurdan e. û tê gotin ku jixwe wê gelekî li ser namzetbûna îmamoglu de israr kiriye.



17.04.2019 19:59 | simurg56

7. Li ser hevpeyvîna bi nûçegîhanên rûdawê re gotîye "çima qursên kurdî nebin" û berîya ku silhedîn neketibû girtîgehê û niha jî "min xeberdanin wî diecivand"

Vî havê baş diçe, ser xêrê be



18.04.2019 16:57 | brzn

8. mazbataya wî dîsa jê standin.
hilbijartinên stenbolê yê dubare bin..
slogana nû a İmamoğlu her şey çok güzel olacak e.
yani 'her tişt dê zehv xweş be'

îmamoglu dema ku derket li ser kursîyê ev slogan avêt, min got qew yê mîna yılmaz güney bêje mutlaka kazanacağız..



09.05.2019 00:29 ~00:31 | bûtîmar

9. li gorî siyasetmedarekî chp'î mirovek baş e. ne weke ên din faşîst e. piştî hilbijartinê jî derket û got "min rêya selahattin demirtaş dieciband".

dema li aliyê din akp hebe mirov bi dilek rehetî dikare reya xwe bidê.



18.05.2019 18:22 | brusk56

10. Hilbijartina dûbare ya 23'ê hezîranê de dîsa hat hilbijartin û bû serokê şaredariya mezin a stenbolê.

Ser xêrê.



23.06.2019 22:05 | xelîl

11. îro çûye serdana hdp ya li stenbolê û li wir gotiye ez dixwazim seriyek bidim demirtaş jî! bide. ma kes bi te girtiye kurê mela!? *



03.07.2019 17:01 ~17:03 | xwelî li ser

12. şaredarê ku heta niha jî kurdan nefirotîye û piştgirî daye sîyaseta wan. roja berî 19.08.2019 wezîfedarkirina qeyûman li bakur, jina wî ya kemal kiliçdarolu ya selahattin demirtaş bi hev re taştê xwaribû. niha jî tê gotin ku wê dawîya vê heftîyê were amedê û bi selçuk mizrakli re hevdîtinê bike.
roja ku qeyûman berdabûn ser şaredarîyan jî bertekek net dabû. wisa jê tê fêhmkirin ku wê ji bo serokkomarîyê bibe namzet û heta wê rojê jî dixwaze kurdan wenda neke.



27.08.2019 22:11 | simurg56

13. di erheja mezin ya sala 1999an ya li golcukê, bi derfetên xwe çûye cihê bûyerê û alîkarî biriye: Here lînkê
wê demê hê ne di sîyasetê de ye jî. helal be jê re. ev vîdyo wê gelekî kêrî wî were.
akpyîyan dipirsîya ka çi karê wî heye li elezîzê, lê vaye bersivek têr û tije jê re hat. mêrik dema hê ne şaredar diçûye, niha çima neçe? ji serê chpê zêde ye.



26.01.2020 13:50 | simurg56

14. Mirovê ku min jî weke simurg56 gotiyê, helal bê jê re. Di wê vîdeoyê de xwuya dikê ku îmamoglu yekî qenc e.



26.01.2020 19:56 | gumgumok

15. li gorî siyasetmedarên din ên tirk yekÎ wêrek û xweyî vîzyon e, xuya ye di şûna hilbijartinên bê de dixwaze bibe serokkomar, ji loma samîmî an ne samîmî çi bike wekê ku cihê xwe li ser rêya serokkomariyê xweş bike dikê bi min. bêyî dengê kurdan serokkomarî ne mimkun e, ji loma di gelek meseleyan de wek meseleya qeyûman tevî ku dizanî wê ji alîgir û dengdêrên xwe jî bertekên tund bistîne, hat diyarbekir û li hemberî jikardûrxistina serokşaredarên hdpê sekinî.
akp belkî berî hilbijartinan demîrtaş derxîne ji bo hilbijêrên kurd dudilî bimînin. tabî eger demîrtaş berbijêriya xwe deyne, lê bawer nakim demîrtaş bikeve vê xefka akpê.



27.01.2020 00:56 | endazer

16. Tevgerek efsanevî pêk anî:

Tweetek şand û 8ê adarê pervin buldan û meral akşenerê pîroz kir.
meral ekşener got, em ew tweetê begem nakin.
Ekrem, pervin buldanê vêkirina daristanê ra gazî kir û buldan ji hat.



08.03.2021 23:26 | heval.js

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ekrem incel

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî