Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
tenê nivîskarên tirşikê yên ku herî kêm 100 peyam nivîsandine, dikarin peyamên siyasî bibînin - tirşik
tenê nivîskarên tirşikê yên ku herî kêm 100 peyam nivîsandine, dikarin peyamên siyasî bibînin
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Peyama ku di tikandina 31.03.2019 hilbijartina herêmî ya tirkiyê da derketîye pêşîya min. Ji xwendevanan ra û çomezan ra peyamên sîyasî dikarin girtî bin lê bi ya min divê ji nivîskarên di bin sed peyamî ra ne girtî bin.



01.04.2019 11:22 | henûn

2. min tiştekî wilo nedizanîbûyananana.



01.04.2019 21:15 | serhednişîn

3. bikarhênerên stalker bi xêra serê mijarên siyasî mecbûr dibin têkevin malperê.

(bnr: tizbîkêş is watching all stalkers)



10.08.2019 13:43 ~13:48 | tizbîkêş

4. Kêm e.

Divê 250 peyam be. Û ne tiro viro be. Naverok girîng e. Divê dagirtî be. Tijî be.

Sed peyam di navbera nivîskar û tirşikê de pêwendiyek tam û temam girê nadê. Nikarê girê bidê. Û di encamê da her nivîskarê sed peyam nivîsandî nabe tirşikvan.

Helbet yekî wekî min hebê peyamek tenê jî nenivîsê jî ev jixwe tirşikvan hatiye dinê. Ev jî xaleke gelekî girîng e. Sed peyam filan nedivê. Şerm e jê re. Bê xuyandin nikaribûm dawîya vê peyamê biênim.

Henek li aliyekî, wele sed kêm e.

Helbet ji bilî min. Ez nikarim bi zimanê xwe yê zêrîn sed peyam yên tijî hevok û dagirtî binivîsim.

Hunê binivîsînin heke xweşa min werê ezê bixwînim. Heke guncan bibînim bi peyameke kin kerem bikim bikevim nava we.

Baş e?



10.08.2019 18:16 | bilbilê dilkul

5. Ez ji van sernavan dest pê dikim ji ber ku êdî ez aciz bûm bi rastî. Kîjan mijarê vedikim dibêje raweste, te hîna kotaya wê tijî nekiriye ji ber wê tu nikarî peyamên siyasî bibînî! Êdî bes e! Em jî tirşikvanên kêmî 100 peyam nivîsîne dixwazin peyamên siyasî bixwînin. Em nenivîsin jî dibe lê bila xwendin hebe qet nebe.



16.03.2020 17:25 ~17:27 | xabûrî

6. Ez jî peyamê siyasî nabinim, tu eleqa min siyasetê tinneye : )
Em kurdî dinivîsinin, bi cikî diçe sîyasîyê. Zimanê me ne zimanê siyasî be, zimanê çand û huner, zanistî û tipê be.



16.03.2020 19:44 | dilreş

7. Ji min re bûye kul û derd



12.06.2020 20:32 | yûsiv

8. mixabin ji bo tirşikvanan tiştekî xemnak(üzücü)e, lê min bêpar-mehrum dimînin *



13.06.2020 15:00 | doesntmatter

9. min hewcetîya vê pêşmerc fehm nekir velle. mirovek dikare sed peyamen vala bişine dîsa derbaze vê pêşmerc dike.



14.06.2020 13:25 ~18:32 | tekoser

10. min mijarek vekir nikarim bersivan bixwînim, min piştgirî dida vê rêgezê lê hat serê min şûnda min dît ku 100 zedeye bila 50 be.



14.06.2020 13:39 | hector

11. Êdî ji bo min ne kul û derd e. Mala xwedê ava bi vê entryê 100 peyamên xwe temam dikim.



21.06.2020 17:39 | yûsiv

12. ji bo vê yekê sed peyakê min î éwil tewşo mewşo û ne li gor formatê bû.



21.06.2020 22:36 | shwinsherm

13. bi min şerdekî jê beradayitir tuneye.

ferheng bi astengan mezin nabin.

ev jî heye:
"Hişyarî: Ger te têketinê nekiribe, tu nikarî peyamên sîyasî bixwînî."



22.06.2020 09:36 ~09:51 | giyanstêr

14. Mijara "erîşa Kunemasî-Slêmanî" ez vekirim, paşê kategoriya mijarê bi alîyê moderatoran hat guhertin, û ez anha nikarim peyamên wê mijarê bixwînim.

Here lînkê



27.06.2020 22:04 ~22:04 | lonw karda

15. (bnr: ya star)



07.09.2021 18:10 | qurreder

16. hişyariya ku dibe sedema bêhntengiyê :(



07.09.2021 18:11 | qurreder

17. Carna dibêjim baş e ku nabînim lê carna ber meraqê nikarim bisekinim ji dengên dawî da dinêrim serê nivîsê dixwînim boçikê jî texmîn dikim wusa wusa wusa halê me tevlihev û perîşan..



07.09.2021 20:06 ~2021.09.08 23:40 | edd

18. berê problemek mezin bû. min mijarên ku herî zefh bala mi dikşîneyê not dikir.


di tirşikê de zefh kurdonot heye



07.09.2021 20:15 | heval.js

19. Belê, xilas bû û xwe wekî mirovekê ketî devera 51ê, hîs dikim. Ev çiye xwedêyo!*



07.07.2022 00:29 ~2022.07.08 19:19 | evcebarê pirê

20. êdî tişteke qasî gotina tirşikera me girîng nîn e. çend meh berê ji ber meseleyekî ecêb hemî mijarên sîyasî yên tirşikê hate rakirin(li ku em nizanin). loma di tirşikê de tenê çend heb mijarên sîyasî hene, ew jî piştî ew rakirinê hatine vekirin.



08.07.2022 20:37 ~20:38 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tenê me tenê
» nivîskarên tirşikê hev dişopînin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» yên ku telefona xwe di destê xwe de digerînin
» herîr
» kêmcivak
» 1000
» peyama paşîn ya ku di tirşikê de ewê were nivîsandin
» peyamên xweş ên tirşikê yên ku tirşikvan jê hez dikin

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî