Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
hewal - tirşik
hewal
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. watêya vê peyvê ducanî, hemîle ye.

lê %99 bi wateya heval de tê bikaranîn, zêde zêde belavbûyî ye .

(bnr: hewal market)



04.06.2013 15:45 | brusk56

2. bi peyvê heval re pir dihiljene.



04.06.2013 16:13 | tizbîkêş

3. kurdêkî/e nikare diranê xwe yên jor li li lêva jêr bide û lêv bike.nîşandayîna kurdîzanînê ya feyk/fake.



04.06.2013 16:40 | cekdar

4. Kovara ku berê bi malpera me wergerine.comê re hevpeyvînek çêkiribûn. hey gidî rojên berê..



05.06.2013 03:45 | simurg56

5. min berê ev peyv wek helaw dixwend..



05.06.2013 07:21 | endazer

6. wateya xwe di xwe de dihewîne, hem kurdî ye hem tirkî ye, ducanî ye, an jî ne kurdî ye ne tirkî, bi çi halî ye ne razî ye.



05.06.2013 15:33 | azadixwaz

7. bi çewtî ji dêvla peyva heval tê karanîn. vê xeletiyê herî pir şoreşgerên kurdînezan dikin.



06.06.2013 02:00 | parezer

8. ji heval re dibejin hewal lê ez nema guh didim ez nabejim tu xelete ji berku ne yeke ne du ne se ne deh ne sed bese law bese



13.09.2013 18:01 | devliken

9. Kurdên ku nû bi kurd û kurdistan dihesin, vê peyvê * wek nasnameya xwe davêjin holê, anku "ez jî welatparêz im lê haya min ji tiştekî tune"dibêjin dilorînin û min dibehecînin.



25.09.2013 09:55 | ceso

10. dema ku mirov li halê hev dipirse jî ev peyv tê bikar anîn.



(bnr: hal û hewalê te çi ye?)



(bnr: çi hewalê te ye?)



16.10.2013 17:55 | gernasnenas

11. peyva ku xelet tê bikaranîn şûna 'heval' de..



16.10.2013 23:38 | rexnegirêtagirtî

12. yek ji wan peyvên klîşezadeyên devrimciyan (ên ku li ber derê komele û saziyan wekî komîserên tasfiyeyê tevdigerin) e. di peyam û şîrevoyên xwe de dibêjin "hewal", dibêjin "şewbaş" hwd.



17.10.2013 05:19 | zero

13. hêwal bi tirkmancîya stenbolkî ya nûjen û ekolojîk e ku tirkmancî di heman demê de heftemîn zaravayê Kurdî ye û li gor nexşeya guherîna dengan kutana tîpa V helal e û dikare piştgirîya garanê bi modernîze û medenîbûnê bike.

W = ( kutan + v)

Kürtmence (bnr: arqaaş)



19.04.2014 00:38 | jîndar

14. peyva ku li herêmeke colemergê de bi rastî jî bi vî hawî bi lêv dibe ye. dema min bîhist ku werr bi lêv dibe ez şaşo paşo bibûm.



30.04.2015 01:08 | berxweda

15. min îro kepsekî wiha dît di heqê peyva "hewal" de Here lînkê



24.08.2015 16:52 | ceso

16. Kurmanciya jêrîn da meena wê nûçe ye. Lê ya jorîn da ciwanên me yên zirtole û tolaz bikar tînin. Mixapin ev kêrnehatiyên bigû wekî her tiştî wateya peyvê rêx dikin. Belê rêx dikin!! Wek qelax rêxkirin bir hwd. Wek şewbaş, wek gewer. Belê ev peyva tenê jî dikare nîşanê me bide encama 30 salan kurdîstanê da çi qewimiye?.



24.08.2015 17:26 | qertewîn04

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» hewal

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî